MÊRDÎN - Parlamenterên HDP'ê xwestin ji navçeya Nisêbînê ji bo destekdayîna Leyla Guven ber bi Amedê ve derkevin rê. Polîsan êrîş kir û Parlamenterê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz cop kirin û Parlamentera Mêrdînê Pero Dundar jî di kêliya êrîşê de birîndar bû.
Parlamenterên HDP'ê yên Mêrdîn û Şirnexê ji navçeya Nisêbîna Mêrdînê bi dirûşma "Di Roja 100'emîn De Ber Bi Leyla Ve, Em Tecrîdê Bişkênin" ber bi Amedê xwestin dest bi meşê bikin. Polîsan li navenda Nisêbînê parlamenteran asteng kir û êrîşî wan kirin.
Parlamenterên HDP'ê yên Şirnexê Nuran Îmîr, Huseyîn Kaçmaz û Hasan Ozguneş duh ji Şirnexê derketin rê û îro li avahiya HDP'a Nisêbînê hatin gel Parlamenterên HDP'ê yên Mêrdînê Pero Dundar, Ebru Gunay û Tuma Çelîk. Ji serê sibê ve gelek polîsan bi maşîneyên zirxî derdora avahiya HDP'ê dorpêç kirin. Midûrê Emniyeta Nisêbînê û Qeymeqamê Nisêbînê jî li gel polîsan hatin ber avahiya HDP'ê.
Piştî demekê parlamenterên HDP'ê û rêveberên HDP'ê ji avahiyê derketin û xwestin ber bi Amedê ve bimeşin. Di heman kêliyê de polîsan bi mertalan derdora HDP'iyan girt û meşa wan asteng kirin.
POLÎSAN PARLAMENTER BIRÎNDAR KIRIN
Parlamenteran demek li gel polîsan nîqaş kir û di meşa xwe de israr kirin. Lê polîsan xwe li hember nîqaşê ranegirt û êrîşî parlamenteran kirin. Polîsan bi mertal û copên xwe êrîş kir. Di vê kêliya êrîşê de polîsekî gelek caran bi copan li parlamenter Huseyîn Kaçmaz da.
Di êrîşa polîsan de destê parlamenter Pero Dundar jî di navbera mertalan de ma û tiliyên wê birîndar bûn.
Tevî ku bi dehan polîs êrîş kir jî lê parlamenteran li dijî cop û mertalan li ber xwe da. Parlamenteran bi hêrsek mezin li dijî polîsan bertek nîşan dan û gotin: "Hûnê hesabê vê yekê bidin."
Piştî êrîşa polîsan parlamenter ji bo rewşê binirxînin derbasî avahiya partiya xwe bûn.