RIHA - Parlementerên HDP’ê yên Rihayê, Nûsrettîn Maçîn, Ayşe Surucu û Omer Ocalan, 20’emîn salvegera tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û greva birçîbûnê ya Leyla Guven a di roja 100’emîn de berdewam dike nirxandin û gotin: “Divê demildest dengên Leyla Guven bê bihistin û tecrîd bê rakirin.”
Berxwedana Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest pê kiriye, ket roja 100'emîn. Parlementerên HDP’ê yên Riha bi armanca deng bidin berxwedana Guven, ji Rihayê heta Amedê meşe lidarxistin. Parlementerên HDP’ê yên Rihayê, Nûsrettîn Maçîn, Ayşe Surucu û Omer Ocalan, 20’emîn salvegera tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û greva birçîbûnê ya Leyla Guven a di roja 100’emîn de berdewam dike, nirxandin. Parlementeran, diyar kirin ku berxwedana Guvevn pir bi wateye û divê dengê wê bê bihîstin.
MAÇÎN: TECRÎDÊ RAKIN
Wekîlê HDP’ê yê Rihayê Nûsrettîn Maçîn, anî ziman ku rewşa tenduristiya Leyla Guven di astek krîtîk deye û wiha axivî: “Hikûmet ligel vê kritîkbûnê jî ji bo rakirina tecrîdê tu daxuyaniyan nade. Li hemberî berxwedana Guven bêdengbûna rayedaran nayê qebûl kirin. Ji bo ku em vê bêdengiyê ji holê rakin, çalakiyên me berdewam dikin. Sedama rastîn a pirsgirêkê tecrîde. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Tu eleqeya vê tecrîdê bi hiqûqê re tuneye û ne exlaqiye. Em bang dikin ku tecrîd bê rakirin. Berî ku mirov jiyana xwe ji dest bidin, em dixwazin dengê çalakgeran bê bihîstin. Bila daxwaza Guven bê pêşwazûıı kirin û tecrîd rabe.”
SURUCU: OCALAN PÊŞENGE
Parlementera Rihayê Ayşe Surucu jî, diyar kir ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ev 20 salin dibin tecrîdê deye û wiha axivî: “Ji bo rakirina tecrîdê lig elek bajaran çalakî berdewam dikin. Lê hikûmet naxwaze van çalakiyan bibîne. Di 20’emîn salvegera komployê de divê rê, felsefe û paradîgmaya Ocalan ji bo gelan xêz kirî baş bê xwendin. Ocalan ne tenê keseke. Ew nûnerê gelekê ye. Birêz Ocalan pêşeng e. Nefesa wî nefesa hemû gelane û ji bo wan jiyanek nû pêşkêş kiriye. Divê Ocalan êdî azad bibe. Ji bo rakirina tecrîdê û azadiya Ocalan dê têkoşîna me berdewam bike.”
OCALAN: EMÊ BERDEWAM BIKIN
Parlementerê Rihayê Omer Ocalan jî bal kişand ser berxwedaan Guven a 100 rojin berdewam dike û wiha bilêv kir: “Berxwedana Guven bi biryardarî didome. Bi rojane çalakiyên me tên qedexekirin. Tu eleqeya vê bi demokrasî û mafê mirovan re tuneye. Dewlet dinava bêçareseriyê deye, êdî têk çûye. Birêz Ocalan 70 sal temenê xwe tije kiriye û ev 20 salin dibin tecrîdê deye. Meşên me qedexe dikin û li ser parlementeran dixwazin gel çavtirsandî bikin. Komploya 15’ê Sibatê dînamîta dinava gelan deye. Divê ev komplo û tecrîd ji holê bê rakirin. Divê şandeyên siyasî, parêzer û malbat biçin hevdîtinên Birêz Ocalan. Pêwîste Tirkiyeyê girêdayî qanûn û hiqûqa xwe bimîne. Lê qanûn kirine mîna lastîkan û li gorî mirovan virde dibin û wir de dibin. Ev rewş tu carî xizmata pêşeroja vî welatî nake.”