AMED - Bi hatina 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Navnetewî zimanzan Samî Tan, diyar kir ku kurd ji bo parastina nasname û rûmeta zimanê xwe li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn pêşengiya 21'ê Sibatê dikin û êdî dem ne ew dem e ku kurd wek sloganekê nêzî zimanê xwe bibin, divê gavên pratîk bavêjin.
Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO), ji bo bal bikişîne ser zimanên di xetereyê de 21'ê Sibatê wekî Roja Zimanê Zikmakî yê Navnetewî îlan kir. Her wiha ev roj wek roja salvegera kuştina xwendekarên zanîngehê yên Bangladeşî ku ji bo têkoşîna zimanê xwe ji aliyê polîsan ve hatin kuştin tê pîrozkirin. Ev roj wek bîranîna wan xwendekarên zanîngehê ku jiyana xwe ji dest dan jî tê zanîn. Li Tirkiyeyê jî civaka kurd pêşengiya vê rojê dikin û her sal bi rêzeçalakiyan pîroz dikin.
Tevî ku ev roj nêz dibe jî lê zext, astengî, qedexeyên li ser kurdî û neqebûlkirina kurdî didome. Li gel hemû astengî, zext û zoriyan jî civaka kurd, zimanhez, mamoste, şagirt, nivîskar û zimanzan xwedî li zimanê xwe derdikevin û ji bo zimanê kurdî bibe xwedî statûyek fermî têdikoşin. Yek ji van zimanzanan jî Samî Tan e ku bi salan e xebatên ziman di asta pisporî û akademîk de bi rê ve dibe. Tan, bal kişand ser girîngiya vê rojê ya ji bo civaka kurd û zimanê kurdî.
TAN: KURD DOZA NASNAMAYA ZIMAN DIKIN
Tan, da zanîn ku gelê kurd doza nasname û çanda xwe dike û got: "Kurd, ziman wek nîşaneya nasnameyê dibînin. 21'ê Sibatê ji bo kurdan di asta navnetewî û netewî de xwedî girîngiyekê ye. Kurd vê rojê bi çalakiyên cuda pîroz dikin. Li Tirkiyeyê bêtir kurdan xwedîtî li vê rojê kirin. Heta kurd xwedî li vê rojê nekirin li Tirkiyeyê ev roj zêde nedihat zanîn. Lê roja îro kurdan pêşengiyê ji vê rojê kir û xistin rojeva Tirkiyeyê. Ji bo parastin û pêşvebirina zimanê xwe, ji bo mafê perwerdehiya zimanê dayikê û zimanê kurdî bibe zimanê fermî kurd têkoşîna zimanê xwe didin."
'KURD PÊŞENGÊN ROJHILATA NAVÎN IN'
Tan, got kurdan li Tirkiyeyê çalakiyên mezin ji bo zimanê xwe li dar xistin û îro jî têkoşîna kurdan a ji bo azadiya zimanê wan didome. Tan, bal kişand ser pêşengiya kurdan a ji bo 21'ê Sibatê û got: "Li Rojhilata Navîn, Kurd pêşengiyê ji bo roja 21'ê Sibatê dikin. Gelek netewên din jî ji bo vê rojê çalakiyan pêk tînin lê zêdetir bi awayên girseyî kurd xwedî lê derdikevin."
