NAVENDA NÛÇEYAN - Li Amed, Wan, Agirî û Îdirê bi dehan kes di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin.
Li gelek bajarên herêmê polîsan bi ser dehan malan de girt û bi dehan kes binçav kir.
LI AGIRIYÊ 55 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Li navenda Agirî û li navçeyên wê Bazîd, Panos, Dutax, Giyadîn, Avkevir, Xamûr û Eleşkîrtê plîsan duh serê sibê bi ser gelek malan de girt. Li navenda Agirî û navçeyên wê 55 kes di serdegirtinên malan de bi hêcetên parvekirinên medya civakî, beşdariya merasîmên cenaze û daxuyaniyên çapemeniyê de hatin binçavkirin. Hat zanîn ku biryara nepen danîne ser dosyeya 55 kesan û li miduriyetên polîsan a navend û navçeyan tên ragirtin.
Namzeta Hevşaredariya HDP'ê ya Agiriyê Yelîz Karaaslan jî duh li Agiriyê hatibû binçavkirin û li miduriyeta polîsan tê ragirtin. Tê payîn Karaaslan û 55 kesên din sibê derxin dozgeriyê.
LI ÎDIRÊ 10 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Li Îdirê jî polîsan duh serê sibê bi ser gelek malan de girt û ji 12 kesên lêgerîna wan hebû 10 kes binçavkirin. Hat zanîn ku 10 kes bi hêceta îxbara li 155'yê hatiye kirin hatine binçavkirin. Navên hin binçavkiriyan wiha ne: Erol Kizilay, Murat Eker, Mahmut Kalkan, Şerafettîn Kizilay, Adem Açilan, Ruhat Karadenîz û Ferhat Taşdemîr.
LI ERDÎŞÊ 7 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Li navçeya Erdîşê ya Wanê jî vê sibehê polîsan bi ser gelek malan de girt. Polîsan malên welatiyan serûbin kirin û 7 kes binçav kirin. Hêceta binçavkirinê nehat zanîn û ew birin Miduriyeta Polîsan a Navçeyê. Navê kesên hatin binçavkirin wiha ne: Abdurrahman Fîdan, Şîrîn Sakur, Muhtîlla Dag, Bulent Zîlanli, Harun Yildiz, Eda Umaç û Seyîthan Telek.
LI AMEDÊ JÎ 6 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Li navenda Amedê jî vê sibehê polîsan bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtina malan de rêveberên HDP'ê jî di nav de hene 6 kes hatin binçavkirin. Hat gotin operasyon bi hêceta parvekirinên medya civakî pêk hatiye. Kesên binçavkirî li Miduriyeta Polîsan a Amedê tên ragirtin. Hat ragihandin dema polîsan welatî binçavkiriye deriyên malên wan şikandine û ew derb kirin e. Navên binçavkiriyan wiha ne: Xebatkarê HDP'a Peyasê Yusuf Gunduz, Rêveberê HDP'a Kayapinarê Muhsîn Acar, Turkan, Vesile û Halime Uzan Afşîn ên xwişkên hev û Mesût Yildiz.