WAN - Der barê Parlamenterê berê yê HDP'ê Nadîr Yildirim de lêpirsîn hat destpêkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Wanê der barê Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Nadîr Yildirim ê berê de lêpirsîn da destpêkirin. Hat zanîn ku dozgeriyê ji ber parvekirina hesabê medya civakî yê Yildirim de bi îdaya "Propaganda rêxistinê kiriye" û "Gel tahrîkî dijminî û kînê kiriye" lêpirsîn da destpêkirin.