AMED - Yek ji avakarên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê Rahîme Înce ku di 15'ê Sibata 1999'an de tev li gelek çalakiyan bû got: "Em ê tecrîdkirina Rêberê xwe qebûl nekin. Jinên berê li dijî tecrîdê li ber xwe dan, niha jî di şexsê Leyla Guven de li ber xwe didin."
Di ser radestkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re 21 sal derbas bûn. Di sala 1999'an de li dijî komploya li hemberî Ocalan, gelek xwe şewitandin, li girtîgehan grevên birçîbûnê dest pê kirin çalakiyên ku gelek kesan xwe zincîr kir û kefen li xwe kirin hatin lidarxistin. Piştî komployê, hem li herêmê hem jî li gelek bajarên Tirkiyeyê bi sedan jin reş girêdan û ev yek bi salan domandin.
Yek ji şahidên van çalakiyan avakara Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê Rahîme Înce ya 85 salî ye. Înce, behsa çalakiyên jinan ên 21 sal berê kirin.
'WÊ DAYIKÊN KURD TU CARÎ TESLÎM NEBIN'
Înce, diyar kir ku Ocalan bi fen û fûtan ji Sûriyeyê hat derxistin û jin bi awayekî tun li dijî vê kompliyê derketin. Înce, destnîşan kir ku nexasim jî çalakiya "hûn nikarin roja me tarî bikin" ku di 9'ê Cotmeha 1998'an de li girtîgehan dest pê kir li her derî belav bû. Înce got: "Em dayik tev li çalakiyên greva birçîbûnê, çalakiya zincîrkirinê, çalakiya lixwekirina kefen bûn. Me kirasê ji hesin li xwe kir. Heke bivê em ê careke din jî li xwe bikin û em dayikên kurd em ê tu carî teslîm nebin."
‘DAYIK HEMÛ HATIN BINÇAVKIRIN'
Înce, bilêv kir ku di wê pêvajoyê de çalakiya greva birçîbûnê ya ewil bi pêşengiya jina li Bagcilara Stenbolê dest pê kir û ev yek paşê li gelek bajar û navçeyan belav bû. Dayik Înce got: "Em 20 Dayikên Aştiyê ketin greva birçîbûnê. Paşê li her bajarî grev dest pê kirin û ev yek çû hezaran. Di roja çaran a çalakiyê de rayedarên hikûmetê yên wê demê gef li me xwarin û gotin 'hûn çi bikin jî, em ê we bigirin û têxin girtîgehê.' Dotira rojê, hemû kesên di greva birçîbûnêd e girtin. Hema bêje li girtîgehan cihê vala nema. Lê ev yek qet ne girîng bû. Em bi biryar bûn, me yê heta dawiyê dewma bikirana. Me yê ji bo Rêberê xwe her tişt bikirana."
Înce, anî ziman ku wexta ew dîsa li dijî komployê ketine greva birçîbûnê, helwesta polîsan bi heman awayî dewam kiriye û got: "21 sal berê wexta em ketin greva birçîbûnê em hatin binçavkirin. Me birin qereqolê û me ji wan pirsî ji bo çi me girtine. Ji me re gotin 'hûn ji bo Ocalan ketine greva birçîbûnê.' Me jî got 'Belê em ketinê, çi bûye? Em dayikên aştiyê ne, em doza aştiyê dikin, em dixwazin ev şer biqede û bes xwîn biherike.' Hîn jî tecrîd didome. Em dayik piştî gelek salan dîsa ji bo Rêberê xwe yê ji bo aştî û wekheviyê têdikoşe ketin greva birçîbûnê. Emrê me ev qas e, lê em bûn şahidê bêhurmetiya polîsan. Mixabin ev kîn û dijminahiya li hemberî kurdan qet neguheriye."
'ME ÇALAKIYA LIXWEKIRINA KEFEN LI DAR XIST'
Înce, bal kişand ser çalakiya lixwekirina kefen a wê demê û got: "Têkoşîna me bi her awayî dewam dikir. Em dayikên aştiyê, me biryar da ku em biçin Enqereyê. Şara li ser me û her tiştê me spî bû. Çimkî sembola aştiyê bû. Em şevekê li Enqereyê man. Me got, em ê biçin Meclîsê. Lê nehiştin. Li be rMeclîsê em girtin. Me birin eywaneke sporê. Roja din em birin dadgehê. Nehiştin em biçin MEclîsê, li dadgehê dadger pirsî ji bo çi me kincên bi vî awayî li xwe kirine."
'LI TAKSÎMÊ ME REŞ GIRÊDA'
Înce, destnîşan kir ku gelê kurd ji be rkomployê xemgîn bû û hema bêje ji heft saliyan heta heftê saliyan herkesî şîn girt û got: "Em Dayikên Aştiyê jî daketin Taksîmê û me reş girêda. Me şarên reş dan serê xwe. Ji bo me şîn bû, wekî mirinê bû. Loma me rewş girêdabû. Beriya her tiştî ew Rêberê gelekî ye, bîr û mêjiyê gelekî ye. Min hevjînê xwe û du zarokên xwe winda kir, lê tu tişt wekî girtina Rêber em neêşandin."
‘BILA HERKES DESTÊ XWE DEYNE SER WIJDANÊ XWE'
Înce, helwesta hikûmetê ya ji bo greva birçîbûnê ya Leyla Guven rexne kir û got: "Tecrîd sûc e. Em ê tu carî tecrîdkirina Rêberê xwe qebûl nekin û em ê ji bîr nekin. Jinên berê li dijî tecrîdê li ber xwe dan, niha jî di şexsê Leyla Guven de li ber xwe didin. Silav ji bo Guvenê û ji dil û can piştgiriyê didim çalakiya wê. Ji bo grevên birçîbûnê doza vî tiştî dikim; bila herkes destê xwe deyne ser wijdanê xwe û li gor wê tev bigere. Bila dayik negirîn."
MA / Esra Solîn Dal