ENQERE - Merve Demirel a li Kolana Sakarya hat binçavkirin û rastî tacîza polîsan hat, li dozgeriya Enqereyê gilî kir.
Xwendekara Zanîngehê Merve Demîrel a li Kolana Sakarya ya Enqereyê rastî taciza polîsan hat polis li Edliyeya Enqereyê li dozgeriyê gilî kir. Merve Demirel, ku hat binçavkirin û rastî tacîza polîsan hat çû Edliyeya Enqereyê û der barê polîsê tacîzkar de li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê gli kir. Li gel Merve Demîrel, parlamenterên HDP'e Omer Faruk Gergerlîoglu û Parlamenterê CHP'ê Sezgin Tanrıkulu jî hatin Edliyê. Demirel, beriya gilî bike, li pêş edliyê bersîv da daxuyaniya Midûriyeta Polîsan û wiha got: “Bavê min ji doza FETO nehat darizandin, lê hetan îxrackirin. Ew qas, Xwişk, bira keçên 100 hezar kesên hatin ixrackirin, dê derkevin kolanan û bêyi pêvajoya darizandinê bi dawî bibe hûn dê bêjin, 'Tu Endama rêxistinê ye' Mijarê li ser mavê min terorîze nekin. Taciz sucekî bê şik e. Hûn nikarin bi tu awayî ser vê tecawiza xwe bin cil bikin."
Parlamenterê HDP'ê Omer Faruk Gergerlîoglu jî anî ziman ku tacîz pir aşkere hatiye belgekirin û wiha got: "Xuya dike ku hemû jinên tên binçavkirin rastî tacîzê tên. Xwişkame Merve bi wêrekiyek pir mezin aşkere kir. Bêdengiya dozger a li hemberî vê bûyerê û hewldana Midûriyeta Polîsan a li hemberî vî sûcî sûcê giran e."
Merve Demîrel û wekîl pişttre çûn Edliyê û der barê polîsan de serlêdana sûc kirin.