BÛRSA – Hevserokê HDP'a Bûrsayê Resûl Baykara destnîşan kir ku heta tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî nebe, wê aştî neyê Tirkiyeyê û got: "Wexta Ocalan diaxive rê li ber aştî û çareseriyê vedibe. Wexta Ocalan tê bêdengkirin şer, newekhevî û faşîzm bilind dibe."
Bi boneya salvegera 15'ê Sibata 1999'an ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan radestî Tirkiyeyê hat kirin, li navçeya Yildirim a Bûrsayê daxuyaniyeke ji bo çapemeniyê hat dayîn. Daxuyanî li HDP'a bajêr hat dayîn. Rêveberên partiyê û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn.
‘OCALAN KOMPLO PÛÇ KIR'
Hevserokê HDP'a Bûrsayê Resûl Baykara, destnîşan kir ku ev komplo tenê ne li dijî Ocalan li dijî gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn hatiye kirin, lê belê Ocalan bi helwesta xwe ya aştiyane û muzakereyî vê komploya li hemberî gelên Tirkiyeyê pûç kiriye.
‘RAKIRINA TECRÎDÊ TÊ WATEYA ROJANEKIRINA AŞTIYÊ'
Baykara, bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan jî û destnîşan kir ku ev yek tenê ne li ser Ocalan tê kirin, nexasim piştî bidawîkirina pêvajoya 2015'an civak hemû tê tecrîdkirin. Baykara, destnîşan kir ku îktîdara AKP'ê şer û pevçûnê tim gur dike û got: "Divê îktîdar baş hay ji vî tiştî hebe; wexta Ocalan diaxive rê li ber aştî û çareseriyê vedibe. Lê belê wexta Ocalan tê bêdengkirin şer, newekhevî û faşîzm bilind dibe. Rakirina tecrîdê, li welat ji nû ve tê wateya rojanekirina aştiyê."
‘WÊ GELÊN ME BI SER BIKEVIN'
Baykara ji bo çalakiya Leyla Guven jî got: "Ya ku niha dikeve ser milê me ew e ku em bi awayekî xurt xwedî li çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdê ne derkevin. Wê ev dîmena tarî û şertên giran bi têkoşîneke rêxistinbûyî perçe bibe. Divê neyê jibîrkirin heta tecrîd neyê şikandin wê ev welat nikaribe bêhnê bistîne. Ên bi ser bikevin wê ne kesên ji bo bekaya xwe welat ber bi şer û pevçûnê ve dibin, wê gelên me yê di rêça aştiyê de gavekê jî bi paş navêjin bi ser bikevin."