Buldan: Hûn li Trêna AKP'ê suyar bibin hûnê biçin nokteyên tanzîmê

  • rojane
  • 13:57 19 Sibat 2019
  • |
img

ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, di civîna koma HDP'ê de bal kişand ser polîtikayên AKP'ê ya tecrîdê û hilbijartinê û diyar kir ku AKP tenê li bekaya xwe difiker û li gorî wê hiş û polîtîkayan pêş dixe. Buldan, da zanîn ku AKP ji bo bekaya xwe di tecrîdkirinê de israr dike û wiha gt: "Di 31'ê Adarê de 2 rê li pêş we ne. Rêyek diçe tarîtityê, yek diçe ronahiyê. Hûn li trêna AKP'ê siyar bibin hûnê biçin tariyê xizaniyê û nokteyên tanzîmê. Rêya din jî rêya demokrasî, ronahî û azadiyê ye. Em dibêjin li Trêna AKP'ê suyar nebin." 

 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, di civîna Koma  HDP'ê de bal kişand ser polîtîtîkayên AKP'ê û geşedanên dawî. Buldan, ewil li ser hilbijartina 31'ê Adarê rawestiya û xwest her kes li dijî polîtîkayên AKP-MHP'ê hişyar be. Buldan, anî ziman ku di hilbijartina 31'ê Adarê de 2 rê li pêş hilbijêran hene û wiha got: "Em beriya hilbijartina 31'ê Adarê civina koma xwe ya dawî pêk tînin. Em di pêvajoyek pir krîtîk re derbas dibin. Em di duriyanek pir girîng de ne. Li aliyekî rêveberiya tarî û faşîzmê heye, li aliyekî ronahî û pergala rêveberiya demokratîk heye." 
 
'HEVALÊN ME LI DIJÎ TECRÎDÊ JI BO PÊŞEROJA DEMOKRATÎK KETINE GREVÊ' 
 
Buldan, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çalakiyên grevê û wiha axivî: "Hevala me Leyla ji bo vê rêya ronî veke bedena xwe ji bo mirinê razandiye. Li Hewlerê Nasir, Li Strasborgê 14  hevalên me û li Kandira Selma û Sebahat bedena xwe ji mirinê re razandine. Ji bo pergala komara demokratîk jiyanek aştiyane û li dijî tecrîdê ketine grevê. Birêz Ocalan tam 20 salin di bin tecrîdê de li Îmraliyê tê girtin.  Ji bo pergala serdest û faşîst biparêzin 20 salin tecrîdê pêk tînin. Ger ku darbe li dijî siyaseta demokratîk û parlemento pêk hatibe sedema wê tecrîd e. Ger ku vîna gel bi destê qeyûman hatibe xespkirin sedema wê israra îktîdara serdest a tecridê ye. Hebûna xwe li ser tecrîdê ava dikin. Her roj ger ku jin li kolanê tên qetilkirin û rastî tacîzê tên sedema vê yekê tecrîd e. Ger ku her roj xwarina li ser siframeya me kêm dibe sedema wê tecrîda aborî ye. Ger ku medya û raman ne azad be sedema wê pergala tecrîdê ye. Mînaka herî dawî jî doza rojnameya cumhuriyetê hat erêkirin. Em vê biryarê red dikin û qebûl nakin. Ger ku bi hezaran xwendekarên zanîngehê betal in û kedkar îxrac dibin sedema wê tecrîd e. Pergala tecrîdê cureyekî rêveberiyê ye. Divê her kes di vê pêvajoyê de hilbijêra xwe bikin. An dê faşîzma ku bi tecrîdê xwe ava dike hilbijêrin. An jî dê pergala demokratîk ku her kes bibe xwedî vîn qebûl bikin."  
 
'EM LI DIJÎ TECRÎDÊ DESTÊ XWE BIDIN HEV'
 
Buldan, da zanîn ku cesareta li dijî tecridê roj bi roj mezin dibe û wiha berdewam kir: "Ji bo em welat ji bin tecrîdê derxin divê em hemû kes destê xwe bidin hev û pergala demokratîk mezin bikin û pêş bixin. Em dê bi hevre vê yekê pêk bînin. Em dê vê yekê bi berxwedana Leyla, Sabahat û Tuncel pêk bînin. Em dê bi cesareta çalakgerên di grevê de pêk bînin. Ev cesaret her roj pêl bi pêl mezin dibe û belav dibe. Em qet û qet li dijî maşîneyên we yên zirxî gavan paşve navêjin. Em tu carî netirsîn. Em hevrêyên Leyla ne. Em mafdar in. Emê tecrîdê bişkînin û bi hevre bi ser bikevin. 
 
