* Du ciwanên geverî, bi paqijkirina berfa li ser banan debara xwe dikin. Wexta serbanan paqij dikin ji bo neşemitin jî kindirê li nava xwe girêdidin.
* Îsmaîl Kocaman ku li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê tevî 5 hevalên xwe 32 roj in di greva birçîbûnê de ye got: "Tecrîd sûc e. Heta ev sûc neyê şikandin em ê bi bedenên xwe li ber xwe bidin."
* Seroka KA.DER'ê Nûray Karaoglû, anî ziman ku ger partiyên siyasî di hilbijartina herêmî de di warê temsîliyeta wekhev de wekî HDP'ê samîmî bin dikarin pergala hevserokatiyê an jî pergalên bi vî rengî di mekanîzmaya xwe ya hundurîn de pêk bînin û got: "Eger îtifaqa partiyan ji îtifaqa li ser esasê zilamtiyê bê dûrxistin û ji bo aramiya civakê bê veguherandin û jinan esas bigirin, wê çareserî bi rihetî pêk bê."
* Meclîsa Ciwanan a HDP'ê, wê li Amedê bi beşdarbûyîna 300 delegeyên jin ji bo tecrîdê, grevên birçîbûnê û mijara tecawizê bên cem hevdu. Endama Desteya Rêvebir a Meclîsa Ciwanan Buşra Kûyûn, ji bo vê hevdîtinê bang li jina kir.
* Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME), der barê cezayê muebetê yên li girtîgehên Tirkiye biryar da ku ev ceza îşkence ye. DMME xwest Tirkiye vê îhlalê bi dawî bike.
* Li gundê Xerabê Bava yê Nisêbînê qedexeya derketina derve hatibû îlankirin û di dema qedexeyê de Abdî Aykût hatibû îşeknecekirin û wêneyên wî yên dema îşkencekirinê derketibûn holê. Di doza hat vekirin de Aykût û 6 gundiyên din beraet kirin. Her wiha dadgehê Wezareta Karên Navxweyî mehkûmî tazmînatê kir.
* Li gundê Xerabê Bava yê Nisêbînê qedexeya derketina derve hatibû îlankirin û di dema qedexeyê de Abdî Aykût hatibû îşeknecekirin û wêneyên wî yên dema îşkencekirinê derketibûn holê. Di doza hat vekirin de Aykût û 6 gundiyên din beraet kirin. Her wiha dadgehê Wezareta Karên Navxweyî mehkûmî tazmînatê kir.
* Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), ji bo cezayê muebeta giran ku li Tirkiyeyê tê birîn got, îşkence û mumaleyeke derî mirovahiyê ye. DMME, ji Tirkiyeyê xwest dev ji binpêkirina mafên mirovan berda.
* Ji ber parvekirinên li ser medyaya civakî, bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" doz li rojnamevan Ozgur Paksoy hatibû vekirin. Dadgehê 3 sal û meh û 15 roj ceza li Paksoy birî.
*HDP, dê Beyannameya Hilbijartina Herêmî ya 31'ê Adarê eşkere bike û danasîna namzetên xwe li otelekê pêk bîne. (11.00)
* Xizmên windayan û şaxên ÎHD'ê yên Amed û Êlihê bi armanca winda bên dîtin û kujer bên darizandin dê çalakiyên xwe yên heftana li dar bixin. (12.00
* Dayikên Şemiyê yên Stenbolê bi armanca li aqûbeta windayan bipirsin û bixwazin kujer bên darizandin dê di hefteya 725'emîn de çalakiya xwe li Qada Galatasarayê berdewam bikin. (12.00)
* Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê di hefteya 360'emîn de çalakiya "Rûniştina F" li qada Galatasarayê berdewam bike. (13.30)
* Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê, bi boneya winda bên dîtin, girtiyên nexweş bên berdan, ligel xizmên windayan û malbaten girtiyan dê di hefteya 469'emîn de li pêş avahiya Serokwezîriyê ya Konakê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)