NAVENDA NÛÇEYAN - HDP'ê li Dersim, Amed û Mêrdînê xebatên hilbijartina herêmî birêve bir. Namzetên hevşaredariyên HDP'ê gel û esnafan ziyaret dikin û ji aliyê hilbijêran ve boş tên pêşwazîkirin.
Namzetên Hevşaredariya Dersimê Nurşat Yeşîl û Hidir Demîr bi wesîleya meha Xizir Gola Çetû ziyaret kirin û riza xwe xwestin. Parlamenterê HDP'ê Kemal Bulbul û gelek kes jî bi namzetan re çû serdanê. Di ziyaretê de niyaz hatin kirin û pişt re çerag pêxistin û loqme belav kirin.
AMED
Namzetên Hevşaredariya HDP'ê yên Çinarê Necla Tamrîş û Bedrî Kaya şahiya gel li dar xistin. Parlamenterên HDP'ê yên Amedê Remziye Tosun û Dersim Dag, Namzeên Hevşaredariya Amedê Hulya Alokmen û Selçûk Mizrakli, Serokê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistan a Tirkiyeyê (PDK-T) Mehmet Emîn Kardaş, rêveberên partiyan û gelek welatî beşdar bûn. Konvoya namzetên hevşaredariyê di têketina navçeyê de ji aliyê welatiyan ve hat pêşwazîkirin û derbasî ber avahiya HDP'ê bûn. Girseyê dirûşmên "Çinar ya me ye" û "Amed ya me ye" berz kirin.
Namzeta Hevşaredariyê Necla Tamrîş bi silavkirina çalakiya Leyla Guven û çalakgerên din dest bi axaftina xwe kir û got: "Daxwaz û hêviya me aştiyek bi rûmet û mayînde ye. Roj roja me ye."
Namzetê Hevşaredariyê Bedrî Kaya jî got: "Armanca me ew e em tiştên xweş bi hev re bikin. Em ê navçeya xwe dîsa bikin navçeya xwe."
MÊRDÎN
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê li navçeya Şemrexê starta hilbijartinê da. Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Ebru Gunay, namzetên hevşardarên navend û navçeyan, rêvebirên HDP û DBP’ê û gelek welatî tevlî starta hilbijartinê bûn. Girseya ku li ber avahiya HDP’ê ya navçeyê kom bû, bi lolîpopên “Ya me ye” û alên HDP’ê dest bi meşê kirin û esnaf û welatî slav kirin. Di dema meşê de def û zirne, tililî û çepik hatin lêdan. Girseya ku rastî eleqeyek mezin hat, dirûşmeya “HDP gel e, gel li vir e” berz kir.
Piştî ku girseyê gel silav kir, li Qada Cumhuriyetê kom bû û govend gerand. Polîsan, bi hêceta "gel ne rehet dibe" şahî asteng kir.
Piştî pîrozbahiyê girse careke din ber bi avahiya HDP'ê ve meşiya û bername bi dawî bû.