HER KU WINDA DIKIN BÊTIR ÊRÎŞ DIKIN
 
Buldan, bal kişand ser êrîş û tundiya AKP'ê û wiha lê zêde kir: "Her ku mafdariya me dibînin bêtir êrîş dikin. Her ku dibînin di sindoqan de bi ser nakevin bêtir êrîş dikin. Di protestokirina tecrîdê de dora parlamenterên me dorpêç kirin. Hem êrîşî wekîlên me kirin û heta êrîşî zarokan kirin.  Li wanê 3 zarok îşkence kirin, serê wan xistin klozetê û îşkenceya li dijî mirovahiyê îşkence kirin. Li paytext Enqereyê polîsan li ber çavan tacîzî Merve Demîrel kirin. Midûriyeta polîsan li vê tacîza şerma cîhanê xwedî derketin. Vê wêrekiya xwe ji îktîdarê digirin. Niha rewşa ku Tirkiye hatiye ev e. Ev bi destê îktîdarê hatiye vî halî. Yên ku ev tacîz pêk anî, diparêzin û piştgiriyê didin em bi tundî şermezar dikin. Di rojên dawî de bi sedan hevalên me hatin binçavkirin. Bi dehan hevalên me hatin girtin. Heserokê partiya me yê Mêrdînê Alî Sîncar hat girtin. Hevşaredara me ya Agirî, Hevserokê Colemergê hatin girtin. Otobusên me yên hilbijartinê hatin rawestandin. Mêvanên me di ketina Enqereyê de hatin astenkirin. Herî dawî li Antalyayê Cîzre Spor rastî êrîşa nijadperest hat. Ev polîtîkayên dijminantiya kurd e. Ev operasyon hişê êrîşê ye. Ji serdema borî de kurd ji aliyê her îktîdarê ve rastî zilm û zorê tên. Lê em carek din dibêjin gelê kurd li dijî van polîtikayên tundî û êrîşan jî serî natewînin. Îktîdara AKP'ê beriya hilbijartinê dîsa ev êrîş xistine meriyetê. AKP'ê tirs û tundî kiriye stratejiya hilbijartinê. Li hemberî me seferber bûne. Bi şev û roj li kolanan û di televîzyonan de HDP'ê dikin hedef û êrîş dikin. Heqaret, çêr gef û her tiştî li dijî me pêk tînin." 
 
'AKP BI FERMÎ SÛC DIKE'
 
Buldan, bal kişand ser zimanê AKP'ê yê êrîşê û wiha pêde çû: "Hêj çend roj berê Serokê AKP'ê dibêje bila di hilbijartinê de gef û tundî tune be. Lê çend saet şûnde êrîş kir. Ev ne kampanya hilbijartinê ye. Kampanya terorîzekirinê ye. Bi awayekî fermî sûcê nifrînê dike û rê li pêş provakasyonê dike. Civakan tîne hemberî hev. Em dixwazin demek berî demekê dest ji van hewldanên nifrîn û enîkirina civakan berdin. Ew bi van hewldanan nikarin bi me gavan bidin paşavêtin. Gelê me dê bi awayekî herî  hêz biçin ser sindoqan û encama serkeftî bistînin. Em carek din dibêjin em ji tekoşîna demorasî û aştiyê bernadin. Dîrok jî dê bibe şahid emê bi ser bikevin gelê me dê bi ser bikevin.
 
'AKP TIRSA WINDAKIRINÊ DIJÎ' 
 
Buldan, bal kişand ser tirsa AKP'ê û wiha pêde çû: "Sedema îktîdarê ku ew qas êrîş dike tirsa windakirinê ye. Her ku HDP'ê dibînin 7'ê Hezîranê tê bîra wan. Ji ber ku naxwazin gel bi ser bikevin û vîna gel li sindoqan neyê dîtin propaganda reş dikin. Tiştekî ku ji gel re bêjin tune ye. Dizî, xizanî sefalet di asta herîe jor de ye. Wekî hilbijartinên berê dixwazin bi tirsê dengan kom bikin. Em li vir dipirsin buhayê fîvaz, kartolan ma HDP'e zêde kiriye. Ma HDP'ê Tirkiye xist çirava Sûreiye, Ma HDP'ê Tirkiye mohtacî IMF'e kir. Her kesî li vî welatî wekî terosîst îlan dikin û bêyî şerm bikin diçin deng ji wan dixwazin. Her tiştî dikin pirsgirêka bekayê. Ger ku pirsgirêkek bekayê hebe ev jî berhemê wê ye. Wê demê divê hûn zû îstîfa bikin. Derdê vana bekaya koltuka wan û pirsgirêka bekaya mutahîdên wan e. Bekaya wezîran e. Bekaya ruşvet û îhaleyan e. Beriya hilbijartina 24'ê Hezîranê bi xizaniyê gef li gel xwar. Her hilbijartinê krîzê pêş dixin."  
 