'JIXWE TU JI DEWLETÊ RE BERDÎ ZIMAN DIKUJE'
Tan, bal kişand ser girîngiya ziman a ji bo civakê û wiha domand: "Di esasê xwe de ziman tiştekî civakî ye. Ziman bi civakê dijî. Yanî tu dewlet nikare bi darê zorê zimanekî bide jiyandin. Dewlet dikare zimanan bide kuştin û gelek zimanan kuştine jî. Qedexe û asteng kirin e. Gelek pêkûtî û zext li ser axivînerê zimanan hatiye kirin. Ziman bêqîmet kirine û prestîja wî kêm kirine. Mînaka van zimanan jî zimanê Kurdî ye. Li gel qedexekirina zimanê kurdî bêqîmetkirin jî heye. Dema tu dev ji kurdî berdî û vegerî ser zimanê Tirkî hemû derfetên dewletê dixin xizmeta te. Lê eger ku tu di kurdî israr bikî divê ew xebata ziman jî pir alî bê meşandin. Taybetî divê beriya civakê pêşengên civakê partiyên siyasî, saziyên sivîl û demokratîk û çapemenî, rêveberiyên herêmî xizmeta zimanê kurdî bikin. Ji 1999'an heta 2016'an di qada rêveberiyên herêmî de di astek cidî de xebat û plansaziya ziman nehat kirin. Ziman bi alîkariya planszaziyek birêkûpêk divê bê bipêşvekirin. Ev xebata hat kirin jî bi alîkariya civak û saziyên demokratîk pêk hat. Divê em zimanê xwe çawa bikin zimanê sûk, bazarê û em ê bikin ku mirov wê çawa qîmetê bidin zimanê me. Divê em ê bikin ku rewşenbîr, zanyar, lêkolîner, zimanzan û hunermend bi zimanê xwe xizmetê bikin û bikin berhem û ji bo ku civak jî li van berhaman xwedî derkeve. Ji bo ziman di her qada jiyanê de bêbikaranîn divê li her qadê xebat bê kirin."
'QEDEXEYA LI SER ZIMAN DIDOME'
Tan, destnîşan kir ku helbet hêj qedexe û pêkûtiyên li ser zimanê kurdî didomin û wiha got: "Mirov ji bo bi kurdî stranek gotine rastî kuştinê, ceza, girtin û îşkenceyê tên. Her cûre pêkûtî li ser zimanê kurdî heye. Lê li gel vê yekê jî divê plansaziyek me hebe. Bi taybetî li divê em li welatê xwe zimanê xwe serdest bikin. Divê li her qadê zimanê kurdî serdest be. Di vî warî de bar dikeve ser milê siysetmedar, partiyên siyasî û saziyên sivîl û demokratîk ên kurdan. Dema tu asata herî jor û parêzvaniyê de xwedî li zimanê xwe derkevî tu yê bi ser bikeve. Hingê dewlet jî li gorî neçare gavan biavêje. Lê di esasê xwe de pêşengên civakê pêşengiya xwe bikin. Hêj gelek kadroyên pêşeng ên saziyên me kurdan bi kurdî nizanin dema rewş wisa be em nikarin pêşengiyê bikin."
'NE WEK DIRÛŞM DIVÊ WEK SOSYOLOJÎK EM NÊZ BIBIN'
Tan, diyar kir ku divê ew di meseleya ziman de wek dirûşmeyek siyasî lê nenêrin û got: "Divê em bi awayê pratîk gavan biavêjin. Ji bo vê yekê jî divê em xwedî bernameyek dûv û dirêj bin. Mînak di der barê zimanê me de hêj dane di destên me de nînin. Der barê ziman de xebatên civakî pir nehatine kirin. Di vî warî de xebatek anketê ya cidî nehatiye kirin. Ji bo ku dikaribî di nava civakê de xebatên ziman û hemû neyînî û erêniya wê de çiqas xûrt û qels e divê bê diyarkirin. Dema ev xebatên sosyolojîk bên kirin mirov dikare xebatên tîmarkirin û pêşvebirinê jî bikî. Bi piranî dewlet van xebatan dike. Lê dema tu bêjî ez tevgerek gelerî me tu dikarî pêşengiya vê xebatê bikî."
