ÎZMÎR – Mehmet Aydemîr ku di demeke berê ji Girtîgeha Jimare 3'yan a Tîpa T a Şakranê hat berdan, diyar kir ku piştî Mehmet Ocalan çû Îmraliyê û Leyla Guven hat berdan, îdareya girtîgehê bi zext û zorî bi ser girtîgehan de diçe.
Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'a Sarûhan a Manîsayê Mehmet Aydemîr û birayê wî Xebat Aydemîr ku demek berê ji Girtîgeha Jimare 1 û Jimare 3'yan a Şakranê hatin berdan, bal kişandin ser pêkanînên li girtîgehê.
FERZKIRINA JIMARIYA LI SER PIYAN
Mehmet Aydemîr, diyar kir ku berê ew birine Girtîgeha Manîsayê û li wir gardiyanan ew îşkence kiriye û got: "Her sibeh jimariya li ser piyan li me ferz dikirin." Aydemîr, bilêv kir ku wî gelek daxwazname ji ÎHD û Wezareta Dadê re şandine.
Aydemîr, destnîşan kir ku Girtîgeha Manîsayê girtîgeheke nû ye û got: "Îdareya girtîgehê bi polîtîkaya tepisandinê nêzî girtiyên siyasî dibû. Her tim bi awayekî fizîkî mudaxileyî me dikirin. Wek ku tolê ji girtiyên siyasî bigirin. Rojekê sibehê min û birayê min Xebat û hevalê me Sîracettîn Hesass derxistin derve. Me nizanibû wê me sirgûnî kuderê bikin. Min digot wê min û Xebat bişînin heman girtîgehê. Lê birayê min şandin Girtîgeha Jimare 1 a Şakranê û min jî birin Girtîgeha Jimare 3'yan a Şakranê. Li têketina girtîgehê lêgerîna tazî li me ferz kirin. Em li dijî vê derketin, lê em hatin tacizkirin."
RADYO JI WAN STENDIN
Aydemîr, destnîşan kir ku li Girtîgeha Şakranê binpêkirina mafan didomin, girtiyan nabin qadên hevpar û mafê pêwendiyê yê girtiyan tê binpêkirin. Aydemîr, bilêv kir ku radyoyên ku ji kantînê kirîne ji wan stendine. Aydemîr, diyar kir ku wexta ew li Girtîgeha Şakranê bû ew 10 rojan di greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger de maye. Aydemîr, got li girtîgehê Îsmaîl Genç, Faîk Kimiş, Mehmet Umît, Sûat Gurbuz û Ûgûr Ataman di greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger de ne.
Aydemîr, da zanîn ku tenê av û xwê didin girtiyên di greva birçîbûnê de û got: "Bijîşkên girtîgehê guh nedidan hevalên di greva birçîbûnê de. Tenê personelekî stajer dihat digot 'hûn çawa ne.' Nexasim jî piştî Leyla Guven hat berdan, îdareya girtîgehê hat got 'Leyla Guven hat berdan û Mehmet ocalan hevdîtin bi Abdullah Ocalan re çêkir. Dev ji greva birçîbûnê berdin. Hewce nake.' Lê belê girtiyên di greva birçîbûnê de di çalakiya xwe de bi biryar in."
'TEKANE ÇARESERÎ ŞIKANDINA TECRÎDÊ YE'
Aydemîr, bilêv kir ku çalakiya greva birçîbûnê li tevahiya girtîgehan berbelav bûye. Aydemîr, destnîşan kir ku Leyla Guven ji bo rê li ber rêveçûyîna heyî ya pêvajoya siyasî, aborî û civakî ya li Tirkiyeyê bigire ketiye greva birçîbûnê. Aydemîr, destnîşan kir ku ji bo dawî li vê pêvajoyê bê tekane çareserî şikandina tecrîdê ye.
Xebat Aydemîr, jî destnîşan kir ku 3 sal û nîvan bi awayekî derhiqûqî hatiye girtin. Aydemîr, diyar kir ku ew jî li girtîgehê 10 rojan di greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger de maye û got: "Li qawîşa ez lê dimam Îlhamî Çinar, Engîn ûlûgana û Serbulent Yaman di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Leyla Guven bi mîsyoneke dîrokî tev geriya. Li girtîgehan dîroka berxwedanê tê nivîsandin."
'DAXWAZA WAN DAXWAZEKE DEMOKRATÎK E'
Aydemîr, anî ziman ku çalakgerên di greva birçîbûnêd e zihfî bibûn. Aydemîr, destnîşan kir ku ji bo mirinê çênebe bang li herkesî kir û got: "Ev daxwaza daxwazeke hiqûqî û demokratîk e. Her ku me berxwedana çalakgerên di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger didît, moral û baweriya me xurtir dibû."
MA / Rûken Demîr