AMED - Delegasyona Aştiyê ya Navnetewî, Dayikên Aştiyê ziyaret kirin. Dayikên Aştiyê bertek nîşanî bêdengiya Erûpa dan û xwestin bikevin tevgerê. Heyetê jî banga "Em Leylayê bidin jiyîn" kirin.
Heyeta Delegasyona Aştiyê ya Navnetewî ku ji Ewrûpa ji bo çalakiya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê Leyla Guven bişopîne hat Amedê serdanên xwe didomîne. Heyetê, Meclîsa Dayikên Aştiyê ziyaret kir.
Dayika Aştiyê Havva Kiran bêdengiya welatên Ewrûpa ya li dijî kirinên ser gelê kurd rexne kir û got: "Bi her awayî bi ser me ve tên. Em ji bo êş û têkoşîna tê dayîn bûn dayikên aştiyê. Ji bo tecrîd bê rakirin Leylayê bedena xwe da ber mirinê. Bi ser 300 ewladên me niha li hepsan di greva birçîbûnê de ne. Em ji tu kesî tiştekî naxwazin. Tekane daxwaza me ew e dengê me bê bihîstin û daxwaza wan bê bersivandin. Em naxwazin ji girtîgehan cenaze ji girtîgehan derkevin."
BERTEK NÎŞANÎ BÊDENGIYA EWRÛPA DA
Kiran da zanîn ku divê demildest daxwaza girtiyan bê bersivandin û wiha domand: "Her dayikek hûn niha dibînin tê darizandin. Dosyeyên gelena li dadgeha bilind e. Tevî hemû tiştî jî em ji bo aştiyê têdikoşin. Em dixwazin aştî were vî welatî. 7 zarokên dayikek me jiyana xwe ji dest dan jî lê hêj aştî dixwaze. 3 zarokên dayikek me di hepsê de ne lê hêj aştiyê dixwaze. Daxwaza me jî ji we ev e ku daxwaza aştiyek civakî û mayînde bê bihîstin. Heke îro tiştek neyê kirin dê sibê her dever bibe Kobanê û Efrînê. Em naxwazin canên me din ji dest bidin. Bila dayik êdî negirîn. Yên îro Serokatiya me tecrîd dikin û yên tiliya wan di komployê de heye helbet dê rojekê hesab bidin."
‘ÇI JI DESTÊ ME WERE EM Ê BIKIN'
Heyetê li daxwaz û çîrokên dayikan guhdar kir û pişt re daxuyanî da. Wezîrê kevn ê Karê Hundir û Dadê yê Îzlandayê Ogmundur Jónasson jî wiha got: "Zîndewarî û têkoşîna we min di nava heyraniyê de dihêle. Ez xwe wek ku hatibim îbadetxaneyekê hîs dikim. Ez ji hêrsa we ya li hember me û Rojava jî fêm dikim. Bendewariyên we nayên bersivandin. Em navbeynkarên biçûk in. Lê em ê hemû hêza xwe ji bo daxwazên we bikar bînin û çi ji destê me bê em ê dengê we ragihînin."
PEYAM DA DAYIKÊN AŞTIYÊ
Pişt re jî Nora Irma Morales de Cortiñas jî li ser navê Însiyatîfa Dayikên Plaza de Mayo axivî û wiha got: "Ez ji we pir hez dikim û ez bawerim hûnê bi ser kevin. Ez ji têkoşîna we bi bawerim." Wêne û belgefîlma ji bo dayikan amade kiriye da pêşandan.
GUVEN NIKARIBÛ BI HEYETÊ RE HEVDÎTIN BIKE
Heyet piştî serdana Dayikên Aştiyê, ji ber duh Leyla Guven rakirin nexweşxaneyê carek din çûn serdana wê. Lê ji ber rewşa tenduristiya xwe Guven nikaribû bi heyetê re hevdîtin pêk bîne.
Piştî serdanê li ser navê heyetê nivîskar Maxine Peak axivî û got: "Rewşa wê xerab e û êdî nikare bi kesî re hevdîtinê bike. Leyla û hevalên xwe tenê dixwazin hikumet qanûnên xwe bîne cih. Ji kerema xwe em Leyla û hevalên wê bidin jiyîn."