ENQERE - Çalakiya li Kolana Yukselê ya “Em karê xwe paş ve dixwazin” di roja 362’yan de berdewam kir û 3 kes bi lêdanê hatin binçavkirin.
Çalakiya greva biçîbûnê ya akademîsyên Nuriyê Gulmen û mamoste Semîh Ozakça yên bi biryara KHK’ê ji kar hatin avetin di roja 242’yan de berdewam kir. Çalakiya karkerên çemawerî ya “Emkarê xwe paşve dixwazin” a Kolana Yukselê jî di roja 362’yan de dîsan bi mudaxileya polîsan berdewam kir. Çalakgerên li Kolana Konurê kom bûn polîsan destûr nedan derbasî Kolana Yuksekê bibin û daxuyanî bidin.
3 KES KIRIN BINÇAVAN
Polîsan Nazan Bozkurt û 2 kes bi erdêre kaşkirin û kirin binçavan. 3 kesên hatin binçavakirin bertek nîşanî lêdana polîsan dan.