EDENE – Mûrat Şîmşek ku li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere-Rîzeyê tevî 8 hevalên xwe di greva birçîbûnê de ye got: "Bedêla wê çi dibe bila bibe heta tecrîd neyê şikandin wê çalakiya me dewam bike." Malbata wî jî, bang li raya giştî kir ku bibe dengê çalakgeran.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Coelmêrgê Leyla Guven ku tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe ji 8'ê Mijdara 2018'an ve didome. Her wiha li gelek girtîgehan jî bi heman daxwazê çalakiya greva birçîbûnê ji 16'ê Kanûna 2018'an ve didome.
Li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere-Rîzeyê, Mûrat Şîmeşk, Kemal Yîgît, Mûstafa Turkan, Veysel Guler, Erdem Akti, Ozgur Eksîk, Şiyar Kara, Orhan Şakar û Huseyîn Yildirim ji 5'ê Çileyê ve di greva birçîbûnê de ne.
Ji van kesan Mûrat Şîmşek, di sala 2012'an de jî 53 rojan di greva birçîbûnê de mabû. Şîmşek, bi riya telefonê bi malbata xwe re axivî. Şîşmek diyar kir ku ew tenê ava bişekir vedixwin û niha rewşa tenduristiya wan baş e.
‘EM Ê BI SER BIKEVIN'
Şîmşek, bi rêya malbata xwe ji bo raya giştî peyamek şand û got: "Heta tecrîda li ser Serok neyê şikandin wê çalakiya me dewam bike. Wê ev çalakiya me ya mafdar bi ser bikeve. Heta tecrîd neyê şikandin, bedêl çi dibe bila bibe em ê li ber xwe bidin û bitêkoşin."
Apê wî Behcet Şîmşek, xwest demildest daxwaza mafdar a Leyla Guven û girtiyan bê qebûlkirin. Ap Şîmşek, bilêv kir ku daxwaza girtiyan daxwaza wan e jî û got: "24 saetan di bîra me de ne. Rewşa wan çi be ya me jî wiha ye. Em gepek nan dixwin, lê ew jî di ber me de dimîne. Ma piştî çalakiya heval Leyla em ê çawa xwarinê bixwin. Berî mirin çêbibe divê demildest dawî li tecrîdê bê."