WAN - Li Wanê esnafên Bazara Rûsê ya Mezin, ji ber krîza aborî hindik mane dikanên xwe bigirin. Esnafan, bilêv kir ku heta du sal berê jî bi sedan kes dihatin bazarê, lê belê niha bi mehan e destvala diçin malê.
Li Wanê, esnafên krîza Bazara Rûsê ya Mezin, ji ber krîza aborî perîşan bûne. Li vê bazara ku esnaf berên ji Hîndîstan, Îran, Iraq û gelek welatên din tînin û difiroşin, niha esnaf destvala vedigerin malên xwe.
‘NIKARIN HEQÊ KIRÊYA XWE JÎ BIDIN'
Esnaf Nûrî Abî, bilêv kir ku esnafên bazarê perîşan bûne û got: "Ji ber dowîz zêde bûn, fiyetê her tiştî jî biha bû. Niha dowîz hinekî kêm bûne, lê belê fiyet kêm nebûn. Gelek esnaf hema bêje rojê tiştekî jî nafiroşin. Êdî ketine rewşeke ku nikarin heqê kirêya xwe jî bidin. Ma esnaf kar neke wê kî bike. Eger wisa be ji mecbûrî wê bigire."
KES LI HALÊ WAN NAPIRSE
Abî, bilêv kir ku kes li halê esnafan napirse û got: "Di çapemeniyê de tenê şer heye. Ji bo rewşa aborî tiştek jî tune ye. Halê me esnafan nîşan nadin. Di ekranan de tim berhsa başbûna partiyekê û xerabûna hin partiyan dikin. Nexwe çi tişt baş e? Mirov nikarin nanekî jî bibin mala xwe." Abî, diyar kir ku ger krîz dewam bike, wê dikanên vekirî nemînin.
Esnaf Nazmî Kûrt jî, diyar kir ku li welat krîzeke aborî heye û got: "Hema bêje kar tune ye. Em nizanin wê di pêş de çi biqewime. Helbet em jî dixwazin rewş baş bibe. Lê niha krîzeke aborî heye. Hema bêje mirov nikarin tiştekî jî bikirin. Ez eşyayên ji bo diyariyê difiroşin. Mirov niha nikarin xwe têr bikin îjar wê van eşyayan bikirin." Esnaf Kemal Laçîn ku tizbiyan difiroşe jî got, rewşa kar qet nebaş e.
'MIROV NIKARIN TIŞTEKÎ BIKIRIN'
Esnaf Osman Encu jî, diyar kir ku heta du sal berê jî rewşa wan pir baş bû û got: "Niha rewşa hemû esnafan xirab e. Mirov nikarin alvêrê bikin. Her tişt zem xwariye. Pereyê ku berê me pê du wesayît tije eşya dikirîn, niha ancax em wesayîtek eşya dikirin."
MA / Cemil Ugur – Fazil Elçi