'NEBÊJIN NEGOT!' 
 
Buldan, herî dawî hişyarî kir û wiha bi dawî kir: "Nebêjin negot. Ger ku AKP bi ser bikeve dê enflasyon pir zêde bibe. Xizanî û betalî dê zêde bibe. Receb Beg ê ku gel mohtacî pîvaza hişk kiriye, bê şerm derketiye dibêji 'Ezê wiha bikim wiha bikim. Gel pirçî bûye. Niha jî qala yek milet, beka û qandîlê dikin. Di nêzîk de ger ku bêjin yek îsot, yek pîvaz û yek kartol şaş nebin. Dora fêkî dê sibê bibe dora şekir û rûn.  Em dibêjin yên hûn kirin mahkûmê xizaniye hûn jî wan di sindoqan de defin bikin. Em dibêjin li Trêna AKP-MHP'ê suyar nebin. Hûn li trêna wan suyar bibin hûn dê biçin nava xizanî û nokteyên tanzîmê. Hûn dê biçin nava krîzê. 
 
ATK WINDA BIKE DÊ RÊYA DEMOKRASIYA RADÎKAL VEBE
 
Ger ku AKP winda bike, berî her diştî dê pêşiya demokrasiya radîkal vebe. Ev gel û ev civak û hemû beşên civakê yên demokrasiyê dixwazin her kes dê bi ser bikevin. hemû kesên ji bo xwarinê bibin mal dixebitin ^Fu dikevn dora tanzîmê dê bi ser bikevin. Li kolanan binerin, êdî ruyê mirovan nakenin û her kes bê molar, bê hêvî û xwe bê ewle dibînin. Ji bo mirov bikenin û bi hevî li ruyê hev binerin divê ev îtîfaq winda bike. Ger ku em bi ser bikevin karkerên balafirgeha 3'emîn ên di nava moriyan de radizên dê bi ser bikevin.  Danezana me manîfestoya jiyana azad e. Em dê bajarên xwe bi hemû bawerî, nasname, jin ciwan u rengê welatiyên bajar bi rêve bibin. Em dibêjin bajar û rêveberiyên herêmî yên gel in. Gel dê xwe bi xwe bi rêve bibin. Pêşeroja bajaran dê ne di nava gotina 2 kesan de be. Êdî divê kesek li ser navê hezaran kesan biryarê nede. Divê bajar bi xwe biryara pêşeroja xwe bidin. HDP ji bo ji AKP'ê rizgar bibe rêya demokrat^ki nîşan dide. Ger ku em li pêşeroja xwe zarokên xwe û azadiya xwe dinerin divê em li gorî wê gavan bavêjin. 
Yên ku ji 6 milyon kesan de dibêjin terorîst dê winda bikin. Yên ku mirovan mahkûmî dora tanzîmê dikin dê winda bikin. Em dê vê yekê bi hevre bi ser bikevin. Em dê li Ege, Marmara, Karadenîz û li her derê bin. Qers, Mûş Îdîr jî dê yên me bin. Ew qeyûm dê bi koltûkên vala li we vegerin.  HDP li her derê hevî ye. bijartina demokratîk e.  Em di 31'ê Adarê de 7'ê Hezîranê bidin jiyandin.  Em bi şev û roj bixebitin. Em li hemû malan bigerin. Kolan, gund navçe û bajaran bi destê her kesî bigirin. Em li vê vînê xwedî derkevin. Ji bo serlêdana lijneya sindoqan di 23'ê Sibatê de bi dawî dibe. Ji bo lijneya sindoqan serlêdan bikin. 31'ê Adarê dê serkeftina demokrasî û bahara demokrasiyê be. " 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

