NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kerkûkê du teqîn pêk hatin. Di encama her du teqînan de kesek mir û 10 kes birîndar bûn.
Li navenda Kerkûkê li Kolana Qudsê du teqînên cuda pêk hatin. Hat diyarkirin ku di teqîna yekemîn saet di 14.00'an de li ber avahiya Rêveberiya Nasnameyan kesekî xwe teqandiye. Teqîna duyemîn jî saet di 14.30'an de dîsa li Kolan Qudsê li ber Bankaya Rafiideynê pêk hatiye. Hat diyarkirin di teqînê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da 8 kes jî birîndar in. Welatiyên birîndar rakirin Nexweşxaneya Azadiyê.
Li gorî agahiyan teqîn li nêzî herêma Tûgaya Bedir a di nava Heşdê Şebî de cih digire, pêk hatiye.