* Bi hatina 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Navnetewî zimanzan Samî Tan, diyar kir ku kurd ji bo parastina nasname û rûmeta zimanê xwe li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn pêşengiya 21'ê Sibatê dikin û êdî dem ne ew dem e ku kurd wek sloganekê nêzî zimanê xwe bibin, divê gavên pratîk bavêjin.
* Zimanzanên kurd ên ji çar parçayan û dîasporayê ku tên nasîn ji bo standartkirina zimanê zaravayê kurmancî yê kurdî konsensûs pêk anîn. Zimanzan ji bo yekîtiya ziman ava bikin 2 salan li ser vê yekê xebitîn û karek bêhempa kirin û pirtûka “Rêbera Rastnivîsînê” derxistin. Dê sibê ji raya giştî re bê aşkerekirin.
* Kedkarên hat îxrackirin, diyarkirin ku îxrackirin polîtîkayeke tepisandinê ye û got: "Em ê di hilbijartinê de bersiva vê rewşê bidin."
* Li Wanê esnafên Bazara Rûsê ya Mezin, ji ber krîza aborî hindik mane dikanên xwe bigirin. Esnafan, bilêv kir ku heta du sal berê jî bi sedan kes dihatin bazarê, lê belê niha bi mehan e destvala diçin malê.
* Li Tirkiyeyê, ji deverên ku axa wê berdar e navçeya Salîhlî ya Manîsayê ye. Niha tê xwestin ku li Salîhliyê JES bên çêkirin. Şêniyên herêmê ku li dijî çêkirina JES'an têdikoşin, bal kişandin ser berdariya axa herêmê û gotin: "Bihiştê vediguherînin dojehê."
* Medîne Kaymaz, dayika girtiyê nexweş Bayram Kaymaz, diyar kir ku 3 meh in kurê wê di hucreyeke yekkesî de ye û ew nikarin wî bibînin. Kaymaz, serî li ÎHD'ê da.
* Girtiyên li Girtîgeha Tîpa H a Bûrsayê di greva birçîbûnê de ne gotin: "Ji bo aştî çêbibe, divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe."
* Adnan Avci ku der barê zimanê lazî de lêkolînan dike, destnîşan kir ku bi salan e lazî hepsî metelokan û texlîtên devokî hatiye kirin. Avci, bilêv kir ku divê demildest zimanê lazî ji vê yekê bê dûrxistin û "îtibara" wê bê îadekirin. Kadîr Polat ê çeçen jî Tirkiyeyê şiband "Girtîgeha zimanan."
* Namzetên HDP'ê yên Hevşaredariya Mîdyatê Osman Demircî û Havva Balci, diyar kir ku ew dê feraseta kesên xwe "spî" dibînin hilweşînin û li Mîdyatê turîzma çand û baweriyan pêş bixin.
* Metîn Serhat ku li Girtîgeha Xarpêtê 67 roj in di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku heta niha ji xeynî lîmon û şekir tiştek nehatiye dayîn û got: "Em ê tecrîdê bişikînin."
* Namzetên bajaroka Periyê Songul Dogan û Orhan Çelebî, destnîşan kirin ku ew ê şarederiyê radestî gel bikin û ew ê tevî gel projeyên xwe pêk bînin.
* Namzetên HDP'ê yên Hevşaredariya Bûlamê gotin: "Em ê bêjin 'Bi çiyayên xwe, bi deşta xwe, bi tûtina xwe Bûlam ya me ye.'"
* Malbata Mîkaîl Mûngan ê li Girtîheha Tîpa T a Hejmara 2 a Bandirmayê 47 rojin di greva birçîbûnê deye, diyar kir ku berî ku li girtîgehan mirov jiyana xwe ji dest bidin, divê tecrîd bê rakirin û got: “Bêdengiya me dê wan bikuje.”
* Li Semsûrê, komek dildar bi kampanayaya "bila zarok neqefilin", ji bo 800 zarokî kinc peyda kirin. Dildara komê Ebrû Taner got: "Diviya dewlet tiştên wisa bike, lê belê ji ber nake, em komek dildar ketin dewrê."
*Girtî Zerdeşt Odûncû yê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 66 rojin di greva birçîbûnê deye û berê jî bi heman armancê agir berdabû bedana xwe, bi rêya malbatê peyam şand û got: “Em ê di asta herî jor de berxwedana xwe berdewam bikin.”
*Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê, dê darbarê binpêkirinên mafan ê dinavbera 1’ê Tîrmeha 2018’an û 31’ê Kanûna 2018’an ên li girtîgehên herêma Marmara hatin jiyan de, rapora amadekirine li şaxa xwe ya Taksîmê ji raya giştî re aşkere bike. (12.30)
*Li Şirnexê, malbatên girtiyan, dê darbarê grevên birçîbûnê yên li girtîgehên cuda berdewam dikin de, daxuyanî bidin çapemeniyê. (10.00-13.30)
*HDP dê li navçeya Sîlopî ya Şirnexê, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de, dikandaran ziyaret bike. (13.30)
* Rêxistina HDP’ê ya Sêrtê, dê bûyera hilbijatinê veke. (14.00)