ŞIRNEX – Rêxistina HDP’ê ya Şirnexê, bi armanca hîn zêdetir xwe ji bo hilbijartina herêmî amade bike û ji bo ku têkildarî projeyên piştî hilbijartinê bixe pratîkê nêrîn û pêşniyarên gel bigire her hefteyê dê bi tevlîbûna namezetên hevşaredariyan civînên gel li dar bixe.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li navenda Şirnexê ku yek ji bajarên herî zêde nelirêtiyên hilbijêran lê tê kirin, bi armanca hîn zêdetir xwe ji bo hilbijartina herêmî amade bike, biryar da ku her heftê civînên gel li dar bixe. Bi tevlîbûnên Hevşaredarên HDP’ê yên Şirnexê Hişyar Osal, Nûrcan Altûrk û parlementerên HDP’ê dê her roja Îna saet 13.30’an civîn bên li dar xistin. Dê di civînan de bêxwestin welatî beşdarî xebatên taxan bibin û ji bo ku têkildarî projeyên piştî hilbijartinê bikevin pratîkê nêrîn û pêşniyarên gel dê bên girtin.
'EMÊ DI ÇARÇOVEYA PÊŞNIYARAN DE TEVBIGERIN'
Hevserokê HDP’ê yê Şirnexê Zekî Îrmez, derbarê mijarê de axivî û wiha got: “Em armanca dikin ku bi civînan kevneşopiyeke berê jî, me pêk di anî, em berdewam bikin. Em di pêvajoyek zehmet re derbas dibin û rojevên giran hene. Em ê di pêvajoya hilbijartinê de xebat û kêmasiyên xwe nîqaş bikin. Emê pêşniyarên gel bigirin û emê di çarçoveya pêşniyarên gel de tevbigerin. Dîsan emê komîsyonên hilbijartinê yên taxan avabikin û van komîsyonan bi gel bidin naskirin.”
‘EM DIXWAZIN HEMÛ HEVALÊN ME BEŞDARÎ XEBATÊN HILBIJARTINÊ BIBIN’
Îrmez, da zanîn ku ev hilbijartin di heman demê de mîna referandûmekê ye û wiha bang kir: “Em dayîk û ciwanên xwe dawetî civînan dikin. Pêşniyarên wan ji bo me girîngin. Em dixwazin hemû hevalên xwe yên birêxistinkirî beşdarî xebatên vê hilbijartinê bikin.”