Kemalbay: Ev keştî dê bigêje peravê

img

AMED - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpil Kemalbay, di 2'emîn Kongreya HDP'ê ya Amedê de diyar kir ku her çend rastî zahmetiyên mezin bên jî keştiya wan dê bigêje peravê û wiha got: "Berxwedan ji bo me jiyan e." 

Rêxistina HDP'e ya Amedê 2'emin Kongreya xwe li Salona Konferansê ya Wedat Aydin ya Avahiya DBP'ê ya Amede pêk anî. HDP'ê bi şîara “Em ranewestin, fajîzmê rawestînin" 2’emîn kongre pêk anî. Di kongreyê de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpil Kemalbay, Hevkeroka KCD'ê Leyla Guven, endamên KCD, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan, Alîkarê Hevserokê HDP'ê û Parlamenterên HDP'ê Nadir Yildirim, Serokwekîlê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim, Parlamentera HDP'ê Dilan Dirayet Taşdemir, nûnerên CHP, PSK, Baroya Amedê, Meclisa Dayikên Aştiyê, Nûnerên saziyên sivîl ên civakî amade bûn. Kongre rastî eleqeyek mezin hat. Li salonê pankarta “Faşizm ne tişta têk neçe ye, dermanê wê cesaret e", “Tecrîd dê winda bike, azadî dê bi ser bikeve", “Encam çi dibe bila bibe dê muhteşem be" û “Eger em nebin yek, em ê herin yek bi yek” û posterê Demîrtaş daliqandin. Di kongreyê de peyamên Fîgen Yuksekdag û Selehattîn Demîrtaş hatin xwendin. Di kongreyê de Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Nadîr Yildirim axivî û wiha got: “Tevî hemû pêkanînên faşizan em îro li vir kongreya xwe pêk tînin. Em dê bi vê kongreyê faşîzmê têk bibin. Parlamentera HDP'ê Sibel Yigitalp jî bal kişand ser girtina wekîl û şaredaran û wiha got:"Şaredariyên me kirin qereqol. Birêz Ocalan receteya çareseriyê pêşkêşî me kir. Ev reçede tê feraseta netew dewletan têk bibe. Ji ber vê yekê hêzên netew dewlet ditirsin û êrîş dikin."
 
Hevseroka DBP'ê ya Amedê Ruken Akça, peyama Hevseroka  HDP'ê ya Berê Figen Yuksekdag xwend. Yuksekdag di peyamê de diyar kir ku dil û hestên bi azadiyê tê dikoşin tu diwar nikarin têkeve navbera wan û wiha got: "Ez Musa Anter, Vedat Aydin, Tahir Elçî û hemû şehîdên aştî û demokrasiyê bi hurmet bibîr tînim. Ger ku em deynê kesên ji bo azadiya pêşeroja gelê Kurdistan û Tirkiye nemir bûn bidin wê demê em dê aram bibin. Em dê aştî, azadî u demokrasiyê tewez bi têkoşîna hevpar bi dest bixin. Teqez dê aştî û gelê me bi ser bikeve." 
 
DEMîRTAŞ: EM DI RÊYA BI KELEM RE DIMEŞIN
 
Hevserokê Giştî yê HDP'ê  Selahattin Demirtaş jî peyam şand. Endamê Dîwana KCD'ê Zulkuf Karatekin peyama Demîrtaş xwend. 
Demîrtaş, jî anî ziman ku di encama operasyona tevahî ya li dijî HDP'ê îro girtî ye û wiha got: "Bi girtina me ne dikarin we û ne jî dikarin HDP'ê rawestînin. Ji ber ku ne partiya yek rêber e. Ji ber partiya gelan e. Em dîsa dibêjin ev partî dê bigêje peravê. Ya ku partiyê bigîne peravê gel bi xwe ye. Bi sed hazaran ciwan û jin vê partiyê bi rêve dibin û dê wê bigînin peravê. Rêya me dijwar e. Bi kelem e. Lê HDP di çarçoveya rêgezên xwe yên aştî, wekhevî û azadiyê de tawîzan nade û dê bigêje armanca xwe. " 
 
