ÎZMÎR - Girtiyên Girtîgeha Tipa T a Hêjmar 2 a Şakranê Mehmet Durak û Yakup Guneş ku 52 rojin di grevê de ne, diyar kirin ku bi baweriyek mezin xwe li têkoşînê pêçane û wiha got: “Divê raya giştî bêyî kesên ketine greva birçîbûnê jiyana xwe ji dest bidin têkevin nava tevgerê û hestiyar tev bigerin."
Çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi tevlêbûna zêdeyî 300 girtiyan berdewam dike her diçe belav dibe. Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku di 8'ê Mijdarê de dest pê kiribû îro ket roja 100'emîn. Li girtîgehan çalakiya koma ewil gihişt roja 62'emîn. Girtiyên Girtîgeha Tipa T a Hêjmar 2 a Şakranê Mehmet Durak (50) û Yakup Guneş (26) ku 52 rojin di grevê de ne, diyar kirin ku bi baweriyek mezin xwe li têkoşînê pêçane û wiha got: “Divê raya giştî bêyî kesên ketine greva birçîbûnê jiyana xwe ji dest bidin têkevin nava tevgerê û hestiyar tev bigerin."
Durak û Guneş, bi rêya malbatên xwe peyam şandin û wiha gotin: “Têkoşîna me didome û dê bidome. Em di şexsê Leyla Guven de berxwedana hemû çalakgerên grevê silav dikin. Ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe me jî di nava vê tekoşîna bi rûmet de cih girt. Çi dibe bila bibe em dest ji vê têkoşîna xwe ya bi rûmet bernadin. Me zêde kîlo daye. Lê hişê me, moralê me û baweriya me di asta herî jor de ye. Tenduristiya me û şertên me ne girîng in. Ya girîng daxwazên me ne. Me bi bawariyek xurt daxwazên xwe hembêz kiriye. Em vê hêzê ji fikr û felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan digirin. Ji hêza têkoşîna Leyla Guven digirin.
Hem ji hemû hevrê, welatî û gelê xwe yê li derve jî dixwazin ku bi heman hesasiyetê tev bigerin. Em ji raya giştî dixwazin ku ji bo çalakgerên ketine grevê jiyana xwe ji dest nedin têkevin nava tevgerê û hestiyar tev bigerin."