* Endamê Komîsyona Gelan û Baweriyan a HDP'ê Nesîmî Aday, diyar kir ku di elewîtiyê de meha Xizirê meheke pîroz e û got: "Di vê mehê de tiştên xirab nayên kirin, xeberdanên nexweş nayên kirin. Kesên nelihev, li ser sifreya Xizir li hev tên."
* Komîsyonvanên hala Wanê, destnîşan kirin ku îktîdar ji bo hilbijartinê deverên tanzîmê ava kirine û gotin: "Ji dêvla ku hikûmet me bike hedef, bila pêşî fiyetê mazot û gubre erzan bike."
* Li Girtîgeha Tîpa T a Jimare 1 a Qersê, ji ber bûka berfê çêkirin, 12 roj cezayê hucreyê li 12 girtiyan hat birîn. Komîsyona lêpirsînê, nîşaneya serketinê ya li destê çepê yê bûka berfê hat çêkirin jî wekî "nîşaneya rêxistinê" hesiband.
* Rojnamevan Mehmet Guleş ku li Girtîgeha Jimare 1 a Xarpêtê dimîne, diyar kir ku îdareya girtîgehê xwê nade girtiyên di greva birçîbûnê de. Her wiha Guleş, got li girtîgehê hşn jî qedexeya li ser kurdî didome.
* Şerîf Yilmaz ku li Semsûrê di bin banê DÎSA-DER'ê de perwerdehiya zimankê kurdî dide got: "Li hemû qadên jiyanê bi kurî bixwînin, binivîsînin, biaxivin û bi kurdî bifikirin."
* Namzetên HDP'ê yên Şaredariya Serêkaniyê Mehmet Alî Kahraman û Narîn gezgor gotin: "Em ê bi ser bikevin, ji niha ve li ser xêrê be."
* Gelên li Tirkiyeyê, destnîşan kirin ku qedexekirina zimanan zilm e û bal kişandin ser Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê.
* Girtiyên li Girtîgeha Tîpa H a Bûrsayê, diyar kirin ku heta tecrîd bi dawî nebe wê çalakiya wan agreva birçîbûnê dewam bike û gotin: "Divê gelê me êdî dev ji vê bêdengiyê berde û bedêlên di vê rêyê de hatine dayîn ji bîr neke."
* Bi hatina 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Navnetewî zimanzan Samî Tan, diyar kir ku kurd ji bo parastina nasname û rûmeta zimanê xwe li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn pêşengiya 21'ê Sibatê dikin û êdî dem ne ew dem e ku kurd wek sloganekê nêzî zimanê xwe bibin, divê gavên pratîk bavêjin.
* Rêxistina HDP'ê dê li gelek bajaran bi tevlêbûna namzetên xwe xebatên hilbijartinê berdewam bike.
* Nûçegîhanê Ajansa Nuçeyan a Etkin (ETHA) Alî Sönmez Kayar û 8 rêveberên ESP'ê dê li 32'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê derkevin pêşberî dadgehê. (10.00)
* Danişîna doza cerdevan Sedat E. yê li Geverê dest dirêjî 2 zarokan kir û tê darizandin dê li Dadgeha Cezayên Giran a Geverê bê dîtin. (11.00)
* MecLîsa Jinan a DTSO dê rêziknameya Meclîsa Jinan a ji aliyê Lijneya sazumankarên Jin ve hatiye amadekirin li avahiya DTSO bi raya giştî re parve bikin. (11.00)
* Şaxa ÎHD'ê ya Amedê dê rapora mafên zarokan a 2018'an a Herêmê li avahiya xwe bi raya giştî re parve bike. (12.00)
* Heyeta Şopandina Greva Birçîbûnê, dê têkildarî çalakgerên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketine grevê li pêş Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ya Stenbolê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)
* 3 akademîsyenên ku gotin 'Em nabin şirîkê vî sûcî' û tên darizandin dê li 27'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê derkevin pêşerî dadger. (13.45)