STENBOL - Nivîskar Omer Agin destnîşan kir ku hişmendiya dewleta neteweyî ji pirsgirêkên civakê re nabe bersiv, piştrast kir ku paradîgmaya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ji bo cîhanê destkeftiyeke û dikare ji pirsgirêkên li Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê re bibe bersiv.
Nivîskar Omer Agin fikarên xwe yên der barê pergala "dewleta-neteweyî" de anî ziman û rê li ber kîjan pirsgirêkê vedike, di civakê de hev du dûrxistinê çawa derdixe holê, yek bi yek vegot. Agin destnîşan kir ku "dewleta-neteweyî" li dijî civaka demokratîk astengiya herî mezin e, ji bo di civakan de wekhevî û bi pêş nekeve, her dem astengiyan derdixe û wiha axivî: "Em tecrûbeyên sosyalîzmê daynin aliyekê, hemû dewletên ku heta roja îro hatine avakirin û beşên civakan ên ku xwe spartinê, 'naveroka' wan hemû wekî hevin. Naveroka wan a dişibin hev, hemû koledariyê ferz dikin, feodal, têgehên netew û 'neteweya-sosyalîst' ên wekî 'dewletê' sedemek ava kirine. Taybetmendiyên van dewletan ên hev beş, xwestine politîka û exlaqê civakê bixin bin bandora xwe. Xebata wane bingehîn jî tekakesî, yek hişmendî, sirûda neteweyî al û dewlet e û ev hemû jî li ser bingeha 'yezdaniyê' hatiye avakirin.
‘HIŞMENDIYA DEWLETA NETEWEYÎ PIRSGIRÊK E’
Agin aşkera kir ku dewletên neteweyî tu demê ji bo pirsgirêkên civakî çareser bikin derneketine rê, vê yekê li cîhanê rê li ber gelek pirsgirêkên cidî vekirine. Agin piştrast kir ku di serî de îngilizî, hêzên emparyalîst bi hişmendiya dewleta-neteweyî Tirkiye jî bi xwe ve girê dane û wiha pê de çû: "Di serdema Osmaniyan de li ser vê axê civaka herî zêde hatiye pelçiqandin, tirkmenin. Zimanê wan jî qedexe bû. Hêzên emperyalîst ji bo Osmaniyan bi xwe ve girê bidin, kapîtalîzim li vê axê bi cih kirin, bi hişmendiya dewleta-neteweyî bi xwe ve girê dan. Ji hêla din ve şaristaniyên li ser vê axê dijîn û xalên berxwedêr ên van şaristaniyên ku derketine holê, xwestin wan parçe bikin. Ji ber ku Osmanî bi hişmendiya dewleta-neteweyî xwe girê neda û xwe bi hişmendiya ummetî ve girê da, hat belawelakirin. Tirkiye bi hişmendiya dewleta-meteweyî ya yek yekî derket holê. Ev hişmendiya yek yekî berde pirsgirêkan çareser bike, pirsgirêkên li vê herêmê kûrtir kirin."
'PARADÎGMAYA OCALAN DÊ ÇARESERIYÊ BÎNE'
Agin bal kişand ser paradîgmaya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û piştrast kir ku li dijî paradîgmaya Ocalan li dijî hişmendiya dewletê çareseriya herî baş e û ev tişt got: "Ocalan tenê avahiyên hegonomîk ên dewletên neteweyî lêkolîn nekir, di heman demê de li ser pirsgirêkên civakê yên ku dewleta neteweyî çareser nekiriye jî rawestiya û ji van pirsgirêkan re alternatîf dît û paradîgma bi pêş xist. Ji van paradîgmayan yek jî Konfederalîzma Demokratîk e. Mêtingeriyê red dike û hemû avahiyên demokratîk digire nava xwe û rêveçûneke bi hev re derdixe holê." Agin got ku "Di vê paradîgmayê de meclisên demokratîk dikarin cih bigirin" û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev meclisên gundan, meclisên bajaran û li herêmê xwe rêxistin dikin. Gel di van meclisan de tên gel hev û ji hemû pirsgirêkên xwe re çareseriyê dibînin." Agin diyar kir ku Ocalan ev pergala bi cîhanê da qezenckirin, piştrast kir ku dê ev paradîgma ji Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê re çareseriyê bîne.
'HIŞMENDIYEKE MEZIN DA ŞOREŞÊ'
Agin anî ziman ku Ocalan di hişmendiya Konfederalîzma Demokratîk û Neteweya Demokratîk de gotiye ku "pirsgirêkên civakê çareser kirin jî ne şoreş e" û di vê der barê de jî ev nirxandin kir: "Ji ber ku paradîgmaya ku Ocalan pêşniyar kiriye, ji şoreşê wêdetir e. Divê civakê bînin astek wisa ku avabûnên ku di nava civakê de pirsgirêkan derxin tune bin. Ocalan dibêje ku 'Dema ev hat avakirin wê demê şoreş pêk hatiye.' Hişmendiya mezin a ku bi şoreşê daye qezenckirin, ev e."