AMED - Sendîkavanê îngilîz Tony Burke, çûn mala Leyla Guven û serdana wê kirin. Burke ji bo Abdullah Ocalan got: "Tu ferqa wî û Mandela tune ye." Her wiha Burke, anî ziman ku Tirkiye mecbûr e tecrîda li ser Ocalan rake, çimkî wekî din tu şansekî wê tune ye.
Delegasyona Aştiyê ya Navdewletî, di 12'ê Çileyê de ji bo Hevseroka KCD'ê Leyla Guven hat Tirkiyeyê û li Enqereyê serdana hin partiyên siyasî û hin saziyan kir. Paşê heyet hat Amedê û çû serdana Guvenê.
Endamên heyetê, di daxuyaniyên xwe de diyar kir ku ew dixwazin dengê Leyla Guvenê li raya giştî ya navdewletî berbelav bikin. Her wiha heyetê ji bo hevdîtinê bi Ocalan re çêbike serî li Wezareta Dadê da, lê belê wezaretê serlêdana wan qebûl nekir.
Yek ji endamên vê heyetê Alîgirê Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Brîtanya UNITE Tony Burke, destnîşan kir ku ji bo tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe û ji bo der barê azadkirina wî de hin gav bên avêtin hatine Tirkiyeyê û ji bo vê jî wan bi hin saziyên rêxistina civakî re hevdîtin çêkiriye.
Burke, bilêv kir ku ew ê naveroka van hevdîtinan bi raya giştî ya Îngîltereyê re parve bikin. Burke, anî ziman ku di van serdanan de tişta herî zêde bala wî kişandiye ew bû ye ku polîsan tim heyet şopandiye. Burke ji bo vê got: "Mirovên li vir tiştekî îllegal nakin. Daxwazên wan hiqûqî ne. Loma divê Tirkiye jî li gorî qanûnên xwe tev bigere."
‘WÊ HEWLDANÊN ME YÊN DÎPLOMATÎK ÇÊBIBIN'
Burke, ji bo tecrîdkirina Ocalan got: "Sedema hebûna me a li vir helbet rakirina tecrîdê ye. Em ê ji bo vê li qada navnetewî têkevin nav hewldanên dîplomatîk. Em ê vê yekê bi rêya sendîkayên xwe bikin. Bi milyonan endamên sendîkaya me hene. Ji bo dawî li tecrîdê bê em ê di warê dîplomatîk de tev bigerin û hin kampanyayan li dar bixin."
OCALAN ŞIBAND MANDELA
Burke, anî ziman ku sendîkaya wan Britanya UNITE bi salan li dijî rejîma Apartheîdê têkoşiyaye û ji bo azadiya Rêberê Afrîkaya Başûr Nelson Mandela jî têkoşiyaye. Burke, rewşa Ocalan şiband rewşa Mandela û got: "Tu ferqa Ocalan û Mandela ji hev tune ye."
‘WEKÎ DIN TU RÊ TUNE YE'
Burke ji bo Leyla Guven jî got, der barê jiyana wê de şik û gumanên wan hene. Burke, anî ziman ku tenê rêyek li ber Tirkiyeyê heye, ew jî rakirina tecrîdê ye û got: "Divê Tirkiye dawî li tecrîdê bîne. Wekî din tu şansekî wê tune ye. Hem Leyla Guven hem jî çalakgerên greva birçîbûnê yên din amade ne ji bo baweriya xwe jiyana xwe têxin talûkeyê. Leyla jineke pir wêrek e."
Burke, bilêv kir ku ew û sendîkayên li cîhanê di bin banekî de ne û got: "Em ê bi rêya sendîkayan bi ser Tirkiyeyê de bên. Em ê li hemû dewletên sendîka lê hene vê yekê bikin. Em ê hewl bidin ew jî zorê bidin tirkiyeyê. Em ê li tevahiya Ewropayê tecrîdê têxin rojevê. Ji bo dawî li tecrîdê bê çi ji destê me bê em ê bikin."
MA / Ozgur Paksoy - Mehmet Şah Oruç