Kurê xwe bi destê xwe bir qereqolê, 22 sal nedîtiye

  • rojane
  • 09:14 6 Mijdar 2017
  • |
img

STENBOL - Welatî Murat Yildiz 22 sal berê di bin çavan de hatibû windakirin. Malbatê ji bo lêpirsîneke bi bandortir, serî li Serdozgerê Komarê yê Gebzeyê da û doza "nediyariyê" vekir. Dayik Hanîfe Yildiz a bi destê xwe kurê xwe teslîmê qereqolê kir, 22 sal e agahiyê ji kurê xwe nagire. Yildiz wiha got "Ez dozdarê dewletê me."

Murat Yildiz ê 19 salî li Îzmîrê bi dayika xwe re tenê dijîn û hezkiriyeke wî heye. Yildiz dixwaze nîşanî bibe lê malbata hezkiriya wî li dijî vê yekê derdikevin. Dem dem di navbera malbata Yildiz û malbata hezkiriya wî de nîqaş derdikevin. Gelek nîqaşên wan li qereqolê bi dawî dibin. Polîsê nêzê malbatê gelek caran li Yildiz dixe û gefa "Heke tu dest ji vê yekê bernedî ez ê te bikujim" li Yildiz dixwe. Di 29'ê Çileya 1995'an de li kafeyeke navçeya Bornovaya Îzmîrê nîqaşeke din jî derdikeve. Yildiz bi çekê gule berdide hewa û ji herêmê dûr dikeve. Di nav wan kesên ku bi wan re nîqaş kiriye de polîsê ku gef li wî xwarî jî heye.
 
DAYIK KURÊ XWE DIBE QEREQOLÊ
 
Yildiz ê bi vî şeklî ji gengeşiyê xilas dibe, piştî mehekê polîs diçin mala wî. Dayika Yildiz derî vedike, dibêje ku "kurê min ne li mal e." Li ser vê polîs dayikê dibin qereqolê. Polîs ji dayikê re dibêjin ku "kurê te gule berdaye hewa, ev tişt bi veşartinê û bi revê nabe. Bila bê û îfadeya xwe bide û biqede." Polîs soz didin dayikê dê piştî îfadeyê wî serbest berdin. Dayik ji qereqolê vedigere malê û li kurê xwe digere. Dayik Yildiz di 23'yê Sibatê de kurê xwe îqna dike, bi parêzer û biraziyê xwe re tekane kurê xwe Murat Yildiz dibe Şaxa Asayîşa Ozkanlar a Bornovayê. 
 
'WEKÎ KU ÇAVÊ WÎ JI SERÊ WÎ DERKETIBÛ'
 
Yildiz li qereqolê kurê xwe teslîmê komîserê bi navê Ramazan Kaya û polîsê bi navê Tahîr Şerbetçî dike, ji bo wî bibin Stenbolê dixin rê. Polîs ji dayikê re dibêjin ku "Dê kurê te bibin Stenbolê, divê tu perê rê bidî." Dayik Yildiz perê rê dide, berî ku kurê wê bibin Stenbolê, dayik diçe gel kurê xwe. Dayik dema di maşîneyê de kurê xwe dibîne ku hatiye derbkirin û aşkera kir ku wekî ku çavê wî ji serê wî hatibû derxistin.
 
'GOTIN DI FERÎBOTÊ DE XWE AVÎTIYE'
 
Dayika ku dixwaze bi kurê xwe re biçe Stenbolê, polîs bi gotinên wekî "Me asteng neke, çek li Stanbolê li gel hevalekî wî ye. Em ê biçin û bigirin bînin. Tuyê roja Înê jî bê û kurê xwe bibînî." Yildiz roja Înê diçe qereqolê û pirsa kurê xwe dike û bersiva "Kurê te ji destê me revî" digire. Roja din dayik Yildiz dîsa diçe qereqolê û bersiva "Hêj nehatine" didin wê. Dayik piştî telefona xwe digire diçe kar, êvarê dema vedigere malê dibihîse ku biraziyê wê hatiye binçavkirin. Biraziyê wê yê ku dibin qereqolê, ji Yildiz re dibêje ku "Polîsan dibêjin Murat Yildiz dema bi Ferîbota Topçularê dibin Eskîhîsarê, xwe ji ferîbotê davêje û bi sovekariyan xwe rizgar dike."
 
