NAVENDA NÛÇEYAN – Rêveber û endamên ÎHD’ê, ji bo ku mirin di çalakiyên grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê hatin lidarxistin û berdewam dikin de pêk neyên li 7 navendan daxuyaniyî dan. ÎHD’iyan hemû partiyên mûxalîf, baro, saziyên çapemenî û rêxistinên civîl dawetî hestiyariyê kirin.
Rêveber û endamên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), derbarê çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a di roja 103’yemîn û girtiyên di girtîgehan de berdewam dikin, li 7 navendan daxuyanî dan çepemeniyê.
WAN
Di daxuyaniya li Wanê hat lidarxistin de Sekreterê Şaxa ÎHD’ê Fevzî Çelenk axivî û wiha got: “Ji ber binpêkirinên mafên giran ên Tirkiyeyê tên jiyîn, ew bi çalakiya greva birçîbûnê re rû bi rû ne.”
Çelenk, diyar kir ku Leyla Guven ji 8’ê Mijdara 2018’an ve di greva birçîbûnê de ye û wiha got: “Çalakiya Guven di roja 103’yemîn de berdewam dike. Li nêzî 60 girtîgehan, dîsan 321 girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dene. Di lêkolînên me yên sê salên dawî de, li gorî raporên me amade kirin, binpêkirinên mafan ên ji 12’ê Îlonê girantir îro li Tirkiyeyê tên jiyîn. Em di rewşek wihane. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê, bi awayekê bêhiqûqî dibin pêkanîna tecrîdê deye. Destûr nayê dayîn bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Şert û mercên wî yên tenduristiyê û jiyana wî ya rojane çawane kes nizane. Abdullah Ocalan ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve bi tu awayî hevdîtin bi parêzerên xwe re nekiriye. Piştî demek dirêz birayê Ocalan Mehmet Ocalan di 12’ê Çileya 2019’an de çû hevdîtinê, lê hevdîtin ji raya giştî re nehat parvekirin. Ji ber van hemû sedaman çalakiyên greva birçîbûnê hatin destpêkirin û divê daxwazên çalakgeran bên qebûl kirin.”
Çelenk, di dawiya axaftina xwe de ev bang kir: “Berî ku mirov jiyana xwe ji dest bidin, em dixwazin di çarçoveya hiqûqî de pêngav bên avêtin. Dîsan em bang li hemû partiyên mûxalîf, baro, saziyên çapemenî û rêxistinên civaka civîl dikin ku bikevin nava liv û tevgerê.”
ÎZMÎR
Li ser navê Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê Serokê Şaxa Zager Încîn daxuyanî da û wiha got: “Di çalakiya greva birçîbûnê ya salên 1999’an de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Rêberê PKK’ê Ocalan ji sala 1999’an ve di Girtîgeha Îmraliyê deye. Di navbera statuya hiqûqî û şertên girtîgehê de ferqek mezin heye. Hiqûq li gorî rewşa siyasî ya kesan nayê guhertin. Divê mîna hemû girtiyên din, hiqûq ji bo Abdullah Ocalan jî bê bi cih anîn.
MÊRDÎN
Şaxa ÎHD’ê ya Mêrdînê Komîsyona Şopandina Girtîgeha Mêrdînê û malbatên girtiyên, li avahiya komeleyê civîna çapemeniyê li dar xist û gelek kes beşdar bûn. Parêzer Gulîstan Dûran li ser navê ÎHD’ê daxuyanî kûrt da.
'SER GÊJAHÎ DESTPÊ KIRIYE'
Dûre Rêveberê Şaxa SES’ê ya Mêrdînê Ahmet Ozen, axivî û wiha got: “Ji 5’ê Çile ve li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê çalakiya greva birçîbûnê hatiye destpêkirin. Ji 1’ê Sibatê ve jî 9 girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiriye. Em rewşa girtiyan bi rêya parêzerên ÎHD’ê di şopînin. Çalakgerên 45 rojin di greva birçîbûnê de jî, nikarin bimeşin û di meşê de zehmetiyan dikêşin. Emê rewşa gitiyan tim bişopînin.”
'GELO WEZARETA DADÊ DIXWAZE ÇI BIKE?'
Bavê Şahîn Oncu yê li Girtîgeha Tîpa F Wanê ji 16’ê Kanûnê ve di greva birçîbûnê deye Ahmet Oncu jî axivî û ev tişt gotin: “Berxwedana wan berxwedana me ye. Me berê xwe daye têkoşîna wan. Daxwazên wan daxwazên me ne. Daxwazên wan mafdar û mirovîne. Dewlet jî vê yekê dizane. Divê dewlet û hikûmet demildest gav bavêjin. Gelo ji vê saetê û şûnde dê mirina wan çareseriyê bîne? Em vê naxwazin. Em li pişt girtiyane. Gelo Wezareta Dadê dixwaze çi bike? Divê demildest ev daxwaz bên qebûlkirin.”
'EM AMADENE KU TIŞTA BIKEVE SER MILÊ ME BIKIN'
Piştre bavê Zana Yilmaz ê ji 5’ê Çile ve li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê di greva birçîbûnê deye, Bedîî Yilmaz axivî. Yilmaz, destnîşan kir ku ewê tu carî zarokên xwe bi tenê nehêlin û wiha got: “Em Amaden ku tişta bikev ser mile me bikin. Daxwazên girtiyan hiqûqîne. Divê demildest bê qebûl kirin. Ez hemûyan silav dikim.”
EDENE
Şaxa ÎHD’ê ya Edenê jî daxuyanî da. Gelek parazvanên mafên mirovan, rêveber û endamên HDP’ê, HDK’ê, DBP, TÛAYDER’ê û xizmên girtiyan beşdarî daxuyaniyê bûn. Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Edenê Nejat Okay, daxuyanî da û got: “Em rewşa çalakgerên di greva birçîbûnê de dişopînin. Emê hemû binpêkirinên mafan ên di vê pêvajoyê de tên jiyîn bikin rapor.”
MÊRSÎN
Şaxa ÎHD’ê ya Mêrsînê jî, ji bo balê bikişîne ser rewşa Guven û girtiyên di greva birçîbûnê de, li avahiya şaxê civîna çepemeniyê li dar xist. Gelek kes beşdarî civînê bûn û ji bo daxwaza Guven û girtiyan bên qebûl kirin, bang hestiyariyê li raya giştî hat kirin.
HATAY
Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Îskenderûnê Coşkûn Selçûk, di daxuyaniya da de bang li hemû kesan kir ku deng bidin dengên çalakgeran. Selçûk, ji bo grevên birçîbûnê bang li Meclîsê jî kir ku peywira xwe bîne cih.
ÊLIH
Li Êlihê jî, xizmên girtiyan bi pêşengtiya Şaxa ÎHD’ê hatin gelhev û civîna çapemeniyê hat lidarxistin. Serokê ÎHD’ê Devran Yildiz daxuyanî da û wiha got: “Ji bo ku daxwazên girtiyan bên qebûl kirin, çi ji destê me were emê bikin. Em amadene ku her tiştî bikin.”