RIHA - Li Wêranşarê 3 kes bi îdaya "Propaganda rêxistinê kirine" hatin girtin.
Li gundên navçeya Wêranşarê ya Rihayê roja duşemê eskeran bi ser malan de girtibû û 9 kes binçav kiribû. Binçavkiriyan îro derxistin Dadgeha Rihayê. 5 kes bi şertê kontrola edlî ji aliyê dozgeriyê ve hatin berdan û biryara girtina 4 kesan da û ew sewqî dadger kir. Dadger jî kesek bi şertê kontrola edlî berda û Fevzî Cîn, Necmettîn Çuçen û Ridvan Tanirgan bi îdaya "propaganda rêxistinê kirine" da girtin û şand Girtîgeha Tîpa T a Rihayê.