Dayik Yildiz wê şevê bi rê dikeve û diçe Stenbolê, bûyerê ji ewlekariya Pêravên Eskîhîsarê dipirse. Ewlekariya pêravê dibêje ku anonsek wiha hatiye kirin; lê dê tu tiştekî nekin, berê dayikê didin Dozgerê Gebzeyê û diyar dikin ku "Tu dikarî rewşê ji Dozgerê Gebzeyê hîn bî." Yildiz vê carê diçe Dozgerê Gebzeyê jî dibêje ku "Xanim! Îfadeya polîsan li vir e, kurê te revî ye û xwe rizgar kiriye. Dê rojekê ji cihekî derê û bê." Yildiz a ku piştre bi dehan caran diçe qereqolê, her dem bersiva "Dê rojekî ji cihekê derê û bê" digire.
 
DOSYA HAT WINDAKIRIN
 
Yildiz ê bi xwesteka xwe teslîm dibe û bi sûcê "li cihê meskûn gule berdaye hewayê" tê darizandin, her çendî bi gotinên revî an jî întixar kir bawerî neyê kirin jî, doz 5 salan li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê dewam kir, di dawiyê de beyanên polîsan ên wekî "xwe di ferîbotê de avêt" esal hat girtin. Dadgehê bi hinceta "peywira xwe îhmal kirine" lîrayek 18 quriş cezayê pere li wan birî. Heman dadgehê di sala 2002'yan de cezayê pere 5 salan taloq kir. Di sala 2007'an de hemû encamên dozê ji holê hat rakirin.
 
Dosyaya Murat Yildiz di Edliyeya Gebzeyê de hat windakirin, Seroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Gulseren Yolerî piştî qeydên edliyeyê lêkolîn kirin, ne dosya dît û ne jî der barê îmhakirina dosyayê de tu tişt nedît. Yolerî di sala 2015'an de serî li Serdozgerê Komarê yê Gebzeyê da û xwest aqûbeta Murat Yildiz bê zelalkirin û serlêdana sûc kir. Ji bo lêpirsînek bi bandor pêk bê, Yolerî gelek caran serî li Dozgerê Gebzeyê da û daxwazname da dozger, rojên borî bersiva "nediyar" hat dayîn. Yolerî û Yildiz bertek nîşanê vê biryarê dan.
 
RÛNIŞTINA YEKEMÎN DI 9'Ê MIJDARÊ DE YE
 
Yolerî aşkera kir ku wan di sala 2015'an de serî li Dozgerê Komarê yê Gebzeyê daye û wiha axivî: "Dozger diyar kir ku ji ber demboriyê ew ê dozê bigirin. Min daxwazname dan û aşkera kir ku windakirina di bin çavan de sûc e û xwest lêpirsîneke bi bandor bê kirin. Di hevdîtna herî dawî ya bi dozger re, ji ber vekirî mayîna dosyayê aciz e. Got ku 'Biryara nediyarî bigirin, em jî dosyayê bigirin.' Dema me got em ê vê yekê nekin, da zanîn ku bi awayekî re'sen ew ê serlêdanê bikin û piştî biryarê de dosyayê bigirin." Yolerî aşkera kir ku dê rûniştina yekemîn di 9'ê Mijdarê saet di 15.20'an de li Edliyeya Gebzeyê bê dîtin û got ku "Di vê pêvajoyê de ji bo biryara 'nediyarî' dernekeve em ê di tevgerê de bin."
 
'EZ DOZDARÊ DEWLETÊ ME'
 
Dayik Hanîfe Yildiz destnîşan kir ku piştî vê biryarê, niha 1'emîn Dadgeha Hiqûqa Sulhê ya Gebzeyê der barê wan de biryara nediyariyê girtiye û ev tişt got: "Ez bi Miduryeta Nifûsê ya Gebzeyê re dozdarim. Lê tu doza min a bi Miduryeta Nifûsê ya Gebzeyê re tune. Tu şerên me jî çênebûye. Ez ji dewletê dozdarim û ji Ramazan Kaya û Tahîr Şerbetçî, Şah Îsmaîl Ozturk dozdarim. Ewlekarên vê dewletê çi kirin, çawa windakirin ez dozdarê wanim. Nediyarî çawa dibe. Tu dibê qey cinan biriye, wekî tu eleqeya dewletê pê tune ye. Dibêjin ku eleqeya wan tune ye, wê deçê çawa dibe ji ber îhmala peywirê doz li wan tê vekirin. Wê demê ev tiştekî di destê polîsan de ye. Ez ji dewletê jî û ji wan polîsan jî heta dawiyê dozdarim. Li pey şopa kurê xwe me."
 
