ŞIRNEX – HDP’ê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de, li Bajaroka Başverîmlî ya Sîlopî civîna danasîna namzetan li dar xist û li Êlihê jî dikandar ziyaret kirin. Wekîlê HDP’ê Hasan Ozguneş, bal kişand ser greva birçîbûnê û got: “Divê aliyekê têkoşîna me li dijî tecrîdê be.”
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji bo danasîna Hevşaredarên Bajaroka Başverîmlî ya navçeya Sîlopî ya Şirnexê Aycan Azma û Tahîr Aytiş, civîn li dar xist. Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş, hin namzetên hevşaredaran û endamên partiyê bi wesayîtên xwe konvoyek avakirin û li nava bajarokê tûr avêtin. HDP’iyên bi nîşaneyên serkeftinê yên welatiyan hatin pêşwazî kirin, dûre derbasî avahiya partiyê bûn û bernameya danasînê li dar xistin.
'DIVÊ ALIYEKÊ TÊKOŞÎNÊ LI DIJÎ TECRÎDÊ BE
Parlementerên HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş, axaftinek kûrt kir û wiha got: “Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ev 103 rojin di greva birçîbûnê deye. Bi awayekê bêhiqûqî Ocalan dibin tecrîdê de tê girtin. Guven jî li dijî vê bêhiqûqiyê û êrîşên li ser gelê Kurd bedena xwe ji birçîbûnê re razandiye. Divê aliyekê têkoşİîna me li dijî tecrîdê be. Divê em tecrîdê ji rojeva xwe denexin.”
Piştî axaftina Ozguneş, namzetên hevşaredartiyê hatin naskirin û bername bi dawî bû.
LI NAVENDA ŞIRNEXÊ SERDANA ESNAFAN
Namzetên hevşaredartiya HDP’ê yên Şirnexê Hişar Osal û Nûrcan Alturk jî, di ketin bajêr de dikandar ziyaret kirin. Namzetên hevşaredartiyê pisgirêkên dikandaran guhdar kirin.
ÊLIH
Namezetên Hevşaredartiya HDP’ê ya Êlihê Sabrî Ozdemîr û Songul Korkmaz, Namzetên Hevşaredariya Hezo Nazîme Avci û Ayhan Eren û parlementerê HDP’ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz dikandarên Hezoyê ziyaret kirin. HDP’iyan di ketina Hezoyê de, dest bi serdanê kirin û hemû esnafên li ser cadeyê ziyaret kirin.
Esnafan eleqeyek mezin nîşanî namzetan dan û pirsgirêkên xwe yên aborî ji namzetan re vegotin.