MÊRDÎN - 13 siyasetmedarên li Mêrdînê hatibûn binçavkirin, piştî 11 rojan sewqî edliyê hatin kirin.
Di 7'ê Sibatê de, polîsan avêt ser mala endam û rêveberên HDP'a Mêrdînê. Di avêtina ser malan de Hevserokên HDP'ê yên Mêrdînê Alî Sîncar û Eylem Amak, rêveberên HDP'a bajêr Abîdîn Ûnay, Adil Başaran, Halîl Yagan, Şehmûz Çalkan û Huseyîn Alper, Endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Berîtan Onen, Vedat Abûkan, Mûsa Bînbîr û Kahraman Samaras û Ferhat Kalkan bi hinceta di bernameya danasîna namzetên hevşaredariyê de rêz girtine û sirûda "Çerxa Şoreşê" hatiye xwendin hatibûn binçavkirin. 13 siyasetmedaran piştî 11 rojan sewqî edliyê hatin kirin.
DEMA BINÇAVKIRINA WAN 3 CARAN HAT DIRÊJKIRIN
13 siyasetmedarên li bendêya îfadeyên wan ji aliyê dozger ve bên girtin, ji aliyê Wezareta Karê Hûn Suleyman Soylû ve hatibûn hedef nîşandan û dema binçavkirina siyasetmedaran bi hincetên cuda 3 caran hatibû dirêjkirin.