STENBOL - Danişîn endamên HDP'ê û HDK'ê yên 3 jê girtî ku 29 kes tên darizandin hat dîtin. Dadgehê Atîlla Şayir, Metîn Îlan û Taylan Urun tahliye kir.
Danişîna 4'emîn a doza endamên HDP'ê û HDK'ê 3 girtî ku 29 kes tên darizandin li Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Siysetmedarên girtî û ne girtî û parêzer di danişînê de amade bûn. Siyasetmedar bi îdaya "endamtiya rêxistinê" tên darizandin. Piştî tespîta nasnameyan parêzeran û miwekîlên xwe parastinê kirin. Parêzeran xwest miwekîlên wan girtî bên berdan.
Piştî parastinan dozger mutala xwe da û xwest 3 siyasetmedar girtî bên darizandin. Heyeta Dadgehê biryara dozger red kir û Atîlla Şayir, Metîn Îlan û Taylan Urun tahliye kir û danişînê taloqî 11'ê tîrmehê kir.