MA / Sadiye Eser
 

Sernavên din

09/11/2017
09:06 Li girtîgehê îronî jî qedexe ye
09:05 Qeyûmê Wanê biryara dadgehê nas nekir
09:04 Hevşaredar sal û nîvek şûnde derdikevin pêşberî dadger
09:04 Tirkiyê û Rêjîma Sûriyê li Minbicê tevlîheviyê dike
09:00 ROJEVA 09'E MIJDARA 2017'AN
08/11/2017
17:41 Sayilgan nehat berdan: Rojnameger tên darizandin
17:13 Bahçelîevler, GOP û Sultanbeylî greva birçîbûnê dewr girtin
17:05 Rojnameger Ahmet Şik piştî 5 salan beraat kir
17:04 Gera HDP'ê îro li Bedlîs û navçeyên wê dewam kir
16:37 Hejmara kesên li Îzmîrê hatin binçavkirin derket 21 kesan
16:30 Xwendekaran YOK şermezar kir: Em serî danînin
16:29 Jinan ji bo mitînga 11’ê Mijdarê belavok belav kirin
16:18 Li Çelê 4 kes hatin girtin
16:18 ÎHD'ê di Fûara Pirtûkan de cilên yek reng şermezar kir
15:33 Tevgera helikopteran li Şirnexê zêde bû
15:18 Çalakgerên grevê peyama 'Heta tecrîd rabe' dê çalaki bidome
15:17 Cenazeyê 26 jinan di deryayê de hat dîtin
15:17 Puigdemont: Hûn dê kengî dengê Katalan qebûl bikin?
15:07 Di doza Mehmet Aytaş de biryar derket: Ceza daxistin 24 salan
14:51 3 kes li Yukselê hatin binçavkirin.
14:31 Rojnamegerên nûçeya mirinê çekirin ji xala 301’an tên darizandin
12:48 Dewleta kûr li Şemzînanê li ser sûc hat girtin
Seferî Yilmaz: Artêşa 'Zarokên baş' tê avakirin
12:39 5 payebilindên DAIŞ’ê li Dîlokê ne?
12:38 Di fabrîqeyê de teqîn pêk hat 5 karker mirin
12:37 HDP'ê îdiayên sîxûriyê ji serokwezîr pirsî
12:11 'Heya ku tecrît hebe, çalakî dê bidomin'
12:07 Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
11:20 Jinek li Tekîrdagê birîndar bû
10:25 Di zîndana tarî de Şengal welidand û 8 mehan roj nedît
09:57 Wiha biçe dê Meletî bê tem û lezet bimîne
09:42 Nameya ji girtî re şandin bû delîla 'endamtiya rêxistinê'
09:41 Wêneyên rojnamegeran kişandine kirin sûc
09:40 Kevirên goran kirin kevirên depoyê
09:40 Malên dîrokî ên Çelê tune dibin
09:38 Ecarer: DAIŞ bi destê îktîdardê mezin bû
09:37 ‘Em xwedî li temînatê aştiyê Ocalan derkevin’
09:35 Dêra dîrokî bû goma sewalan
09:34 ‘Wê politîkaya ‘goştê erzan’ tenê karibe krîzê taloq bike’
09:33 Rastiya înfaza Ajokar Ceyhan piştrast dibe
09:32 Zarokan dikin qurbana qezenca zede
09:30 Midûriyeta polîsan kevirê goran ciwanên kurd diguherînin
09:27 Atolyeya Kolektîfa Sînemayê ya Mezopotamyayê dest pê dike
09:25 Parêzer Kaplan: Rakirina krîza siyasî bi rakirina tecrîda li ser Ocalan pêkan e
09:24 ‘Di 11’ê Mijdarê de bi ruhê Newrozê em li Qada Îstasyonê bin’
09:00 ROJEVA 08'Ê MIJDARA 2017'AN
07/11/2017
18:25 Stenbol dê sibê çalakiya grevê dewrî komên din bike
17:03 QSD ê li Dêra zorê 17 km nêzî Iraqî bûye
16:01 Du dozên Yuksekdag kirin yek
15:58 Berdevkê HDP'ê: Pergala konfederal a Ocalan pêşdîtina îro ye
15:43 'Heta Ocalan azad nebe gelê kurd û tirk azad nabe'
