RIHA – Nûnerê Rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK’ê hat girtin ê Rihayê Kemal Kiliç ê di sala 1993’yan de hat qetilkirin, li ser gora xwe hat bibîranîn.
Nûnerê Rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK’ê hat girtin ê Rihayê Kemal Kiliç ê 26 sal berê hat qetilkirin, li ser gora xwe hat bibîranîn. Malbata Kiliç, hevalên wî, hempişeyên wî û endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Rihayê beşdarî bîranînê bûn. Ziyaretvan li Goristina li Taxa Abdurrahman Dede ya navçeya Eyyûbiyê ji aliyê malbata Kiliç ve hatin pêşwazî kirin û gulên sor danîn ser gora Kiliç.
Hevserokê HDP’ê yê Bajêr Îbrahîm Halîl Akbaş, dûre xitapî beşdarvanan kir û wiah got: “Em ê heya dawiyê xwedî li mîrasê Kemallan derbikevin û têkoşîna wan bibin serkeftinê.”
Dûre Berdevkê Înîsiyartîfa Rojnamegerên Azad Hakkî Boltan mafê axaftinê girt û wiha bilêv kir: “Ligel ku Kemal Kiliç dizanîbû dê bê kuştin jî, her tim mafê gel ê agahî girtinê parast. Emê tim xwedî mîrasê Kemal derbikevin. Hevalên wî dê tim ala wî bilind bikin.”
Piştî axaftinan çalakiya bîranînê bi dawî bû.