DERSIM - Namzetên bajaroka Periyê Songul Dogan û Orhan Çelebî, destnîşan kirin ku ew ê şarederiyê radestî gel bikin û ew ê tevî gel projeyên xwe pêk bînin.
Li Dersimê, xebatên namzetên Yekîtiya Hêzê ya Şoreşger didomin. Namzetên yekîtiya hêzê yên bajaroka Perî yên navçeya Mazgirtê Songul Dogan û Orhan Çelebî, behsa xebatên xwe û projeyên xwe kirin.
ŞAREDARIYEKE LI SER ESASÊ JIN Û CIWANAN
Namzet Songul Dogan, destnîşan kir ku li dijî qeyûman ew namzeta yekîtiya hêzê ye û ji bo şaredariyê dîsa rdestî gel bikin ew bi şev û biroj dixebitin. Dogan, bilêv kir ku ew ê bi feraseta şaredarîvaniyeke li ser esasê jin û ciwanan têkevin hilbijartinê. Dogan, diyar kir ku ew ê li gundan komîsyonana ava bikin û projeyên xwe bi vî awayî pêk bînin.
‘EM Ê BI JINAN RE PROJEYÊN XWE ÇÊBIKIN'
Dogan, diyar kir ku niha ew derî bi derî digerin û guh didin dîtin û nêrîna jinan. Dogan, bilêv kir ku bi taybetî ew ê projeyên der barê jinan de çêbikin. Her wiha Dogan, bi bîr xist ku piştî qeyûm hatiye tayînkirin Şaredariya Periyê veguheriye qereqolê û got: "Ewilî em ê wê qereqolê birûxînin û şaredariyê radestî gel bikin. Ya hatiye xespkirin vîna gelê me ye. Em dixwazin gelê me xwedî li vîna xwe derkeve."
Namzet Orhan Çelebî ku bi salan di bin banê ESP'ê de daxilî xebatên siyasî bûye, diyar kir ku axa Dersimê axeke berdar e û got: "Ji bo ev axa berdar baş bê bikaranîn li Periyê bûm namzet. Perî, debara xwe bi sewalvanî û çandiniyê dike. Piştî em şaredariyê bi dest bixin em ê projeyên di vî warî de pêk bînin."
'EM Ê ŞAREDARIYÊ RADESTÎ GEL BIKIN'
Çelebî, bi bîr xist ku niha qeyûm li ser şaredariyê ye û got: "Soza me ya ewil ev e ku em ê di 31'ê Adarê de şaredariyê têxin xizmeta gel. Paşê em ê projeyên rêveberiya DBP'î yên mayî pêk bînin. Em ê bi hilberînên gel kooperatîfan çalak bikin. Em ê li gundan meclîsan çêbikin. Em ê li gor pêdiviyên gelê xwe projeyan çêbikin û pêk bînin."
MA / Semra Turan