NAVENDA NÛÇEYAN - Di serî de li Enqere, Stenbol, Riha û gelek bajêran, di serdegirtinên malan ên serê sibê de gelek kes hatin binçavkirin.
Li Enqerê, di serdegirtinên malan ên serê sibê de, endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê jî dinav de 10 kes hatin binçavkirin. Hinceta operasyonê nehat zanîn û kesên hatin binçavkirin birin Miduriyeta TEM’ê ya Enqerê.
Navê kesên hatin binçavkirin wihane: “Husamettîn Ozden, Mûstafa Sontekîn, Tanjû Kûrûoz, Bulent Kaya, Serokê ESP’ê yê Bajêr Mehmet Alî Tosûn, rêveberê HDP’ê yê Altindag ê berê Salîm Tûran, Hûseyîn Taka, Nûriye Taka, Tekîn Çîftçî û Şahîn Bardakçi.
Li bendêye hejmara binçavkirinan zêdetir bibe.
RIHA
Polîsan li navçeya Hewag a Rihayê bi ser malê de girtin û Hevserokê HDP'ê yê navçeyê Omer Yildirim binçav kirin. Yildirim ê hinceta binçavkirina wî nehat zanîn li Miduriyeta Polîsan a Navçeyê tê girtin.
STENBOL
Li Stenbolê jî di serdegirtinan de gelek kes hatin binçavkirin. Navê kesên hatin binçavkirin û hinceta binçavkirina wan nehat zanîn. Hat diyar kirin ku operasyon berdewam dike û kesên hatin binçavkirin li Miduriyeta Polîsan a li ser Cadeya Vatan a Stenbolê tên girtin. Derbarê kesên hatin binçavkirin de, biryara sînordar kirina 24 saetan hatiye dayîn.
Li aliyê din hat diyar kirin ku li bendeyê îfadeyên 18 kesên di 13'ê Sibatê hatin binçavkirin bên girtin û sewqî dozger bên kirin.