ŞIRNAK - Li navçeya Sîlopî, bi wesileya 20'emîn salvegera Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a radestî Tirkiyeyê hat kirin de, civîna çapemeniyê hat lidarxistin Hevseroka HDP'ê ya navçeyê Fatma Gunduz, di civînê de axivî û got: "Heya ku tecrîd bi dawî nebe, li vî welatî ne mimkune ku kes nefesê bigire."
Li navçeya Sîlopî ya Şirnexê, bi wesileya 20'emîn salvegera 15’ê Sibata 1990’an Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a radestî Tirkiyeyê hat kirin de, civîna çapemeniyê hat lidarxistin. Civîn li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Navçeyê hat lidarxistin. Rêveber û endamên HDP'ê, DBP'ê, namzetên hevşaredariyan û gelek kesên kincên reş li xwe kiribûn bûşdarî civînê bûn.
‘BÊDENGKIRINA OCALAN, KÛRKIRINA ŞERE'
Hevseroka HDP'ê ya Navçeyê Fatma Gunduz di civînê de axivî û bertek nîşanî tecrîda girankirî ya li ser Ocalan da. Gunduz, diyar kir ku pêkanîna tecrîdê ya li ser civakê tê meşadin, bûye weke pratîka desthilatedariyê û wiha got: "Çi dema Birêz Ocalan diaxive pêşiya aştî û çareseriyê vedike. Desthilatdarî bi tecrîdê bêçaresertiyê kûrtir dike, rêya şer û newekheviyê vedike û faşîzmê mezintir dike."
Gunduz, bal kişand ser greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a di roja 100'emîn berdewam dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Leyla Guven û girtiyên û girtiyên siyasî li dijî tecrîda girankirî di çalakiya greva birçîbûnê dene. Êdî hemû kes jî dizane, heya ku tecrîd bi dawî nebe, li vî welatî ne mimkune ku kes nefesê bigire."
Piştî axaftina Gunduz, civîn bi berz kirina dirûşeyên "Bijî berxwedana Leyla” û “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.