AMED - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku 98 rojin li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, piştî rakirin nexweşxaneyê û tedawî qebûl nekir, dîsa birin mala wê.
Hevseroka KCD'e Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 98 rojin di grevê de ye, piştî nîvro bê hal bû û yekîneyên tenduristiyê ew rakirin nexweşxaneyek taybet. Yekîneyên Tenduristiyê diyar kirin ku ser sînga wê giran bû û Guven rakirin nexweşxaeyek taybet. Piştî ku Leyla ji bo tedawiyê rakirin nexweşxaneyê, Leyla tedawî qebûl nekir. Demek kurd Leyla Guven rakirine beşa giran û ritmê dilê wê tê şopandin. Piştî ku Guven tedawî qebûl nekir, Guven disa birin mala wê û niha li mala xwe çalakiya xwe berdewam dike. Dema Leyla Guven rakirin nexweşxaneyê, Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Heserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan, Parlamenterên HDP'ê, aktîvîstên TJA û gelek siyasetmedar hatin hewşa nexweşxaneyê. Dema Guven rakirin nexweşxaneyê polîsan der û dora mala Guven û nexweşxane kirin ablûkayê.
MUDAXELAYA TIBBÎ QEBÛL NEKIR
Heyet piştî li ber deriyê nexweşxaneyê rawetiya, li ser navê heyetê Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan, der barê tenduristiya Guven de agahî da û wiha got: "Leyla Guven di roja 98 emin a çalakiyê de bê hal bû û rewşa wê giran bû. Li ser vê yekê yekîneyên tenduristiyê ew rakirin nexweşxaneyê. Guven li nexweşxaneyê xistin bin çavdêriyê, lê qet tedawî qebûl nekir. Leyla Guven li nexweşxaneyê jî diyar kir ku heta daxwazên wê pêk neyê dawî li çalakiya xwe nîne û çalakiya xwe berdewam kir. Guven, anî ziman ku qet mudaxaleya tibbî qebûl nake. Ji ber ku ew rakirin nexweşxaneyê pir bêzar e. Dubare destnîşan kir ku heta tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî nebe teqez dawî li çalakiya xwe nîne. Bi israr dixwaze wê bişîne malê."
Arslan, bang li rayedarên hikûmetê kir û xwest deqez guh bidin daxwazên Guven û ji bo pêkanina daxwazên Guven gavên çareseriyê bavêjin. Arslan, da zanîn ku ger daxawzên çalakgerên grevê pêk neyê dê sibê agahiyên ku naxwazin pêş bikevin û xwest bêyî dereng bimîne hikûmet gavên çareseriyê bavêje. Aslan, xwest demek berî demekê tecrîd bê rakirin û ji bo daxwazên çalakgeran pêk bê jî ji gel xwest her kes hestiyar tev bigerin. Arslan, ji hemû kesên muxalif û demokras xwest ku bi awayekî xurt bertekên xwe yên demokratîk dînin holê. Arslan, herî dawî anî ziman ku daxwazên Guven hiqûqî û zagonî ne û xwest hikûmet zagonên xwe pêk bîne."
Piştî daxuyaniyê ji ber ku Leyla Guven, tedawî red kir ew dîsa ji nexweşxaneyê derxistin û birin mala wê.