MÊRDÎN – Di 8'ê Sibatê de, di avêtina ser malan de Hevserokê HDP'a Mêrdînê Alî Sîncar jî di nav de gelek HDP'î hatibûn binçavkirin. Dema binçavkirinê cara sisêyan hat dirêjkirin. Her wiha danê sibehê li Enqereyê Hevseroka HDP'a Mêrdînê Eylem Amak jî hat binçavkirin.
Di 8'ê Sibatê de, polîsan avêt ser mala endam û rêveberên HDP'a Mêrdînê. Di avêtina ser malan de Hevserokê HDP'a Mêrdînê Alî Sîncar, rêveberên HDP'a bajêr Abîdîn Ûnay, Adil Başaran, Halîl Yagan, Şehmûz Çalkan û Huseyîn Alper, Endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Berîtan Onen, Vedat Abûkan, Mûsa Bînbîr û Kahraman Samaras, Eylem Amak û Ferhat Kalkan bi hinceta di bernameya danasîna namzetên hevşaredariyê de rêz girtine û sirûda "Çerxa Şoreşê" hatiye xwendin hatibûn binçavkirin.
Piştî avêtina ser malan Hevseroka HDP'a Mêrdînê Eylem Amak li Enqereyê û endamê HDP'ê Ferhat Kalkan jî li Stenbolê hatin binçavkirin.
Hat ragihandin ku dema binçavkirinê careke din hatiye dirêjkirin û taloqî 18'ê Sibatê hatiye kirin. HDP'iyên hatin binçavkirin li Midûriyeta Emniyetê ya Mêrdînê tên ragirtin. Her wiha hat ragihandin ku Amak û Kalkan jî anîne Mêrdînê.
Bernameya danasîna namzetan ji aliyê Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû ve hedef hatibû nîşandan.