21/02/2019
15:41 DMME'yê serlêdana ji bo parastina Heskîfê red kir
15:35 Di Nobeta Edaletê de ji bo Guven bang kirin: Em hestiyariya xwe zêde bikin
15:31 Dayikên Aştiyê çûn serdana Guven: Êdî dengê me bibihîzin
14:54 Rêxistinên Tenduristiyê: Em xizmetek bi zimanê dayikê diparêz in
14:40 'Zimanê zikmakî mafê nayê asteng kirin'
14:17 ‘Divê hemû jinên kurd xwedî li zimanê xwe derkevin’
14:16 Hêzên Demokrasiyê: Dema vegera demokrasiyê ye
14:03 Hevserokên Giştî yên HDP’ê: Li Tirkiyeyê ji derveyî Tirkî zimanên din qedexene
13:55 Platforma Ziman: Zimanê Kurdî bikin fermî
13:54 Jinên KESK’î helwesta xwe ya hilbijartinê eşkere kirin: Ji bo hişmendiya qeyûm deng tuneye
13:34 Xwendekar û Mamostayên Mexmûrê Roja Zimanê Dayikê pîroz kirin
13:24 Soylû 'tacîz' parast: Di destên me de belge hene
13:23 HDP: Kîjan bêtir zik têr dike?
13:09 Ji bo çûyîna Îmraliyê parêzeran cara 792'yemîn serlêdan kirin
12:14 MED -DER: Bila Kurdî bibe zimanê fermî
12:13 Dayika keça wê di greva birçîbûnê deye: Parî di qirika min de dimînin
12:01 Dadgehê wezareta karê hundir mahkûmî tazmînatê kir
11:28 'Zimanê me dewlemendiya me ye'
11:19 Namzetên HDP’ê yên Basa: Em ê pergala axatiya 29 salan biguherînin
11:12 TJA: Ji bo tecrîda li ser ziman bişkê qadên jiyanê bikin berxwedana ji bo ziman
10:51 KCD: Em her derê veguherînin saziya zimanê kurdî
10:40 Fermandarê Giştî yê QSD'ê Ebdî: Şerê eniyê xelas bû, ji bo tunekirina DAİŞ’ê me stratejiyek nû diyar kir
09:57 Weqfa Mezopotamya: Ziman mîrateya mirovahiyê ye
09:31 Platforma Ziman: Mafê perwerdehiyê wek şîrê dayikê helal e
09:17 Gelê Dersimê ji bo qeyûm bişîne li benda 31'ê Adarê ye
09:16 Girtiya di grevê de; Divê rewşenbîr û demokrat rola xwe bilîzin
09:15 Canbek: Li Tirkiyeyê gelek ziman mirin
09:15 Girtiyên li Bûrsayê: Heta tecrîd bi dawî bibe dê çalakî bidome
09:14 ‘Divê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê'
09:13 'Biryara dadgehê ji bo dozên îstismarê emsaleke xirab e'
09:13 'Leyla Guven êdî ji bo pêşeroja civakê dijî'
09:12 'Piştî greva birçîbûnê, zextên li ser girtiyan zêde bûn'
09:11 Nijadperestên êrîş kirin û bustê Ataturk dan maçîkirin, hatin xelatkirin
09:11 'Moralê me xurt e, em bihêz in û em ê bi ser bikevin'
09:00 ROJEVA 21'Ê SIBATA 2019'AN
08:47 Berxwedana Leyla Guven di roja 106'an de berdewam dike
08:44 Rojnameger Derya Okutan hat binçavkirin
20/02/2019
17:54 Fîncanci ku Leyla Guven muayene kir: Bila tecrîd bi dawî bibe, mirov nemirin
17:05 Îdîanameya derbarê Osman Kavala de hat amadekirin pêşkêşî dadgehê hat kirin
16:58 Temellî Leyla Guven ziyaret kir: Bila hikûmet li gorî zagonên xwe tev bigere
16:11 Li Derazorê bi sedan DAIŞ’î teslîm bûn
16:10 100 kes li Dêrikê ketin grevê
15:34 Dolmîşa karkeran qelibî: 4 kesan jiyana xwe ji dest da
15:30 Malbatên xizmên wan di greva birçûbûnê dene: Piştgiriyê bidin vê berxwedanê
15:30 16 girtî ji Tarsûsê sewqî Mereşê hatin kirin
14:32 Bertek nîşanî tacîza polîs dan: Nêrîna dewletê ya ji bo jinan diyar dike
14:31 Baroya Wanê: EGM faîlên îşkencekar diparêz e
14:24 Wekîlê HDP’ê Bilgen: Hûn nikarin bi sembolên al û welat gemara xwe veşêrin
14:10 Serokê AKP'ê yê navçeyê îstîfa kir
14:02 Leyla Guven ji Konferansa Ciwanan a Kobanê re peyam şand
13:39 Belgefîlma 'Şeva Xîzê' li Êlihê hat pêşandan
