STENBOL - Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û her sê girtiyên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Serdozgeriyê serlêdana malbatan qebûl nekir.
Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlîm Dînç, bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê belê serdozgeriyê serlêdana malbatê qebûl nekir.
Her wiha malbata Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysel Aktaş ku li Girtîgeha Îmraliyê ne ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan, serdozgeriyê serlêdana wan jî qebûl nekir.
Mehmet Ocalan, ji 11'ê Îlona 2016'an heta niha tenê di 12'ê Çileya 2019'an de karibûye hevdîtinê bi Ocalan re çêbike.