MÊRSÎN - Vedat Bozkûrt ê li Girtîgeha Tîpa T a Ordû bi hevalên xwe re 45 rojin di greva birçîbûnê deye bi navbeynkariya malbata xwe ev peyam şand: “Di encamê de mirin jî hebe, emê çalakiya xwe berdewam bikin.” Bavê Bozkûrt Cevher Bozkûrt jî, diyar kir ku ji ber kurê xwe li malê xwarinê naçêkin.
Berxwedana greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Colemêrgê Leyla Guven a bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest pê kir, di roja 103’yemîn de berdewam dike. Çalakiya greva birçîbûnê ya nêzî 300 girtiyan jî berdewam dike û her ku diçe grevên birçîbûnê berfirehtir dibin.
45 ROJIN DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DENE
Azad Karabûlût û Vedat Bozkûrt ên li Girtîgeha Tîpa T a Ordu dimînin, ji 5’ê Çile ve di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dene.
Bozkûrt, ji ber polîtîkayên êrîşkar ên dewletê neçar dimîne ku bi malbata xwe re ji Gundê Çîçeklî yê Colemêrgê koçî Mêrsînê dike. Bozkûrt li vê derê jî êrîşên dewletê xelas nabe û di sala 2011’an de 12 sal cezayê girtîgehê ji bo wî tê dayîn. Bozkurt, bi rêzê sewqî Girtîgeha Tîpa E ya Mêrsînê, dûre Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulera Edene û di dawî de jî ya Girtîgeha Tîpa T a Hatayê tê kirin. Bozkûrt ê niha li Girtîgeha Tîpa T a Orduyê dimîne ev 45 rojin di greva birçîbûnê deye.
‘EM JI RÊYA XWE VENAGERIN’
Bozkûrt, di 16’ê Sibatê de bi rêya hevdîtina telefonê derbarê rewşa xwe de van agahiyan bi bavê xwe Cevher Bozkûrt re dike: “Rewşa min baş, coş û moralê min jî pir bilinde.” Bozkûrt, bi navbeynkariya malbata xwe ev bang li raya giştî kir: “Ez û hevalê min Azad Karabûlût li qawîşên cuda tên girtin. Dema hevdîtina vekirî û ya telefonê hatine kêm kirin. Em di çalakiya xwe de bi biryarin. Di encamê de mirin jî hebe, emê çalakiya xwe berdewam bikin. Heya ku tecrîda li ser Ocalan bi temam ranebe, emê ji rêya xwe venegerin.”
‘LI MALÊ XWARIN ÇÊNABE’
Bav Cevher Bozkûrt jî, anî ziman ku ew xwedî çalakiya kurê xwe derdikevin û wiha axivî: “Serê me bi kurê me bilinde. Ji ber rewşa aborî, ev 2 salin em nikarin biçin hevdîtina kurê xwe. Em dixwazin hemû kes ji bo berxwedana Guven û girtiyan serî rakin. Hemû girtiyên di greva birçîbûnê dene, mîna kurê min in. Ji bo ku mirin çênebe, divê daxwazên wan bê bi cih anîn.”
Bozkûrt, di dawiya axaftina xwe de wiha ev tişt bilêv kirin: “Ji xwe li malê qismen em jî di greva birçîbûnê dene. Ji ber Vedat em li malê xwarinê çênakin. Dayika wî dibêji ‘ku kurê min li wêderê birçîbe, ezê çawan li vê derê xwarinê çêbikim.’ Ez li hemberî berxwedana Leyla Guven û hemû girtiyan bi rêzdarî bejna xwe ditewînim. Divê hemû kes ji bo vê berxwedanê dengê xwe bilind bikin.”
MA / Ergîn Çaglar