MÊRDÎN – Li gundê Xerabê Bava yê Nisêbînê qedexeya derketina derve hatibû îlankirin û di dema qedexeyê de Abdî Aykût hatibû îşeknecekirin û wêneyên wî yên dema îşkencekirinê derketibûn holê. Di doza hat vekirin de Aykût û 6 gundiyên din beraet kirin. Her wiha dadgehê Wezareta Karên Navxweyî mehkûmî tazmînatê kir.
Di navbera 11'ê Sibat-2'yê Adara 2017'an de li gundê xerabê Bava yê Nisêbîna Mêrdînê qedexeya derketina derve hatibû îlankirin. Di dema qedexeyê de 2 jê zarok 39 kes hatibûn binçavkirin. Li gund gelek avahî hatibûn rûxandin û gelek kes jî hatibûn îşkencekirin. Yek ji kesên hatibû îşkencekirin û wêneyên wî yên îşkenceyê derketin holê Abdî Aykût bû.
SOYLÛ: MALOVANIYA TERORÊ DIKE
Piştî demekê ev bûyer ketibû rojeva meclîsê jî û Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû îşkenceya hat kirin bi van gotinan parastibû: "Ji bilî dewleta hiqûqa tu tişt nayê kirin. Ew zilamê extiyar ji terorê re malovaniyê dike."
Piştî van gotinên Soylû Abdî Aykût, Hatîp Tûnç, Rifat Bayhan, Behçet Koçan, Îsmaîl Ay, Abdulmecît Bal û Vasfî Dogan bi îdiaya "alîkariya rêxistinê" hatibûn girtin û kesên din jî hatibûn berdan.
7 KESAN BERAET KIR
Piştî demekê der barê 7 kesên Soylû ew tawanbar kirin de bi îdiaya "alîkariya rêxistinê" îdianame hat amadekirin. Di danişîna ewil a 17'ê Tebaxa 2017'an de her 7 kes hatin berdan. Demek berê jî dadgehê der barê her 7 kesan de biryara beraetê da.
WÊ WEZARETA KARÊN NAVXWEYÎ TAZMÎNATÊ BIDE
Piştî vê her 7 kesan bi hinceta "girtineke belasebeb" serî li Dadgeha Îdare ya Mêrdînê dan û doza tazmînatê li Wezareta Karên Navxweyî kirin. Dadgehê diyar kir ku gundî mafdar in û diyar kir ku divê Wezareta Karên Navxweyî ji bo 6 gundiyên 6 mehan girtî mane herkê 18 hezar lîre û ji bo gundiyê 5 mehan girtî ma jî 15 hezar lîre tazmînata maddî û manewî bide.
Parêzerên Wezareta Karên Navxweyî jî îtiraz li vê biryarê kirin. Piştî nirxandina îtiraza wan wê biryara dayîna tazmînatê diyar bibe.
Her wiha di dema qedexeyê de V.K. (17) û S.B. (14) jî hatibûn binçavkirin û lêpirsîna wan jî bi biryara "netaqîbkirinê" bi encam bû. Dadgehê ji bo mexdûriyeta S.B. jî biryar da ku divê 150 lîre tazmînat bê dayîn.
‘BI BIRYARA DADGEHÊ DERKET HOLÊ'
Parêzer Hasan Ozgen, destnîşan kir ku tişta Abdî Aykût û 6 kesên din pê dihatin tawanbarkirin, bi biryara dadgehê jî derket holê ku ne rast e. Ozgen, anî ziman ku tiştên wê çaxê hatin gotin hemû îftira bûn û ev yek di hizûra dadgehê de careke din îspat bû.