MÊRDÎN – Danişina doza 17 zarokên ku di dorpêça qedexeya kolanan a Navçeya Nisêbîne de hatin binçavkirin û ji bo her yekî 76 sal cezayê “muebbeta giran" ji wan tê xwestin hat dîtin. Di danişînê de kes nehat berdan.
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di qedexeya derketina kolanan de, 17 zarok di 26'ê Gulana 2016'an de li avahiya ku lê asê mabûn, hatibûn binçavkirin û girtin. 7'emîn Danişina doza 17 zarokên ku li Nisêbînê hatin binçavkirin û girtin û piştre dozger ji bo her yekî 76 sal ceza ji wan dixwaze, li 4'emîn dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê hat dîtin.
ZAROK NEANÎN SALONÊ
Dozger ji bo her zarokekî 76 sal cezayê girtîgehê yê muebeta giran dixwaze. Ji 17 zarokên ku tên darizandin, tenê 3 zarokên ku li Girtîgeha Sincanê û 5 zarokên ku li Mêrdîn û Amedê tên girtin anîn salonê. Zorokên ku li Girtîgeha Xerpêtê li gel biryara dadgehê ku pewiste li salonê amade bibin jî dîsa neanîn salonê. Zarokên ku neanîn salonê bi rêya SEGBİS'ê tev li danişînê bûn. Li salonê parêzer û malbatên zarokan amade bûn. Danişîn girtî pêk hat. Parêzeran di parastinê de diyar kir ku dema zarok hatine binçavkirin rastî îşkenceyê hatine û xwest ew dîmenê ku zarok rastî îşkenceyê hatine bên lekolînkirin. Parêzeran xwest heyet zarokan tahiye bike. Lê heyetê hemû daxqazên parêzeran red kir û biryara berdewama zarokan da. Heyetê piştre doz taloqî 5'ê Nîsanê kir.