NAVENDA NÛÇEYAN - Şevê din DAIŞ'ê li dijî gelê Dêra Zorê êrîş pêk anî. Di encama êrîşa DAIŞ'ê de zêdeyî 200 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.
Şevê din DAIŞ'ê li dijî sivîlên Dêra Zorê êrîşa komkujiyê pêk anî. Sivîlên ku ji bomberdûmana balafirên şer ên rejîmê û ji êrîşên DAIŞ'ê reviyan û berê xwe dan herêmên QSD'ê, careke din bûn hedefa DAIŞ'ê. Li herêma navbera Konika û Cefrayê, sivîlên ji Dêra Zorê hatibûn dema ku di benda kontrolê ya QSD'e re derbas dibûn, DAŞ'ê wesayiteke bombebarkirî di nava wan de teqand. Di teqînê de agir bi 20 wesayitên ji Dêra Zorê hatibûn û sivîl tê de bûn ket. Nûçegîhanên li cihê bûyerê lêkolîn kir û dît ku hemû wesayitên li cihê bûyerê tevî sivîlên tê de şewitîne û bûne xwelî. Li gorî agahiyan nêzî 200 mirovên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Hat zanîn ku hemu kesên li cihê buyerê jiyana xwe ji dest dan. Sivîlên li nêzî cihê bûyerê jî birîndar bûn. Ji ber teqînê, 2 şervanên QSD'ê yên li benda kontrolê ya QSD'ê bi erka xwe radibûn, jiyana xwe ji dest dan. Hat diyar kirin ku piştî teqîndina wesayita bombebarkirî ya li nava sivîlan, wesayiteke din a bombeyî berê xwe da nuqteyên QSD'ê. Lê berîya ku maşîne bigêje nava şervanên QSD'ê, Şervanan ew wesayit îmha kirin. Lêkolîna hêzên QSD'ê û Asayîşa Dêra Zorê li ser encamên bûyerê didome.