15:27 Hevjîna Murat Çelîk serbest hat berdan
15:10 4 demsal berxwedan
14:40 Çalakiya Yukselê 3 kes hatin binçavkirin
14:19 Baluken: Mîna her carê dê berxwedêr bi ser bikevin
14:04 Kemalbay: Krîzeke aborî ya sergirtî heye
13:46 Kolberê 13 salî bi îşkencê kuştin
13:45 Di dosyaya Hayatin Sesî de dadgehê mutalaa xwest
13:30 20 salin ji bo Ocalan çalakiyan pêk tînin
13:21 5 xwendekar li Qersê hatin binçavkirin
12:53 Welatiyên Amedê: Ocalan biaxive dê aramî bê welat
12:36 Dervê welêt li Wekîlê HDP'ê Ayhan qedexe kirin
12:30 Hezan li înşeatekê pêk hat
12:30 Polîsên Iraqî ji DAIŞ'ê rizgar kirin bi 20 hezar dolarî firot malbata wê
12:25 Parêzerên Ocalan cara 702'yan serlêdan kirin
12:16 Hekîmên Amedê: Guh bidin qêrîna hawara bijîşkan
11:40 Di 20 mehan de 18 zarokan jiyana xwe ji dest dan
11:34 Bi pîcemayan sirgûn kirin
11:16 Saziya Îmraliyê bêdeng e, hakimê înfazê bê sedem daxwaz red kirin
10:35 Pêşmergeyên PDK'ê ji Şengalê vekişîn, tevlêbûna YBŞ’ê zêde bû
10:05 Ciwanên Minbicê tevlî Erkê Xweparastinê dibin
10:03 Rûsyayê Kongreya Sotşî ji ber sedemên ne diyar paşve xist
09:31 Gundê 5 caran hat valakirin, li dijî koçberiyê li ber xwe didin
09:30 Trajediye ku nivîskarek nikaribe pirtûka xwe îmze bike
09:29 'Ji ber ku ez ji zarokan qut kirim, ez nikarim binvîsim'
09:28 Bi firandina dewlikan bextewariya vegerê jiyîn
09:27 Sayilgan piştî 13 mehan derdikeve pêşberî dadgehê
09:27 Qîma xwe bi kalekolan neanî niha dîwarên bi jîlêt ava dikin
09:26 Di kulubeya metreyekê de 17 sal in kedê dide
09:00 ROJEVA 07'Ê MIJDARA 2017'AN
06/11/2017
16:58 Kerestecioglu Hesabên off-shore yên zarokên Yildirim ji Şîmşek pirsî
16:31 Dadger biryara rawestandina darizandina parêzerên Gezî da
16:30 Tuna dê li ser koltuxê Gokçek ê 23 salan rûnê
16:29 Karkerê 18 salî di înşaeta santrala termîkê de ket
15:34 Grevên birçîbûnê yên ji bo Ocalan bajar bi bajar belav dibin
14:14 Di Cotmehê de 182 karkeran jiyana xwe ji dest dan
14:10 Wekîlên HDP'ê yên girtî ji bo Azadiya Ocalan bang kirin
13:44 Barzanî razîye bûdçeyê çavkaniyên Herêma Kurdistanê teslîm bike
13:32 Leşker zarokê 5 salî kuşt
12:32 Îktîdar ket nava tirsa 27'ê Mijdarê
12:31 4 rojin cenazeyê Murat Çelîk nadin malbatê
11:28 'Berxwedana karkerên Akkimê di roja 100'an de ye'
11:22 Ziyaretvanan bi ringê dibin girtîgehê
11:14 'Teqemeniyên ne teqiyayê tevlî kavilan dibin'
11:03 2 piştgiriyên Gulmen û Ozakça hatin binçavkirin
10:54 'Dê Kurdistanê ji Sûriyeyê dest pê bikin'
10:32 Li Baxçeyên Hevselê demsala payîzê
10:20 Bi operasyona Reqqayê 500 Êzidiyên dîl hatin azadkirin
09:51 Ciwanên Cizîrê yên sîxûriyê li ser wan ferz dikin axivîn
09:50 'Li dijî rejîma tundiyê 'Biqîre'
09:49 Konca: Divê em hêj zêdetir li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin