Hatîp Dîcle: Tasfiyekirina komployê bi azadiya Ocalan pêkan e

  • rojane
  • 09:14 15 Sibat 2019
  • |
img

STENBOL – Siyasetmedarê kurd Hatîp Dîcle, bal kişand ser girîngiya çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatine destpêkirin û got: "Komplo di meriyetê de ye. Bi temamî tasfiyekirina komployê bi azadiya Birêz Ocalan pêkan e." 

Di 15'ê Sibata 1999'an de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi tevkariya hêzên navdewletî radestî Tirkiyeyê hat kirin. Di ser vê radestkirinê re 20 sal derbas bûn. Ocalan, ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ve nikare parêzerên xwe bibîne û ji bilî hevdîtina 11'ê îlona 2016'an tam du sal û nîvan malbat jî nikaribû hevdîtinê pê re çêbike. Piştî Hevseroka KCD'ê û Parlementera HDP'ê Leyla Guven û gelek girtî dest bi greva birçîbûnê kirin, Mehmet Ocalan di 12'ê Çileyê de çû Îmraliyê û hevdîtin bi Ocalan re pêk hat. 
 
Siyasetmedarê kurd Hatîp Dîcle, radestkirina Ocalan a Tirkiyeyê û tecrîdkirina Ocalan nirxand. 
 
Dîcle, anî ziman ku 15'ê Sibata 1999'an ji bo kurdan rojeke reş e. Dîcle, bilêv kir ku 20 sal berê Ocalan bi komployeke navdewletî hatiye girtin û DYA bi ev yek bi awayekî fermî qebûl kiriye. Dîcle got: "Di sala 1991'ê de, piştî bidawîbûna dublokiya cîhanê DYA ji bo Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn bike di ser krîza Quweytê re êrîşî Iraq-Seddam kir. Mutefîkên DYA'yê jî PDK û YNK bûn. DYA, dixwest di ser wan re PKK'ê û Birêz Ocalan ber bi xeta xwe ve bikişîne. JIxwe Ocalan ji bo vê got 'Di sala 1997'an de bi rêya navbeynkaran CÎA û MOSSAD tekklîf li me kir. Dixwestin em bibên yêddekên DYA û Îsraîlê. Em tevgereke azadiyê ne. Ne mimkun bû ku em vê yekê qebûl bikin.' Di sala 1997'an de piştî vê helwesta PKK'ê, DYA, Îsraîl, Îngîlter yanî Bloka Rojavayê cîhanê PKK hedef girt. Herî dawî di 16-17'ê bi Mutabaqata Washîngtonê biryar dan ku PKK'ê tasfiye bikin. Di wê mutabaqatê de DYA, Tirkiye, PDK û YNK hebûn. Yek ji maddeyên vê mutabaqatê tasfiyekirina PKK'ê bû. Çimkî, li gor wan PKK bernameya wan asteng dikir. Wê demê piştî bi desteka NATO'yê Fermandariya Hêzên Bejahiyî ya Tirkiyeyê gef li Sûriyeyê xwarin, Birêz Ocalan mecbûr ma di sala 1998'an de ji Sûriyeyê derkeve." 
 
'HIQÛQA NAVDEWLETÎ HAT BINPÊKIRIN' 
 
Dîcle gotinên Ocalan ên der barê derketina ji Sûriyeyê de bi bîr xist: "Li ber min du rê hebûn. An ezê biçûma Qendîlê ku wê çaxê wê Tirkiye bi desteka NATO'yê bi her cure çek êrîş bikirana û wê bi hezaran gerîlla jî ji b min biparêzin canê xwe feda bikirana. Min dît ku ev ne çareserî ye. Her çend birîsk bû jî min Ewropa tercîh kir." Dîcle got: "Yûnanîstan, Rûsya û hemû dewletên Ewropayê tam 4 mehan hiqûqa navdewletî bin pê kirin û di 15'ê Sibata 1999'an de Birêz Ocalan dîl hat girtin." 
 
'CERIBANDINÊN EWIL ÊN GÛANTANAMO' 
 
Dîcle, anî ziman ku Ocalan ji bo çûyîna Îmraliyê gotiye: "Wexta min birin Îmraliyê, li ser navê Konseya Ewropayê siyasetmedareke jin li wir bû." Dîcle got: "A rast tê wateya ku Pergala Girtîgeha Îmraliyê ji aliyê Konseya Ewropay û hemû dewletên Ewropayê hatiye sêwirandin. Çima em bi rihetî wisa dibêjin. Çimkî di nav vê pergala îtifaqî de Rûsya, DYA û Tirkiye hene. CPT û DMME jî perçeyeke Konseya Ewropayê ne. Li vir pergaleke Îmraliyê hat afirandin. Ceribandinên ewil ên Gûantanamoyê li wir hatin kirin." 
 
 
'OCALAN PLANÊN TASFIYEYÊ PÛÇ KIR' 
 
Dîcle, anî ziman ku lê belê tevî ev qas tiştî jî Ocalan planên tasfiyekirinê pûç kirine û got: "Birêz Ocalan planên tasfiyekirinê pûç kirin. Her wiha PKK jî planên tasfiyekirinê pûç kirin. Çimkî biryareke Mutabaqata Washîngtonê jî tasfiyekirina rêberê PKK'ê bû. Wê demê çalakiya 'hûn nikarin roja me tarî bikin', berxwedana gel, xwedîderketina gelê kurd bû sedem ku DYA nikaribe bi awayekî fizîkî Birêz Ocalan tasfiye bike. Paşê Birêz Ocalan li Îmraliyê dest bi pêngaveke mezin kir, hem stratejiya PKK'ê hem jî paradîgmaya xwe da ber lêpirsînê û tevgerê veguherand. Niha Birêz Ocalan di bin esaretê de ye. Loma nikaribûn PKK'ê tasfiye bikin. Negihan mexseda xwe. Bîlakîs PKK'Ê xurtir bû. Bû dînamîka sereke ya Rojhilata Navîn. Lê belê hîn jî Birêz Ocalan di bin esaretê, îşkence û tecrîdê de ye. Loma a dikeve ser milê gelê kurd, dikeve ser milê hemû dostan ew e ku tecrîdkirina Ocalan bi dawî bike. Komplo di meriyetê de ye. Bi temamî tasfiyekirina komployê bi azadiya Birêz Ocalan pêkan e. Heta Birêz Ocalan di girtîgehê de be, komplo dewam dike. Herî dawî DYA ji bo qezenckirina Tirkiyeyê der barê sê rêveberên PKK'ê de biryara 'kuştinê' da. Ev tê wateya; her çend hîn jî li Rojavayê DYA kurdan wekî muetfîk binirxîne jî, lê ji bo Tirkiye ji dest wan neke, PKK'Ê wekî tevgereke divê bê tasfiyekirin dinrixîne." 
 
 
'KES NIKARE XWE LI BER HÊZA GEL RAGIRE' 
 
Dîcle, destnîşan kir ku loma çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêeşngiya Leyla Guven hat destpêkirin û li tevahiya girtîgehan berbelav bû pir girîng in û got: "A dikeve ser milê gelê me ew e wan bi tenê nehêle û bi awayekî çalak têkeve dewrê. Bila gel Şoreşa Îranê bîne bîra xwe. Di dema Şoreşa Îranê de griseyeke mezin a gel hebû, lê terhê çalakiya wan hêsan bû. Mesel dihat gotin herkes piştî nimêja eşa bibêje 'Elah û Ekber.' Wê demê li Tehranê bi milyonan kes bi hev re diqîriya. Ne şah ne jî leşker nikaribûn xwe li ber ragirin. Tu hêz nikare xwe li ber gel ragire. Loma divê daxilî çalakiyên cuda û çalakiyên herî tesîrdar bibin. Ji bo şikandina vê tecrîdê divê gelê me têkeve dewrê. Ev 300 hevalên me nrixên gelê me yên herî mezin in. Niha hemû gelên cîhanê me dibînin, dişopînin. Sed sal in gelê kurd gelek êş kişandin. Lê asta me ya niha asteke bilind e. Di vê sedsalê de em di asta herî bilind de ne û em dikarin bi ser bikevin. Loma divê gelê me tevgereke wijdanî bide destpêkirin û ji bo dawî li tecrîdkirina Birêz Ocalan bê bênav ber li ber xwe bide. Roj roja divê ji destê kê çi bê bê kirin." 
 
Dicle got: "Kesên ku hindikî jî ji siyasetê fêm din divê vê yekê zanibin. 20 sal in kengî Birêz Ocalan bi rihetî biaxive, li Tirkiye û Rojhilata Navîn bayê aştiyê hêl dibe û gavên demokratîk tên avêtin. Kengî jî Birêz Ocalan bê tecrîdkirin, xwîn dirêje. Ev tenê ne ji bo gelê kurd, ji bo hemû gelên Tirkiyeyê wisa ye."
 
Dîcle, qewimînên li Rojhilata Navîn wekî "şerê sisêyan ê cîhanê" pênase kir û got: "Kurdîstan navenda Rojhilata Navîn e, di warê polîtîk de li navendeke girîng e û dîrokî ye. Loma, azadiya Ocalan tenê ne azadiya gelê kurd e, wê ji bo Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn bibe xizmeta aştî û demokrasiyê. Loma pir girîng e." 
 
'ÇALAKIYÊN DÎROKÊ DIKARIN GIRSEYAN RAKIRIN SER PIYAN' 
 
Dîcle, anî ziman ku hevdîtina 11'ê Îlona 2016'an û 12'ê Çileya 2019'an ên bi Ocalan bi saya van berxwedanên dîrokî ye û got: "Lê armanca dewletê û amûra şerê taybet ne çareserî ye. Di sala 2016'an de ez li welêt bûm. Me KCD biryareke hevpar girt. Piştî 15'ê Tîrmehê me agahî ji Birêz Ocalan negirtin û me xwest em agahî jê bigirin û ev yek di demeke kurt de çêbû. Wê çaxê daxwaza tenê der barê jiyana wî de bûn. Lê niha Hevseroka KCD'ê Leyla Guven çalakiyeke pir girîng daye destpêkirin. Ji bo dawî li tecrîdê bê çalakiyeke wisa da destpêkirin. Çalakiyên girîng û dîrokî dikarin griseyan rakirin ser piyan. Jixwe piştî daxuyaniya Leyla Guven nêzî 300 hevrê dest bi berxwedaneke mezin kirin. Ev yek dewletê tirsand. Hevdîtna 12'ê Çileyê jî di vê çarçoveyê de çêbû. Lê wisa dixuyê ku Birêz Ocalan pêşniyaza wan qebûl nekiriye. Li gorî agahiyên me girtin ev hevoka wî tenê jî bes e; 'Ez tenê nayêm tecrîdkirin, em hemû tên tecrîdkirin.' Rast e, dîktatoriya faşîst civak, rêxistinên civaka sivîl, hêzên demokrasiyê hemû tecrîd dike. Loma peyama Birêz Ocalan ev e; 'Pêşî hûn tecrîdê bişikînin. Wexta hûn tecrîdê bişikînin, wê çaxê ez ê jî azad bibim.'" 
 
'WÊ QÎRÎNA GEL WAN BITIRSÎNE' 
 
Dîcle, berxwedanên 28'ê Adara 2006'an û 6-8'ê Cotmeha 2014'an jî bi bîr xist û got: "Divê gel jî di warê çalakiya Leya û hevalên wê de serwext bibe û wekî pêvajoya 2006 û 2014'an bibe pêşeng. Wekî din tu rê tune ne. Divê gelê me ji vê amin be. Wê zarokên gel bedêl çi dibe bila bibe dev ji vê rêya xwe bernedin. Lê ji bo bedêla vê hindik be û bi ser bikeve, divê gelê me têkeve dewrê. Dibe ku hin kes bêjin di şert û mercên faşîzmê de berxwedanên wekî 2006 û 2014'an ne pêkane. Lê belê çalakiyeke herî pasîf jî wexta veguhere çalakiay girseyan, li Amed, Wan, Êlih û deverên din qîrîna gel wê wan bitirsîne. Wê bi paş ve gav bavêjin. Em nikarin ji gelê xwe re bêjin divê çi bikin. Tenê em dibêjin divê gelê me yê ku 40 sal in zarokên wan şehîd dikevin û bedêlan didin di vê serdemê de têkeve dewrê. Jixwe ew bêtir hay ji awayên çalakiyan hene. Biryar a wan e, lê em ji bo tiştekî wisa li benda gelê xwe ne." 
 
 
MA / Yasin Kobulan 

Sernavên din

19/02/2019
10:45 Girtiyên Girtîgeha Antalya: Em di hişmendiya çalakiya xwe de ne
10:11 Girtiyên di greva birçîbûnê: Heta daxwaz bê qebûlkirin em ê pirttir bibin
10:02 Welatî der barê wekîlê midûrê polîsan de li dozgeriyê gilî kir
09:49 3 karkerên di bin hezanê de man jiyana xwe ji dest dan
09:12 Gelên li Tirkiyeyê: Çareserî perwerdehiya bi zimanê zikmakî ye
09:11 Girtiyên di greva birçîbûnê de: Divê em di vê pêvajoya dîrokî de cih bigirin
09:10 Namzetên Serêkaniyê: Em ê bi ser bikevin, ji niha ve ser xêrê be
09:09 'Bi kurdî biaxive, bixwîne, binivîse'
09:08 Rojnamevanê girtî Guleş: Xwê nadin girtiyên di greva birçîbûnê de
09:07 Ji ber 'nîşaneya serketinê' ya bi bûka berfê hat cezakirin
09:06 'Pêşî fiyetê mazot û gubre kêm bikin'
09:05 Meha pîroz a elewiyan: Xizir
09:00 ROJEVA 19'Ê SIBATA 2019'AN
08:48 Berxwedana Leyla Guven di roja 104'an de berdewam dike
18/02/2019
22:37 Hevserokê HDP'a Mêrdînê Sîncar hat girtin
17:38 Bi fermana qeyûm darên li parkê rakirin
17:09 Wekîlê HDP’ê Ozguneş: Divê aliyekê têkoşîna li dijî tecrîdê be
16:31 'Înîsiyatifa Leyla Guven Mafdar e, Divê Tecrîd Rabe' ava kirin
16:30 Siyasetmedarên 11 rojin dibin çavan de sewqî edliyê hatin kirin
16:16 Karkerekê dibin axê de ma jiyana xwe ji dest da
15:41 Kemal Kiliç li ser gora xwe hat bibîranîn
15:17 Kurtulan: Di 1'ê Nîsanê de dê hêzên demokratîk û Kurd bi ser bikevin
15:16 Di danişina Nisêbînê de kes nehat berdan
15:05 Ji bo grevên birçûnê ji 7 navendan bang kirin: Deng bidin jiyanê
14:49 Zarokên rastî îşkenceya polîsan hatin, hatin berdan
14:20 ÎHD: Azadiya ramanê di bin tecrîdê de ye
13:21 Saziyên Êzidiyan dê li pêş CPT çalaki pêk bînin
13:21 Zarokên rastî îşkeceya polîsan hatin derketin dozger
12:54 Jinên Wanî: Berxwedana Leyla ji bo mirovahiyê ye
12:54 Prof. Konukman: Hûn her tim şer bikin dê xela pêş bikeve
11:37 Kana madenê hilweşiya: Karker di bin axê de man
10:36 Îşkence li zarokan kirin û bêyî xwendinê belge dan îmzekirin
10:18 Mizrakli: Qeyûm malê şaredariyê dewrî Diyanetê dike
09:39 Leylayê 103 roj in li ber xwe dide: Berxwedan dide jiyandin, bêdengî dukuje
09:32 Ji bo zarok necemidin konser hat lidarxistin
09:11 Helbestkarê helbesta li ser zimanan: Şikoyê Hesen
09:10 HDP li Şirnexê dest bi civînên gel dike
09:09 ‘Di encamê de mirin jî hebe, emê çalakiya xwe berdewam bikin’’
09:08 ‘Tenzim ne firotine û çareseriyek bingehîn nîne’
09:08 Girtiyên di greva birçîbûnê de: Divê hemû kes ji vê pêvajoya xurt re bibin deng
09:07 Malbata Gunana yê di greva birçîbûnê de bang li hêzên demokratîk kirin
09:00 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2019'AN
17/02/2019
17:41 Birca Keçike piştî sê salan bi ‘destûr' hat vekirin
16:48 TJA’yê bertek nîşanî tacîza zayendî ya polîsan da
16:05 Taşdemîr: Yên dibêjin 'em ê hesap bipirsin' divê hesab bidin
15:03 HDP'ê li Mêrdîn yekemîn buroya hilbijartinê vekir
14:39 Dolmîşa ji nîşaniyê vedigeriya qulipî: 3 kesan jiyana xwe ji dest da
14:03 Trûmp ji welatên Ewropa xwest DAÎŞ'iyên xwe darizînin
13:26 Berxwedana Leylayê di roja 102'yemîn de di dorpêça polîsan de didome
12:13 Konferansa Meclisa Jinên Ciwan a HDP'ê dest pê kir
11:48 Ehrar El-Şerqiya îşkence li Umer Eros ê 85 sali kirin û mala wî talan kirin
10:50 12 tor û hevpeymaniyan xwestin çalakvanên Behdînan bên berdan
09:41 3 zarokên rastî îşkenceya giran hatin: Serê me xistin klozetê
09:15 Çelîk: Em ê di 31'ê Adarê de bersiva wan bidin
09:12 Ji bo HDP'iyan fezleke bi lez, lê ji bo AKP'iyan nayê amadekirin
09:10 Qeyûm projeya şaredariya DBP'ê wekî ya xwe nîşan da
09:08 Firingiyên bexşî mexazeyên tanzîmê hatin kirin bi pereyan firotin!
09:06 Qeyûm deverên aîdî şaredariyê yeko yeko dewr dike!
09:05 Temellî: AKP, nikare welat bi rê ve bibe
09:03 Cotkar: Em deyn dikin didin deynan
09:01 'Astengkirina dengdayîna jinên li sitargehan binpêkirina mafan e'
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2019'AN
08:03 Berxwedana Leyla Guven di roja 102'yemîn de berdewam dike
16/02/2019
19:35 Girtina Kaya û Karaaslan hat şermezarkirin
18:40 Bi deh hezaran kurd beşdarî mîtinga Strasboûrgê bûn û berxwedana Leyla silav kirin
18:25 Dayika Şemiyê Baskin li cem kurê xwe hat veşartin
18:17 Hevserokê HDP'a Hewengê hat girtin
16:57 6 kesên li Amedê hatin binçavkirin hatin berdan
16:09 Aqubeta rojanemger Abayay û Tekdag pirsîn
15:50 ÎHD: Divê demildest girtiyên nexweş bên berdan
15:41 'Girtiyê nexweş Îmam Çelîkdemîr bila bê berdan'
15:29 Li Stenbolê avahiya 4 qatî hilweşiya
15:28 11 kes li Bûrsayê hatin binçavkirin
14:24 Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê aqûbeta Mûrat Yildiz pirsî
14:18 Dayikên Aştiyê nobeta xwe bi dawî kirin
14:17 Dayikên Şemiyê: 24 salên din jî derbas bibe em ê têbikoşin
14:03 Bi deh hezaran Kurd li dijî tecrîdê li Strasbourgê dimeşin
13:44 Gotin întîxar kir û cenaze teslîmê malbatê kirin
13:43 Çiya Firat: Têkoşîna me ya li dijî DAIŞ'ê didome
13:37 Dayika Şemiyê Meryem Baskin jiyana xwe ji dest da
13:35 Bûldan: Dîrok 101 rojin şahidiya berxwedanê dike
Temellî: Tirkiye dinava krîzek pirhejmarî deye
13:04 HDP'ê beyannameya hilbijartina herêmî aşkere kir
12:35 Li 5 bajarên qeyûm bi rê ve dibin HDP ji sedî 60 partiya yekemîn e
11:52 Dirûşmeya hilbijartinê ya HDP’ê: Bi hevre ber bi demokrasiyê ve
11:49 Malbatên girtiyan: Beyî ku kes bimirin dengê xwe bilind bikin
11:40 Çalakî qediya lê dorpêç ranebû
11:28 13 kes li Edenê hatin berdan
10:58 KJAR'ê name ji Leyla Guven re şand: Faşîzm di şexsê we de careke din têk çû
10:38 Komeleya Komisyonvanan: Em buha dikirin em buha difiroşin
10:17 Fermandariya Pêngava Bagera Cizîrê dê di saetên peş de daxuyaniyek girîng bide
09:07 3 sal û meh û 15 roj ceza li rojnamevan Paksoy hat birîn
09:06 DMME'yê got 'cezayê muebeta giran' îşkence ye
09:05 Girtiyê 63 roj in di greva birçîbûnê de: Ji xeynî berxwedan û serketinê wekî din tu rê tune ye
09:05 Di doza gundê Xerabê Bava de dadgehê Wezareta Karê Navxweyî mehkûmî tazmînatê kir
09:04 Jinên ciwan ji bo tecrîdê û grevên birçîbûnê li hev dicivin
09:03 KA.DER: Eger partiyên din jî samîmî bin divê wekî HDP'ê pergala hevserokatiyê pêk bînin
09:02 Girtiyê 32 roj in di greva birçîbûnê de: Em ê bi bedena xwe li ber xwe bidin
09:00 Bi paqijkirina berfa li ser banan debara xwe dikin
09:00 ROJEVA 16'Ê SIBATA 2019'AN
15/02/2019
23:51 Ciwanan bi çalakiyekê piştgirî dan çalakiya greva birçîbûnê