12:59 HDP şerh danî: Pêşnûmeya Torbe xizmeta gel û wîcdanê gel nakin
12:49 DBP: Em xwedî li zimanê xwe derkevin
12:43 Di konferansê de biryara avakirina Weqfa Demokrasiyê ya Abdullah Ocalan dan
12:23 Jinên ciwan ên HDP'yî: Em ê bi berxwedanê ji pêvajoyê re bibin bersiv
12:22 Xebatên HDP’ê yên hilbijartinê berdewam dikin
11:32 Gergerlîoglu: Dîmena tacîza polîsan kêliya derewên hikûmetê dibişkivin e
11:13 Martîna Anderson: Leyla dixwaze li Îmraliyê qanûn pêk werin
11:04 Ev jî dora edaletê ye!
10:24 Li Osmaniyê binçavkirinên meday civakî
10:21 Namzetên bajarê Qedîm Mîdyadê dê tûrîzma çand û baweriyê pêş bixin
10:20 Girtiyê 66 rojin di grevê deye peyam şand: Em ê berxwedanê di asta herî jor de bidomînin
09:45 Ji bo standartkirina kurmanciyê gavek mezin: Rêbera Rastnivîsînê
09:45 'Bêdengiya me dê wan bikuje'
09:45 Bi kampanyaya 'bila zarok neqefilin' pêdiviyên 800 zarokî peyda kirin
09:41 Namzetên bajaroka Bûlamê: Bi çiyayên xwe, bi deşta xwe, bi tûtina xwe Bûlam a me ye
09:40 Namzetên bajaroka Periyê: Em ê şaredariyê radestî gel bikin
09:39 Girtiyê 67 roj in di greva birçîbûnê de ye: Em ê tecrîdê bişikînin
09:38 'Nêviyê nifûsê Tirkiyeyê wek ku devokeke tirkî be nêzî zimanê lazî dibin'
09:37 'Ji bo aştî pêk bê, divê tecrîd bi dawî bibe'
09:36 Girtiyê nexweş xistin hucreyê, bi mehan e malbat wî nabîne
09:32 'Bi JES'an bihiştê vediguherînin dojehê'
09:31 Halê Bazara Rûsê ne tu hal e
09:30 Kedkarên hatin îxrackirin: Em ê di hilbijartinê de bersivê bidin
09:27 Tan: Kurd li Rojhilata Navîn pêşengiya 21'ê Sibatê dikin
09:00 ROJEVA 20'Ê SIBATA 2019'AN
08:06 Berxwedana Leyla Guven di roja 105'an de berdewam dike
19/02/2019
18:50 Hunermendên jin Guven ziyaret kirin: Berxwedana wê berxwedana me ye
16:55 AKP’ê li Îdir û Qersê li hemberî HDP’ê namzetên xwe bi paş ve kişandin
16:32 Hevseroka DBP'ê ya Şirnexê Altay şandin girtîgehê
16:27 Anderson a Guven ziyaret kir: Ez di rewşek bi kelecan û îlham girtî de veqetiyam
16:17 Namzetên HDP'ê buroyên hilbijartinê vedikin: Wê li pey xwe nenêrin û biçin
16:13 Merve Demirel der barê polîs de glî kir
15:57 Rêxistinên Civaka Demokratîk ên Wanê: Demildest bikevin nava tevgerê
15:08 Heyeta Şopandina Greva Birçîbûnê Girtîgeha Bakirkoy ziyaret kir
14:52 Demîrtaş ji bo Guven ji PE û MPKE’yê re name şand
14:31 ÎHD: Di sala 2018’an de 41 zarokan jiyana xwe ji dest dan
14:23 Ji ber îstîsmarkar nehat girtin, dayika zarokan krîz derbas kir
13:57 Buldan: Hûn li Trêna AKP'ê suyar bibin hûnê biçin nokteyên tanzîmê
13:37 Hevseroka DBP'ê ya Şirnexê Altay hat binçavkirin
13:27 Ji bo Hevserokê giştî yê HDP'ê Temellî lêpirsîn hat destpêkirin
13:23 HDP dê li Kocaelî Gulum û li 15 navçeyên Stenbolê jî namzetan nîşan bide
12:53 Serlêdana parêzerên Ocalan cara 791'emîn hat redkirin
12:21 Heyeta Îrlanda Leyla Guven ziyaret kir
12:02 ‘Heya ku daxwazên me bên qebûlkirin emê çalakiya xwe bidomînin’
11:11 Li Silopî kal û pîr hatin binçavkirin
11:06 Dadgehê pirsa şahidê nepen kir
Midûrdiyeta polîsan bi nivîsa veşartî got 'kesekî wisa tune'
10:45 Girtiyên Girtîgeha Antalya: Em di hişmendiya çalakiya xwe de ne
10:11 Girtiyên di greva birçîbûnê: Heta daxwaz bê qebûlkirin em ê pirttir bibin
10:02 Welatî der barê wekîlê midûrê polîsan de li dozgeriyê gilî kir