GUVEN: EM REXNEDANÊ DIDIN
 
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven jî anî ziman ku MGK'ê di sala 20147an de li dijî kurdan plana rizantin û hilweşandinê xistine meriyetê û wiha got: "Vê planê têkoşîn û hêza gelê kurd nexistiye nava hesabê xwe. Ji ber vê yekê ev plana wan dê têk biçe. Xanî û bajarên kurdan xera kirin, lê tiştek bi dest nexistin. Nikarin kurdan tune bikin. Îro em li her dera cîhanê hene. Ev jî bi xêra Birêz Ocalan e. Birêz Ocalan ji bo hemû gelê Rojhilata Navîn proje amade kir. Birêz Ocalan îro nûnerê milyonan kesan e. Em carek din azadiya Ocalan dixwazin. Birêz Ocalan ji bo hemû gelê cîhanê şens e. 
 
KEMALBAY: PIRSGIRÊKA ERDOGAN HEYE
 
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpil Kemalbay, jî diyar kir ku her çend rastî zahmetiyên mezin bên jî keştiya wan dê bigêje peravê û wiha got: "Berxwedan ji bo me jiyan e. 
 
OCALAN BÛ HÊVIYA AŞTÎ Û ÇARESERIYÊ 
 
Kemalbay bal kişand ser rola Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: Birêz Ocalan bi pêşxistina pêvajoya çareseriyê ji bo aştî û demokrasiyê bû şensek mezin. Bu heviyek mezin. Îro li ser axa me zarok tên kuştin. Divê em rê li pêş van kuştinan rawestînin." 
Îro AKP û qesr hemû butçeya xwe li şer qerç dike. Erdogan di qezra 1150 ode de dijî. Ev dikare hemû dibistan û nexweşxaneyan fînanse bike. Îro partiya bi tenê alternatif HDP ye. Îro li Tirkiye 10 wekîl girtî ne. Ji ber vê yekê kes ne di ewlehiyê de ye. " 
 
Piştî axaftinan hilbijartin pêk hat. Di kongreyê de ji bo Hevserokatiya HDP'ê ya Amedê Mehmet Şerif Camci û Filiz Buluttekin hatin hilbijartin. 
 
KONGREYA HDP'Ê YA SEMSÛRÊ: DIVÊ DERIYÊ ÎMRALIYÊ VEBE 
 
Rêxistina HDP'ê ya Semsûrê jî 2'emîn Kongreya xwe ya Asayî pêk anî. Kongre li Salona Can Dagun pêk hat. HDP'ê li Salona kongreyê pankarta "Bila zindan vala bibin, ji girtiyên siyasî re azadî", "Karê tûtinê, keda me û debara me nayê qedexekirin" vekirin. Parlamenterê HDP'ê Behçet Yildirim, Leyla Birlik û Nimettullah Erdogmuş û Endamên Meclisa Partiyê tev li kongreyê bûn. Hevserokê HDP'ê yê Semsûrê Selim Ozbek axaftina vekirinê kir. 
 
Parlamenterê HDP'ê yê Semsûrê Behçet Yildirim, bal kişand ser operasyona 4'ê Mijdarê ya li dijî HDP’ê û wiha got: "Hevserokên me û hevalên me dîl hatin girtin." 
 
BÎRLÎK: KURDAN SERÎ DANENÎ
 
Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk jî anî ziman ku gelê kurd tu carî serî ne tewand û ji niha û şûnde jî serî natewîne. Ji Rêberê PKK'ê Birêz Abdullah Ocalan agahî nayê girtin. Agahiyên li ser medya civakî hatin belav kirin dozgeriyê derewand. Lê ev baweriyê nade me. Gelê kurd li her dera cîhanê li ser piyan e. Gelê kurd li tevahiya cîhanê dixwaze ji Birêz Ocalan agahî bistîne. Divê bi lez deriyên lie Îmraliyê bên vekirin Ocalan rêberê Gelê kurd e û divê êdî ev tecrîd bi dawî bibe." 
 
Kongre piştî axatinan û xwendina raporan bi hilbijartinê bi dawî bû. Di hilbijartinê de Hevserokên HDP'ê Selîm Ozbek û Hayriye Korkmaz hatin hilbijartin. 
 
 
 
 
 

Sernavên din

06/11/2017
09:51 Ciwanên Cizîrê yên sîxûriyê li ser wan ferz dikin axivîn
09:50 'Li dijî rejîma tundiyê 'Biqîre'
09:49 Konca: Divê em hêj zêdetir li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin
09:48 Rapor Meclisê: Ne girtî, gardiyan hatin derbkirin
09:14 Kurê xwe bi destê xwe bir qereqolê, 22 sal nedîtiye
09:13 Amerîkayê li Şamê bi Memlûk re hevdîtin pêk anî!
09:12 Karkerên plaza: Karker girtekê digirin û diçin tuwaletê
09:12 Agin: Ne dewleta-netewe, paradîgmaya Ocalan çareserî ye
09:11 Li dijî wêrankirina xwezayê pedalan dizivirînin
09:10 Pîleya SÎT'ê hat daxistin, înşaetê dest pê kir
09:01 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2017'AN
05/11/2017
22:26 Kesekî li Teksasê 26 kes kuştin 24 kes jî birîndar kirin
20:35 Di teqîna li Kerkûkê de 4 kes mirin 18 kes jî birîndar bûn
19:03 Cerdevanê berê li Edeneyê hat kuştin
18:56 Li Bestayê operasyonek berfireh hat destpêkirin
18:15 Kartal, Başakşehir û Kagithaneyê çalakiya 'Ji Ocalan re Azadî' dewir girt
16:33 4 rojin ava vexwarinê nadin girtiyan
16:22 DAIŞ'ê li Dêra Zorê nêzî 200 sivîl qetil kirin
16:16 4’ê Mijdarê li Manîsa hat şermezarkirin
16:08 Buldan: Darbeya herî mezin li dijî hevdîtina bi Ocalan re kirin
15:59 Di roja 362'yan a Yukselê de 3 kes hatin binçavkirin
15:25 Nobeta xwe diyarî karkerên Şirnexê kirin
14:56 Kemalbay: Ev keştî dê bigêje peravê
14:45 Li Kerkûkê du teqînên dijwar, mirî û birîndar hene
14:11 Fuara TUYAP'ê di roja duyem de didome
13:57 Dayîkên Aştiyê li Enqerê ketin greva birçîbûnê
13:47 Sûriyê, Îran, Hizbûlah li dijî kurdan dibin yek
13:30 Ji 3 zarokên birîndar bûn 1 jê emeliyat bû
13:15 Gelo li Şemzînanê leşkerên kuştî vedişêrin?
12:36 KCD: Cezayê li Irmak qatiye birîn di wîcdanê gel de cihê wê tune
12:01 Rapora Cotmehê: 40 jin hatin kuştin, 25 jin jî rastî tundiyê hatin
11:46 3 kes li Amedê hatin binçavkirin
11:45 Êzîdiyên Serdeşê xweseriyademokratîk dixwazin
11:32 ‘Azadiya Ocalan azadiya gelan e’
11:04 Bira Recep, Tayyîp, Erdogan li Idlibê jiyana xwe ji dest dan
10:29 Li Erebîstana Siûdî oprasyon: 11 prens, 4 wezîr hatin binçavkirin
09:28 Esnafan Konur û Yukselê: Êdî em nikarin kar bikin
09:27 Xebata zêde bandoreke xirab li ser bijîşkan dike
09:25 Leşkeran pir hilweşand, bêrîvan wiha derbas dibin
09:23 ‘Netirsin dê jin qezenc bikin’
09:18 Dayika zarokê hat îstsimarkirin: Em bibin dengê zarokan
09:16 ‘Divê dayik dest bidin hev û tecrîdê bişkînin'
09:15 Şirnexî: Piştevanî dê êşên me siviktir bike
09:13 Gursoy: Fikrên Ocalan li Rojhilata Navîn modela lihevkirinê ne
09:01 Kampanyaya pirtûkan a ji bo girtiyan didome
09:00 ROJEVA 5'Ê MIJDARA 2017'AN
04/11/2017
19:44 Der barê dosyeya Çelikê ku li malê hat kuştin biryara nepeniyê hat dayîn
19:19 Li Nisêbînê di nav destê zarokan de cismek teqiya: 3 zarok birîndar bûn
