STENBOL - Mehmet Alî Kartal, birayê Metîn Serhat ku li Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa F a Xarpêtê di greva birçîbûnê de ye, got: "Berî rewşeke êşbar rû bide, divê daxwaza xizmên me yên di greva birçîbûnê de bê qebûlkirin."
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe ji 8'ê Mijdara 2018'an ve didome. Her wiha bi heman daxwazê li gelek girtîgehan jî çalakiya greva birçîbûnê didome.
Li Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa F a Xarpêtê Metîn Serhat, Harûn Alkan û Mûsa Candemîr jî 61 roj in di greva birçîbûnê de ne.
Mehmet Alî Kartal, birayê Metîn Serhat bang li herkesî kir ku xwedî li daxwaza çalakgeran derkeve.
'BILA DAXWAZA XIZMÊN ME BÊ QEBÛLKIRIN'
Kartal, diyar kir ku ji bo hew kes biêşe û ji bo polîtîkaya tecrîdê ya li tevahiya welat berbelav bûye bi dawî bibe çalakiyên greva birçîbûnê hatine destpêkirin û got: "Em malbatên girtiyan, piştgiriyê didin daxwaza çalakgerên di greva birçîbûnê de. Di şexsê Rêberê Gelê Kurd de, gelê kurd hemû tê tecrîdkirin. Hêzên serdest aştiyê naxwazin, lê ma Ocalan tê etcrîdkirin. Pergala heyî, polîtîkayên şer li civakê ferz dike û bi vî awayî xwe bi rê ve dibe. Pergal di ser êş û rondikên çavan re rantê bi dest dixe."
Kartal, bang li rayderan kir û got: "Daxwaza me xizmên girtiyan ew e ku berî rewşeke êşbar rû bide bila daxwazên xizmên me yên di greva birçîbûnê de bên qebûlkirin."