ENQERE - Dayîkên Aştiyê yên li Enqerê ji bo balê bikişîn in ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya 3 rojan kirin.
Dayîkên Aştiyê yên Enqerê, bi armanca balê bikişîn in ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li avahiya HDP’a Enqerê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya 3 rojan kirin. Li salona civîna çapemeniyê pankarta “Dê tecrîd winda bike, azadî qezenc bike” û posterê Ocalan hatin daliqandin. Beriya greva birçîbûnê, li ser navê Dayîkên Aştiyê Hanım Varli û Munîbe Koç daxuyanî dan. Dayîka Aştiyê Munîbe Koç, diyar kir ku divê demildest tecrît bê rakirin û wiha axivî: “Em li dû Rêberê xwe ne. Em tecrîta li ser Rêberê xwe şermezar dikin. Em ji dewletê re dibêjin ka destê xwe deynin ser wijdana xwe û wiha nekin. Em naxwazin leşker û gerîla jiyana xwe ji dest bidin.”
‘MAFÊ HER KESÊ YÊ JIYANÊ HEYE’
Dayîka Aştiyê Hanim Varli jî, anî ziman ku qanûna Xwedê Kuran e û wiha got: “Di qanûna Xwedê, mafê her kesê yê jiyanê heye. Mafê hemû mirov û ajalan ê jiyanê heye. Em dibêjin bila ne qanûna xwe, ya xwedê pêk bînin. Em îro li dijî tecrîtê dest bi greva birçîbûnê dikin. Em naxwazin kes bimire. Ji ber vê yekê em dibêjin bila dewlet destê xwe bide destê dayîkên aştiyê.”
Piştî axaftinan, çalakiya dayîkên aştiyê ya greva birçîbûnê dest pê kir.