AMED - Berxwedana Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiriye ket roja 100'emîn.
Berxwedana Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest pê kiriye, ket roja 100'emîn. Berxwedana greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven de dest pê kiriye li Amed, Hewler, Firansa, Mexmûr, Şengalê, Silêmaniyê didome. Guven, bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe di 8'ê mijdarê de ketibû grevê û 100 rojin di grevê de ye. Çalakiya Endamê HDP'ê Nasir Yagiz a li Hewlerê bi heman daxwazê dest pê kiriye jî di roja 87'yemîn de berdewam dike. Çalakiya grevê ya 14 çalakgerên li Strasbaurg û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî di roja 61'emîn de, çalakiya koma ewil ku di 16'ê Kanûnê de li girtîgehan dest pê kir di roja 62'emîn de berdewam dike. Niha li Girtîgehan zêdetirî 300 girtiyên siyasî di greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger de ne.
DI DANIŞÎNA 8'Ê MIJDARÊ DE KETINA GREVÊ ÎLAN KIR
Guven, dema di 8'ê mıjdara 2018'an de bi rêyea SEGBîS'ê beşdarî danişînê bû, li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê îlan kir ku heta tecrid bi dawî nebe dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dike. Piştî Guven dest bi çalakiyê kir di 12'ê Çile de Mehmet Ocalan şandin Îmraliyê û tenê 15 dek hevdîtin hat kirin. Guven diyar kir ku bi dîtina 15 dk yan tecrîd naşikê û çalakiya xwe berdewam kir. Piştî Guven çalakiya xwe berdewam kir, di 25'ê Çile de Guven hat berdan û li malê çalakiya xwe ya grevê berdewam kir. Guven, dîsa diyar kir ku heta daxwaza wê ya rakirina tecrîdê bi temamî pêk neyê dê çalakiya xwe berdewam bike û 100 rojin bi biryar çalakiya xwe berdewam dike.
Piştî Guven hat berdan û li malê çalakiya xwe berdewam kir, li avahiya KCD'ê ji bo piştgiriya çalakiya Guven li avahiya KCD'ê nobet hat destpêkirin. Parlamenterên HDP'ê li avahiya KCD'ê di 31'ê Çile de dest bi nobetê kirin û 6 rojin her rojê 2 parlamenterên HDP'ê li avahiya KCD'ê Nobetê digire. Li gel nobetê bi banga HDP’ê her roj saet ti 20.00’an de girse dimeşe ber mala Guven û bi çalakiya deng derxistinê piştgiriyê didin Guven. Guven derdikeve eywanê û gel silav dike. Guven ku 100 rojin di grevê de ye bi zahmetî dikare avê vexwe û tenduristiya wê her ku diçe giran dibe. Di roja 98'an de rakirin nexweşxaneyê, lê dermankirin qebûl nekir.