SEMSÛR - Namzetên HDP'ê yên Hevşaredariya Bûlamê gotin: "Em ê bêjin 'Bi çiyayên xwe, bi deşta xwe, bi tûtina xwe Bûlam ya me ye.'"
Namzetên HDP'ê yên bajaroka Bûlam a navçeya Çêlikan a Semsûrê, Husetîn Ûzûn û Meral Çalişkan bênavber xebatên xwe didomînin.
Meral Çalişkan, ku bi salan li nav erdên tûtinê xebitiye, diyar kir ku paşê ew daxilî nav têkoşîna azadiya jinê bûye û got: "Berê tenê min li zarokên xwe dinerî, lê li bajarokeke mezin ez ê ji bo bi hezaran mirovî bi berpirsiyarî tev bigerim. Ez bi vê berpirsiyariyê tev digerim." Çalişkan, diyar kir ku jiyana jinên Bûlamê ji ya wê ne cudatir e û got: "Li vir hemû bar li ser pişta jinê ye. Havînan li nav erdan heta êvarî tûtinê diçînin, êvarî li zarokên xwe dinerin, xwarinê çêdikin. Yanî ne dikarin bêhna xwe vedin ne jî bifikirin."
‘EM Ê BARÊ JINAN SIVIK BIKIN'
Çalişkan, bilêv kir ku gel ev peywir daye wê û ew ê bi layiqî bi cih bîne. Çalişkan, destnîşan kir ku roja ew biçe ser kar ew ê barê jinan sivik bike û got: "Em ê li malên jiyanê yên jinan bi hev re nîqaş bikin û bi hev re çareser bikin. Li vir car heye jin du karan bi hev re dikin. Mesela, jina ku li nav erd dixebite di heman demê de li zarokên xwe jî dinere û tûtinê jî berhev dike. Em ê vê yekê bi projeya kreşan çareser bikin."
'EM HENE'
Çalişkan, bilêv kir ku wê di hemû projeyên wan de jin xwedî gotin bin û got: "Em jinên cotkar, jinên kedlar; li nav erdan, li bax û baxçeyan, li malê bi her cure zor û zehmetiyê re rû bi rû dimînin. Divê em ji bernavên wek dayik, xanima malê ku li me tên ferzkirin xwe xelas bikin. Em bi pergaleke ku der barê hebûn û tunebûna me de biryarê digire re rû bi rû ne. Li dijî vê pergalê em ê vîna jinê esas bigirin û wê jin der barê hebûn û tunebûna xwe de biryarê bigire. Em ê pergala hevserokatiyê bi awayekî her baş pêk bînin. Em jin in, em hene û em amade ne bajaroka xwe bi rê ve bibin."
Namzet Huseyîn Ûzûn jî, bi salan karker bûye. Ûzûn, bilêv kir ku ew ê projeyên ku dîrok, xweza û nirxên çandî yên bajarokê diparêzin esas bigirin û got: "Em ê Bûlamê li gor pêdiviyên gel û civakê bi rê ve bibin. Em ê tevî jin û ciwanan bi rê ve bibin. Em ê bêjin 'Bi çiyayên xwe, bi deşta xwe, bi tûtina xwe Bûlam ya me ye.' Em ji bo ya xwe bi rê ve bibin tên."
'EM Ê DESTKEFTIYÊN XWE BIPARÊZIN'
Ûzûn, anî ziman ku hilbijartina 31'ê Adarê ji bo wan pir girîng e û got: "2 serdem in partiya me şaredariya Bûlamê bi rê ve dibe û gelê me feraseta xizmetî ya şaredariya partiya me dîtiye. Di serdema partiya me de tu nelirêtî û têkiliyên rantê çênebûne. Bi feraseteke şefaf, durist û wekhev hatiye birêvebirin. Ji bo em destkeftiyên xwe yên heyî biparêzin, em ê tevî gelê xwe şaredariyê bi rê ve bibin."