'ZIMAN NETEWEYÎ NE SLOGAN E'
Tan, bal kişand ser mijara ziman a neteweyî û wiha pêde çû: "Ziman zimanekî giştî yanî netewî ye. Ziman ne zimanê komekê, çînekê, tevgerekê, partiyekê û kesî ye. Ziman ê hemû civakê ye. Divê mirov bi awayek netewî nêzî ziman bibe û bigire dest. Îro roj hatiye ku plansaziyek zimanê me hebe û em bi esnaf, karsaz, bijîşk yanî bi hemû qadê jiyanê de birêxistin bikin û xebatên birêkûpêk bikin. Ne wek sloganekê em nêz bibin.
'HER KES JI MALA XWE DEST PÊ BIKE'
Serdema nêzîkatiya wek dirûşmekî ya ziman derbas bû. Teqez êdî ji bo ziman bikeve meriyetê divê gavên şênber bên avêtin. Dema xeberdana li ser ziman derbas bû. Êdî pir hindik her kes girîngiya ziman dizane an jî hatiye fêmkirin. Di warê pratîk de tengasî heye. Ji bo ziman dirûşm berzkirin êdî gelek hêsan e. Lê gavên pratîk û pratîzekirina hin tiştan divê vî barî hilgire. Her kes divê ji mala xwe dest bi ziman bike."
'PERGALÊ ÎRADEYA ZIMANÊ KURDÎ ŞIKAND'
Tan, destnîşan kir ku ziman bi hişmendiya mirovan ve girêdayî ne û got: "Pergalê di vî sed salê dawî de di warê ziman de îradeya gelê kurd heta radeyekê şikandiye. Baweriya gelê kurd ji ziman kêm kiriye. Zimanê me li ber çavên me reş kiriye û bêqîmet kiriye. Divê em vê zîhniyetê biguherînin. Dema me vê zîhniyetê guherand li gel hemû astengî û zordariyan jî derfetên gel hene ku li zimanê xwe xwedî derkeve. Ji bo pêşvebirina zimanê kurdî her derfet di destê me de heye ku em li ser bixebitin."
PÊŞNIYARA TELEVÎZYONEK PERWERDEHIYA BI KURDÎ
Tan, pêşniyara telvîzyonek tenê perwerdehiya zimanê kurdî bide kir û got: "Nebûna televîzyonek kurdî ya tenê xebatên zimanê kurdî biweşîne û dersên zimanê kurdî bide pirsgirêkek mezin e. Divê televîzyonek ku tenê perwerdehiya bi zimanê kurdî bide hebe. Beş bi beş li ser ziman perwerde bide. Li ser rêzimanî, wêje, folklor, dîroka kurdî bi beş bi beş bê weşandin. Xebatek wiha nîne. Roja wê hatiye ku kurd televîzyonek perwerdehiyê vekin. Bi şeklê ew perwerdehî bi kurdî be di her mijaran de dikarin perwerde bidin."
'DIVÊ PARTIYÊN KURD BI KURDÎ XEBATÊ BIRÊVE BIBIN'
Tan, xebatên partiyên siyasî yên kurd ji ber bêtir bi tirkî ne jî rexne kir û wiha got: "Dema kadroyên xebatên ziman li ser karê xwe bisekinin û bi bîr û bawerî birêve bibin kes nikare rê li ber xebata ziman bigire. Yanî ji ber ku xebata ziman xebata herî rewa ye. Xebata herî meşrû ya cîhanê ye. Kes nikare bi vî awayî ziman qedexe bike. Mesele ew e ku em kurd bi xwe xwedî li ziman û çanda xwe derkevin. Divê em xebatê bi plan û bername birêve bibin. Tenê mesele bi gotinê nabe. Êdî dem dema pratîkê ye. Divê her kes dikaribe bêje ez dikarim çi bikim. Divê hemû pêşeng ji xwe dest pê bikin. Divê partiyên siyasî beriya her tiştî xebatên xwe yên siyasî bi kurdî perwerde bidin. Perwerdehiya xebatên siyasî yên partiyên kurd bi zimanê tirkî dayîn li gorî min şerm e."
MA / Bîlal Guldem - Lezgîn Akdenîz