MANÎSA - Rêxistina HDP’a Manîsayê bi boneya salvegera “Derbeya 4’ê Mijdarê” ku hevserokên giştî û parlamenterên HDP’ê hatin girtin, şermezar kirin.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Manîsa, bi boneya salvegera 4’ê Mijdarê roja hevserokên giştî û parlamenterên HDP’ê yên wê rojê hatin girtin, şermezar kirin. HDP’iyan li ber avahiya navçeya Yunus Emre daxuanî da. Partiya Kedê (EMEP) jî piştgirî da daxuyaniyê. Hevserokê HDP’a bajêr Behçet Parilti daxuyanî da. Pariltî, diyar kir ku HDP’ê tu carî dest ji siyaseta demokratîk berneda û wiha axivî: “HDP teminata gel, çend û nasanemeya wekhev a gelên li Tirkiyeyê dijîn. Vîna çareseriya demokratîke. Hevserok, parlamenter û rêveberên me dil tên girtin. Li Manîsayê jî bi sedan endam û rêveberên me girtîne. Li Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê bi pergalî êrîşên girtiyan dikin. Em hemû pêkanîn li ser gelê kurd û partiya me bi tundî şermezar dikin.”
Piştî axaftinê daxuyanî bi dawî bû.