XARPÊT - Rojnamevan Mehmet Guleş ku li Girtîgeha Jimare 1 a Xarpêtê dimîne, diyar kir ku îdareya girtîgehê xwê nade girtiyên di greva birçîbûnê de. Her wiha Guleş, got li girtîgehê hşn jî qedexeya li ser kurdî didome.
Nûçegihanê DÎHA'yê ya bi KHK'ê hat girtin Mehmet Guleş, ji Girtîgeha Jimare 1 a Xarpêtê nameyek şand. Guleş, bilêv kir ku li girtîgehê, binpêkirinên mafan û qedexeya li ser kurdî dewam dike.
PIRTÛKA DUZIMANÎ JÎ NEDAN
Guleş, bilêv kir ku ji derve jê re kartên li ser bi kurdî nivîsandî hatine şandin, lê belê îdareya girtîhê nade wî û got: "Bi mehan e dibêjin pirtûkên kurdî ji bo bên wergerandin hatine şandin. Bi vî awayî me eware dikin. Heta pirtûka duzimanî (kurdî-tirkî) jî nadin. Ev pirtûk 'Birîna Reş' a Apê Mûsa ye. Em tenê heftê 45 deqîqeyan dikarin sporê bikin. Em nikarin daxilî fealiyetên wekî wêne, kursa tembûrê bibin. Divê odeyên sêkesî, 4 mehan carekê bên guherandin, lê ev nayê kirin. Daxwaza ji bo guherandinê jî nayê qebûlkirin."
'XWÊ NADIN GIRTIYÊN DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE'
Her wiha Guleş, der barê girtiyên di greva birçîbûnê de jî got: "Xwê, şekir û lîmonê nadin hevalên me yên di greva birçîbûnê de. Rojê tenê 100-150 xiram şekir û lîmonek an jî du lîmonan didin wan. Bi tu awayî xwê nadin wan. Ji bo daxwazname hatin nivîsandin, lê belê hîn bersiv nehatiye dayîn. Hem 3 hevalên me yên koma ewil ku di 16'ê Kanûnê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin, hem jî 3 hevalên me yên koma dudoyan ku di 5'ê Çileyê de dest pê kirin nayên kontrolkirin. Tenê rojê carekê li tansiyon û kîloya wan tê nerîn. Bijîşk pir guh nadin wan. Heta niha hema bêje her hevalek me herî kêm 10 kîlo zihîf bûne."