17:02 Malbata Çelik kêliya serdegirtina polîsan vegot
16:39 22 salin agahî ji Abdullatif Yagizay nayê girtin
15:53 6 xebatkarên Rojnameya Meydanê hatin binçavkirin
15:31 Li gelek bajaran darbeya '4'ê mijdarê' şermezar kirin
15:25 Ji bo Ocalan ketin greva birçîbûnê
15:16 Ji MYK'a HDP'ê daxuyaniya 4'ê Mijdarê: Em ê teqes bi ser bikevin!
15:14 Di çalakiya Rûniştina F de xwestin Sisê Bingol berdin
14:55 Xizmen windan aqûbeta Vejdîn Avcil pirsîn
14:42 4 kes li Kolana Yukselê hatin binçavkirin
14:40 Dayikên Şemiyê: 22 salin edalet winda ye
14:39 Buldan: Hûn ji bo desthilatdariya xwe nikarin siyasetmedarê me dîl bigirin
14:14 Keskîn: Gefa girtinê li ÎHD'ê dixwin
13:55 Huda Kaya: Ligel hemû gefan em dest ji têkoşîna xwe bernadin
13:31 Leşker peyama HPG'ê xwend: Kuro nekişîne dê ji wan re bibe reklam!
13:24 Di doza 5'ê Hezîranê de du delîlên nû
13:00 Grevên birçîbûnê yên ji bo Ocalan didomin
12:54 Di cotmehê de 5 rojnameger hatin girtin 4 rojnameger hatin kuştin
12:48 Gundî bi îşkenceyê hatin binçavkirin
12:34 Cenaze teşhîs kirin, 'hûnê li benda DNA'yê bimînin'
11:46 Li Şemzinanê Serpelek mir û 2 cawîşên pispor birîndar bûn
11:45 Jina koçber li Silêmaniyê dawî li jiyana xwe anî
11:36 Ceza li ser cezayê li çalakvanên Yukselê dibirin
11:29 8 pasdarên Îranê li Urmiye hatin kuştin
10:40 Ji heman sûcdariyê dubare doz vekirin
10:15 'Li gelek welatan mafê pedê heye, li Tirkiyeyê çima tune'
10:14 5 kes di teqîna li malê de birîndar bûn
10:11 Peyama sersaxiyê jî sûc e
10:11 Çêkirina Projeya Kendavê ya Îzmîrê didome!
09:56 Sal û 7 meh in li benda lêpirsînê ye
09:45 'Ev bazar keda me ye, em ê xwedî li keda xwe derên'
09:44 Dêr kirin mizgeft, mal kirin kafe
09:43 Ne 2 sal, 18 sal li Îmraliyê derbas bûn
09:19 Xeta azadiyê ya ku jinan dewr girtiye: Berîtan
09:18 Bek: Sepandina ‘hepsa malê’ rê li ber rûxandinê vedike
09:00 ROJEVA 04'Ê MIJDARA 2017'AN
03/11/2017
18:46 Wê Swêd xelata azadiya ramanê bide rojnameger Zehra Dogan
18:08 Kişanak û Tuncel nehatin tehliyekirin
17:32 Li parlementera HDP’î Beştaşê 2 sal ceza birîn
16:51 Serlêdana malbata Ocalan dîsa hat redkirin
16:02 Bi îdiaya 'Propagandaya rêxistinê' hat girtin
16:02 Ji bo doza Demîrtaş daxwaza neqlê kirin
16:01 Îşkence li girtiyan kirin û avêtin odeya singer
16:01 Bi hezaran nameyên ‘tecrîdê’ ji CPT û meclisê re hatin şandin
16:00 '2 sal derbas bû di doza Elçî de yek soz jî neanîn cih'
15:22 Operasyona 4’ê Mijdarê hat şermezarkirin
15:22 ‘Êrîş li ser destkeftiyên jinan hene’
15:21 Ji DÎSK, KESK, TMMOB û TTB'ê bang: Em ne OHAL demokrasiyê dixwazin
14:31 360 roj in li karê xwe digerin
14:09 Tunç: Ger me yekitiya neteweyî hebûya Başûr nediket vî halî
13:42 Jin mitînga ‘Dê azadî qezenc bikin” li dar dixin
13:35 ÎHD: Welat veguherandin girtîgehê
13:13 Talankirina daran a li Kerboranê dirêjî Midyad û Hezexê jî bû