WAN - 11 zarokên ku ji wan 3 zarokên 14, 16 û 17 salî yên li Wanê 3 roj berê hatin binçavkirin û rastî îşkenceya polîsan hatin, serbest hatin berdan.
Li taxa Xaçortê ya Navçeya Rêya Armûşê ya Wanê 11 zarok hatin binçavkirin û 3 zarok rastî îşkenceyê hatin. Ji 11 zarokan 3 zarokên di 15'ê Sibatê de hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Asayişê ya Wanê rastî îşkenceya giran hatin. Zarokê 17 salî O.D, yê 16 salî Ş.Y û yê 14 salî O.S, ku di saetên êvarî de hatin binçavkirin li şaxa asayişê rastî îşkenceya giran hatin. Zarokan diyar kirin ku polîsan bi qundara çekan li serê wan xistiye û serê wan xistiye klozetê. Zarokên rastî îşkenceyê hatin di gelek laşê wan de birîn û şikestin çêbû. 3 zarokên rastî îşkenceyê hatin serpêhatiyên xwe ji Endam û Serokê Komîsyona Mafên Mirovan û Mafê Zarokan a Baroya Wanê re vegotin.
11 zarokên ku hatin binçavkirin û O.D., Ş.Y. û O.S. yên rastî îşkenceyê hatin jî di nava wan de bûn, piştî li midûriyeta polîsan îfade dan sewqî dozgeriyê hatin kirin. Zarokan piştî li serdozgeriya Komarê ya Wanê îfade dan serbest hatin berdan. Zarok bi îdîaya "propaganda rêxistinê kirine" di 15'ê Sibatê de bi îykenceyê hatibûn binçav kirin.