WAN - Li Erdîşa Wanê xebatên hilbijartinê bênavber û bi coşeke mezin dewam dikin. Namzetên hevşaredariya Erdîşê Yildiz Çetîn û Mahmût Pala, gotin ew ê bi rêjeyeke zêde bi ser bikevin.
Ji navçeyên Wanê yên herî mezin yek jê jî Erdîş e ku 175 hezar nifûsa wê heye. Li navçeyê ji niha ve xebatên ji bo hilbijartina 31'ê Adarê ve bi coşeke mezin didomin. HDP, di vê hilbijartinê de Yildiz Çetîn ku berê hevşaredara Payîzavayê bû û perwerdekara Mahmût Pala yê hat îxrackirin kir namzet.
'EM Ê BI PAŞ VE GAV NEAVÊJIN'
Yildiz Çetîn, destnîşan kir ku 20 roj in ew bênavber dixebitin û eleqeyeke zêde ji bo namzetên HDP'ê heye. Çetîn, bilêv kir ku kesên berê deng didan AKP'ê diyar dikin ew ê di vê hilbijartinê de dengê xwe bidin HDP'ê û bi awayekî tund bertek nîşanî polîtîkayên qeyûman didin. Çetîn, anî ziman ku polîtîkaya qeyûman polîtîkayeke xespker e û got: "Ev pergal, perageleke dewletê ye. Gel hem ji dewletê hem jî ji vê pergalê qet nerazî ye. Wekî hemû şaredariyan, li vir jî şaredarî di bin deynan de hiştine û hemû malên şaredariyê firotine. Qeyûm, li vê navçeyê tu tişt nekiriye û çi kiribe jî ji bo alîgirên xwe kiriye. Hevşaredarên me Dîba Keskîn û Abdûrrahman Çagan, gelek tişt kirin, lê belê bi polîtîkaya qeyûman hevalên me hatin girtin û şaredariya me hat xespkirin. Karê qeyûm ê ewil girtina saziyên jina bû. Ev kes ji jinan ditirsin, loma wisa dikin. Lê çi dikin bila bikin, em ê tu carî bi paş ve gav neavêjin."
'EM Ê ŞAREDARIYÊ JI QEREQOLBÛYÎNÊ XELAS BIKIN'
Çetîn, destnîşan kir ku li Erdîşê her roj kes tên binçavkirin û girtin û got: "Wê ev polîtîkayên wan ên tepisandinê bi kêr neyên. Ev qas çewisandin hebûn, lê dîsa jî danasîna namzetan wekî mîtîngekê derbas bû. Her wiha civînên me yên bi gel re jî pir baş derbas dibin. Em ê bi ser bikevin û porjeyên hevalên xwe yên nîvco mane temam bikin. Em destkeftiyên jinan pir esas digirin. Em ê bi dîtina jinê vî bajarî ji nû ve ava bikin. Wê karê me yê ewil ew be ku em ê şaredariyê ji qereqolbûyînê rizgar bikin. Em ê her tiştî bi gel re bikin. Em ê bibin hevşaredarên herkesî."
Çetîn, anî ziman ku li navçeyê astomsofereke pir baş heye, wê ev coş di sindoqan de jî xwe bide der, ew ê bi rêjeyee mezin bi ser bikevin û wê gel bersiveke pir baş bide polîtîkayên qeyûm.
'QEYÛM ŞAREDARÎ TALAN KIR'
Namzet Mahmût Pala jî, diyar kir ku xebatên ji bo hilbijartinê bi coşeke mezin didomin. Pala, anî ziman ku qeyûm şaredarî talan kiriye û got: "Hemû malên şaredariyê firotin. Wexta me di 2014'an de şaredarî bi dest xit deynê wê 185 milyon lîre bû û me ew deyn hemû dan. Dema qeyûm hat tayînkirin 16 milyon lîre di qaeya şaredariyê de hebû. Lê belê qeyûm hem qase vala kir, hem jî hemû malên şaredariyê firotin." Pala, destnîşan kir ku ew ê tu carî şaşiyê nekirin û ew ê hemû biryaran tevî gel bsitînin.
‘DAXWAZA ME NE ÎKTÎDAR, XIZMET E'
Pala, destnîşan kir ku ew ê careke din nasnameya "Erdîşa hêşîn" li navçeyê bar bikin û got: "Em ê tevî hemû gelan tev bigerin û hewl bidin jiyaneke nû ava bikin. Em ê tu carî cihêkariyê nekin. Em ê bi gel re siberojeke xweşik ava bikin. Daxwaza me ne îktîdar e, xizmet e. Em ê li gor rastiyên bîrddoziya xwe tev bigerin. Li navçeyê wê projeya me ya herî mezin projeya jiyana bi hev re be. Helbet pirsgirêkên bajêr wê bên çareserkirin, lê belê a girîng feraseta jiyana bi hev re ye. Wê HDP li Erdîşê encameke pir baş bigire. Wê gelê me bi ser bikeve."
MA / Adanan Bilen